Konê Reş
Ezbenî! Ji dema ku çemê Ceqceq miçiqîye,
zeviyan xatir ji me xwestine û di kolanên Qamişlo re derketine.. Ji wê demê ve
Ezbenî ewa koçer sermê û germê li xwe dike.. Dêmên dayikan li ber rivîna agirê
tenûrê diqemire.. Erê ji wê hingê ezbenî sozên me li darin..
Belê ezbenî em herdû- ez û dem- li ber
hevin û di kevinbûnê de perrixîn e. Em ji wan dîwarên ku di biçûkaniyê de- me
xêzik li ser wan çêdikir- pîrtir bûne.. Gelo ew zarokbûn winda bûye û êdî,
em nema bi ser vedibin? Çendî dixwazim nêçîra zaroktiyeke din bikim..

Gelo tu jî wek min î? Te divê ku tu nêçîra zaroktiyeke din bikî? Careke din di beriya Mêrdînê de bibezî, ji nav toz û ecacoka gundên pir belav, derkevî û berê xwe bidî Qamişlo..?!
Mane Çemê Ceqceq miçiqiye, nema Serxetî û Binxetî bi ava wê têr vedixwin..! Qamişlo xerîb bûye û em bûne xerîb..!! Gelo em xwe bidin ber pala kîjan çiyayî, kîjan zinarî? Kîjan bajar dikare me biparêze?! Em destên xwe ji kê re bilind û dirêj bikin?
Erê em herdû ji kevinbûnê rizyane, bêtir ji Nebîza tiriyê rezên Omeriyan.. Bêtir ji çîrokên dara Çinarê..! Tevî ku, em herdû wek du biyaniyan e. Payîz jî her roj, her kêlîk ji me qut nabe, bi me re dikulkule û pelên darên xwe yên zer bi ser dil û huşê me de diweşîne..
Konê Reş, Qamişlo, 18.11.2016