Serokê min

Helbest û awaz
Hunermend Ronican
 
Hemû
Serokên dûnyayê
bila tevde gorî te bin
serokê min
Bi xebat û bi kedayê
Ji boy me wê ne wek te bin
Serokê min
Bi hikmet û bi wefayê
Ewê ne li astê te bin
Serokê min
Dunya dizanî
Kê sînor danî
Bihêz û mêranî
Soz bi cî anî
Serok Barzanî
Bi himet û mêranîyê
Û Vê fedakarîya te bin 
Serokê min
Bi bawerî û rastîyê
Bawer nakim wek te hebin
Serokê min
Em pey te ne li ser rîyê
Wê gav li dû gavên te bin
Serokê min
Dunya dizanî
Kê sînor danî
Bihêz û mêranî
Soz bi cî anî
Serok Barzanî
Wê ew Kesên Welat firoş
Tim neyarê gelê xwe bin
Serokê min
Ji kurtêl xwura nayê coş
Wê tu hêvî ava nebin
Serokê min
Serxwebûnê dest nîşanke
Em qurbana serokê xwe bin
Serokê min
Dunya dizanî
Kê sînor danî
Bihêz û mêranî
Soz bi cî anî
Serok Barzanî
Emê şagirtê rêbazê
Û parastvanê xaka xwe bin
Serokê min
Wek piling û şêr û bazê
Bi êrîş pêşmergê te bin
Serokê min
Bi çek û zanîn û sazê
Li dû doza gelê xwebin
Serokê min
Dunya dizanî
Kê sînor danî
Bihêz û mêranî
Soz bi cî anî
Serok Barzanî

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…