Çirûskên bê deng

Narîn Omer

 Ferheng

Ma rast e dema min
ne hatiye
ku ti navê min
 bi dirustî di nav
dilê rûpelên xwede
bi kolî !!
Helbest

Berhemên
ramangihên te
Coşê sazvana miştin
Aramî û samanî
Lewra
Sazbendên cîhanê
bi tevayî
Navê te
Li ser rengê suriştê
Di cînin.

Mem û zîn

Mem:
Zînê
 min sedê çîrokan
Li ser evîniya me çandin e
Hezar cîvanok rêstin e
Bi hezaran Mem û Zîn
Min belavkirin e
Li hawîr dorên gerdon ê
Zîn.:
Memê min
Lê hêja ez nabînim
di vê dinê de
Ji bilî du navan
Mem û Zîn.

  Aho

Ne bese ku tu
Ji min bezatir bî
Lê ya baş ewe
Tu ji berî min bigihî
Nîşan..

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…