EZ Û EBDILQADIR GEYLANÎ

Salih
Bozan


 

Dihunî, ez di daristanê de dimeşiyam. Kes xeyne min di
daristanê de tinebû. Ji dûr ve qeratiyek(kesek) xewinî. Ew berve min dihat.
Gava nêzikî min bû, min dî bi cubbeyekê ye, fûteyeke keske li sêriye, soleke
sor di nigan de ye, çoyekî qasî bejina wî di dest de ye. Gihîşte min û got:

Merheba penabero..!
Ez lê ecêmayî mam. Min pirsî:
Tu kî? Li van deran çi digerî?
Got: Ez Şex Ebdilqadir Geylanî me. Ez jî weke te ji cenga qirêj riviya me.
Min pirsî: Ê ku ez dizanim tu zû de ve miriye.
Got: Belê.. lê mirîdên min nehîştin ez di mirina xwe de vêskim, bi ro şev bane min dikin, û ta niha ez li navbera herdû Dunyan de darim(diçim) û têm.
Min pirsî: Tu bi Xwedê kî ji min re bibêje, çi ras di paş te de heye, heta ku viqas mirîdên te ta niha hene?
Got: Ji ber ku ez rastiyê dibêjim, û hemû mirov rebenê rastiyê ne.
Min got: Madela tu rastiyê dizanî, hele yekê ji min re jî bibêje?
Got: Ez ê rastiyekê ji te re bibêjim, lê yên weke te ez nakim mirîdên xwe.
Min pirsî: Çima?
Got: Ha..ha. Ji bo vê pirsê te “Çima”. Mirîdên min gerek “Çima” di mejiyê wan de tinebe.
Min got: Birabe. Tu rastiyekê ji min re bibêje, û min meke mirîdê xwe.
Got: Mirovekî dirêj û yekî kin lihev rasthatin. Yê kin bi yê dirêj re got: Ez ji te dimirim.
Ê dirêj jê pirsî: Çima?
Ê kin got: Ji ber ku tu dirêjî, û ez honebûme serî xwe jor de rakim ta bi te re baxifim.
Ê dire gut: Ez jî ji te dimirim.
Ê kin pirsî: Tu çima ji min dimirî?
Ê direj got: Ji ber ku tu kînî, û ez jî honebûme serî xwe jêr de daxim ji bo bi te re  baxifim.
Gava min xwest ez jê bipirsim “Çima” , ew ji ber çavên min wendabû.
————-
– Ji te dimirim: Gotineke kobankiye, yan ez te kerih dikim.
– Honebûme: Fêrnebûme.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

 

Di destpêkê de

Milet ji henasên xwe

cawekî ji hevrêşim dihûna;

Li aliyekî rokek pêve didrût û

li aliyê din lîlandineke dengketî.

Bi hajixwebûn

pêlav di ser siya şehîdan re dimeşiyan

mîna ku xak bi bîranîna wan re…

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…