BEHÎNAME

Ji bo vejîna mehrecana helbesta kurdî li sûryayê.

-Komîta amadekar ya mehrecana helbesta kurdî di roja-
/16/5/2008/ an de civînek li darxist.
Di destpêkê de xulekek bêdeng rawestiya, liser Giyanê Şehîdên kurd û Kurdistan, liser giyanê Şehîdên peyva azad, û liser giyanê helbestvanê Nemir Xemgînê Xanê…
–         Her wisa civîn liser çend mijaran rawestiya û çend xal destnîşan kirin.

– di roja / 21 / 6 / 2008 /.an de civîna diwemîn li darxist. Û piştî giftûgoyek berpirsiyar, ev xal û biryarên jêrîn hetin dûpat kirin:
1- Çepkirina berhemên pêşkêşbûyî di mehrecana-
   /12/ an de, di pertûkekê  de.
2- Çêkirina sê xelatan ji Mehrecana /13/ an re,
  –  Xelatek şehnazî.
-Du xelat ji bo çaktirîn helbest. (ya nûjen û ya kêşesaz)
3- Bijartina komîtek serbixwe, kawir û rexneyî ji bo                                           Nirxandin û bijirtina çaktirîn helbest di Mehrecana /13/ an de.
4- Kar ji bo berdewamkirina têkiliyên şaristanî bi hemî helbestvananre.
5- wergirtina helbestan yan dest bi deste û yan li ser îmêla komîta mehrecanê ye mehrecan13@hotmail.com
6- roja dawî bo wergirtina helbestan  /15/9/2008/an e. 
-Komîta amadekar hewildide ku pêkanîna van,
Biryaran bi çakbînî bi şopîne û çalakiyan berdewam bike
da ku em mûma xwe ya/13/an bi hest û raman, bi sawêr û xewnên Helbestvanan ronî bikin..
em hêvîdarin ku rewşenbîr û helbestvanên me karekî hevbeş bi asteke bilind, û coşeke germ bi erkê xweyî wêjeyî, nîhadî û netewî li derbarî çanda xwe xwedî derkevin û têr wate bikin…

Komîta amadekar ya
Mehrecana Helbesta Kurdî li Sûryayê.

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…