Helbest u Vidyo

XEWNEROJK

Vejîna Kurd 

Hilma tenêtiyê.. 
û vedenga axîneke kûûûr kûr
bedena Çiyayê Lêlûn
                dilerizînin…

Tajanên vê sibehê
 hemû rûbarên xemên çemê Efrînê
               gurgîn dikin…
 û çateriyên hêsankirinê
     di bin mij û dûman
        û tariyê de
            binax dikin.

Tîpên dilteng
li ser lênûsa dîwarekî nîvhilweşî
               dimeyin
êş li ser êşan pal didin
û tenê tûtî û tawis
     di perestgeha xewnan de
           radigerin.

Li asoyekî rengîn
                digerim  
pûtên ezperestiyê
      bi dilsoziya peyvên xwe
            hildiweşînim     
û hemû stranên rojê
       li ser dêmên nêrgizên tî 
             dinivisînim.

Carina helbestên lehengiyê
     di guhên vî bajarî de
          dixwînim
 û carina jî..
xewnerojkên pelandî
         radikim govenda azadiyê.

8/1/2016

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…