nermîn

   Dilbirîn goran

Nermîna min dilvîna min mubtela ye bê te dil
Şermîna min hingivîna min li xwe bela ye bi te dil

Xwrtê kurdim (dilbirînim) çav reyê becna te me
Dil bi hoşe min dihoşe ez bendewarê te me

Koçer û koçbarim ez lo pilingê çiya her dem

Baz lat û zinaram ez,ez ne turkim ne ecem
Ne samîme ,madîme ez,xwîna rihê min arî ye
Birîna dil gelek kore çend sed sal xwîn car y

Evîndarek birîndarim dîlbera min derkeve
Bavêje ew reşpoşa reş li qendîl bi ser keve

Qeyd û bend ji yek veke tû xwejda vê bîne der
Dê bikim xwe gorî te ez, wek te nîne çi leşker

Zend û benda tû girêde guhnede (qilt) û qala
Evro li nîwyork bilinde sed û nut û do ala

Bîst û yek tîrêj ne xwya ye li nav ala milletan
Heta kengî bi vî rengî em bimînin paş gelan

Wergirtin

Ibrahîm behlewî

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Komîteya Mihrecana Helbesta Kurdî ya li Wolfsburg, hezkiriyên peyv û risteya kurdî agehdar dike ku wê Mihrecana Helbesta Kurdî li roja Şemîyê di 25.10.2025 de li demjimêr 13:00 Uhr li Komeleya Çanda Kurdî li Wolfsburg lidar bikeve.

Çaxê ku her helbestvanek bivê beşdarî mihrecan bibe, em bi hêvî ne ku du helbestên…

Me bi rêya dost û nasan bêhistiye ku nivîskar û rojnamevanê navdar yê Çiyayê Kurmênc Mamosta Inayat Dîko nexweş ketiye û ev demeke li nexweşxaneyê ye û ji nivîsînê dûr ketiye.

Em jibo başbûna tenduristiya wî, di’ua û hêviyê ji Xudê dikin ku rewşa wî ber bi başbûnê ve biçe û di…

Ebdûlazîz Qasim

Piştî derbasbûna nêzîkî yazdeh mehan li ser rûxandina rêjîma Be’is li Sûriyê û hatina HTŞ li ser desthilata Sûriyê, wisa diyar dibe ku wê hîç niyazek erênî li hember çareserkirina pirsgirêka Kurdî nîne, û herwiha ku bi heman zihniyeta rêjîma berê dixebite û siyaseta li dijî gelê Kurd xudan dike…

Şukrî Şêx Nebî

te nedizanîbû..

Ku tu ..

piyala meya jiyanê bû ..!

mertala şewşenê

hember bêbextîyê bû

te nedizaîbû..

Jiyan bi te re

tam..

felat û welatek bû..?!

vê helwestê

vê helbestê

bi baskên hacîreşkan re

ma qey..

<p style="text-align:...