Kêm caran rewşa giştî ya kurdên me yên Kurdistana Rojava derdikeve nav rûpelên ragihandinê. Ji roja ku malperên kurdên vî perçeyî bi giraniya xwe bûne erebî, agahiyên derbareyî vî perçeyê welatî ji bal perçeyên din kêm tê bihîstin. Valayiyeka mezin li ser rewşa wan a aktuel li perçeyên din û li derveyî welêt peyda buye.
– Rewşa kurdan li Sûriyê çawa ye?
– Herçendî serhildana gelêrî ya kurdên Rojavayê Kurdistanê, Avdara sala 2004-an, faktorên giring ji kurd, ereb û rayagiştî re diyar kirin û derfetên baş peyda kirin. Tevlî ko, bayê globalîzmê û demokratiyê li cîhanî belav dibe û rêjîma Sûriyê hinek soz berî niha dane kurdan jî, lê ta niha rewşa siyasi ya kurdên Sûriyê, di praktîkê de, baştir nebuye, tu mafên qanûnî ne gihane kurdan.
Fermana dawî ya serokatiya Baasê damezrandina partî û komeleyên etnîkî qedexe dike, hîn hemwelatiya Sûriyê li kurdan nehatiye vegerandin, kembera erebî firehtir dibe, asîmilekirin kûrtir dibe û çewisandina kurdan ji bal ereban ve di rewacê de ye.
Ziman û xwendina kurdî qedexe ye, hemû çalakiyên çandî û hunerî ko, bêhna nasmeya kurdî jê bê qedexe ne. Îca metirsiya êrîşên şovenîstên ereb tê ser zimanan.
Îsal jî zuhabûnê û aboriya xirab rewşa kurdan hîn xirabtir kiriye. Xelk neçarî koçberiyeke fireh û bêhempa bûne û pê re jî, demografiya herêmên kurd tê guhertin.
Herçendî çalakiyên siyasî li deverên kurdan û li Şama paytext dîwarên tirsê herifandin, tabû ji ser gotina ”kurd” hilanîn û pirsa kurd danîn ser mêza rêjîmê û opozisyonê jî, bergiriya desthiletê û şovenîzma erebî hîn domînant e û di hundirê zagona ewarte de çi bi kurdan bikin qanûn e.
Gellek kurd û berpirsyarên wan girtin û niha jî di zindanan de hene, yan li ber deriyên mehkeman in. Merivekî wek şêx Maşûq, ro li nîvro, girtin, di bin iskencê de kuştin û cendekê wî avêtin ser malbata wî. Ji bo kurdan bitirsînin, devê wan bigirin û rewşa wan veşirtî bihêlin, sekreterê partiya çep, Muhemedê Mûsê, beriya çend rojan girtin û guh li protestoya rayagiştî jî nakin.
Ji ber siyaseta nijadperesta erebî ya fermî, piraniya xelk û kêmnetewên Sûriyê, ji neçarî, xwe kirin ereb, lê kurdan li ber xwe dan û asîmîle nebûn. Ev yek kîneke dijwar li nik kesên erebnijad û yên asimîlekirî, li hemberî gelê kurd û pirsa wî ya netewî, pêda dike. Ji bo guhertina vê statûsê, bicihkirina çanda wekhevî, hevûdu-qebûlkirinê û pênasandina nasname û hebûna netewa kurd li Sûriyê, xebateke bêhempa di nav ereban de, pêwîst e.
– Tirkiye van rojan pesnê xwe dide ku ew roleka mezin di Rojhilata navîn de dibîne, ew navberiyê di gotûbêjên Suriye û Îsraîlê de dike. Pêwendiyên Sûriyê bi Tirkiyeyê û Israilê re çawa ne?
– Piştî derkirina Ocalanî, 1999-an, pêwendiyên Sûriyê û Tirkiyê zêde bûn û neyartiya tevgera kurd li her çar perçeyan bû stratîciya wan. Îro, berjewendiyên herdû rêjîman di gellek girêkan de digihên hev û hevkariya wan kare kaxezên wan li herêmê û di bazara navnetewî de xurt bike.
Herçendî Frensayê kaxeza navberiya Tirkiyeyê lewaz kir jî, peymana wê bi Israilê re nahêle rola wê winda bibe. Ji bo ko Sûriye xwe ji tenatiya xwe ya vê dawiyê derxe, ê demeke dirêj bi kaxeza lihevhatina bi Israilê re bilîze.
Di vê pêvajoyê de, kongra Parîsê gellek derî li ber Sûriyeyê vekir û ev yek bi dilê Israilê ye jî.
Gotûbêj di navbera Sûriyê û Israilê de, li ser Golan, ne nuh in û li gora gotinên Beşar Al-Ased karin di nav du salan de bigihên encamên xwe.
– Pêwendiyên Sûriyeyê bi Amerika û Îranê re çawa ne, piştî guhertinên van demên dawîn tu guhertin di pêwendiyên Sûriye û Îranê de dibin yan na?
– Rêjîma Beşar Al-Asad bi gellek benan bi Îranê ve hatiye girêdan û tektîka Sûriyê bi Amerîkayê re, mîna ya Îranê, li ser dijwarkirina serêşiyên hêzên hevpeyman li Îraqê û Afganistanê avadibe û destên wan jî dirêj in.
Serketina demokratan li Washintonê dê hefsar li hustiyê rêjîma Sûriyê sist bike û rêya lihevhatina bi Israilê re xweştir bike.
Piştî peymana Dewha, pêwendiyên dîplomasî di navbera Sûriyê û Lubnanê de çêdibin. Sûriye nema kare Libnanê dagir bike lê naxwaze nakokîyên olî û etnêkî yên Libnanê derbasî nav sînorên wê bibin.
– Çi nerînên we derbarî muxalefeta Sûriyê – ragihandina Şamê, Cebhet Al- Xelas û Koma Netewî ya Yekbûyî (Rifaat Al Asad), hene?
– Rêjîma Baas li Sûriyeyê ti muxalefeta navxweyî nehiştibû û civat dûrî siyasetê kirbû. Lê bi azadkirina Îraqê û kuştina Herîrî re, rêjîmê xwest opozisyonekê li gora xwe çêke.
Ta niha muxalefeteke bikêrhatî, ne li hundir û ne li derve, peyda nebuye û ji bilî reformekirina sîstêmê, ti kesî doza hilweşandina rêjîmê nekiriye. Ti rêjîm ji muxalefeteke wiha natirse û heger çarenûsa rêjîmê Sûriyê bi muxalefeta îroyî ve girêdayî be, ê temenê wî pir dirêj be.
Wek Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê, em danûstendinên siyasî bi herkesî re erkê xwe dibînin, lê hevbendî û hevkarîya me ya siyasi bi hêzên ereb re, tenê bi mercê pejirandina pirsa netewî ya kurd li Sûriyê, bi vê ve girêdayî ye. Di baweriya me de, dirustiya opozisyona demokrat û rastiya niştîmanperweriyê bi pejirandina pirsa netewî ve tête pîvan.
Herwiha cemawerên kurd li Sûriyê, wekheviya netewî wek merceke sereke ji bo lêkirina sîstemeke demokrat û lîberal dibînin. Ew kesê ko, çavsoriyê dibîne û dengê xwe nake, ew dibe şirîkê wê tawankariyê û kesê xwe nede ber çareserkirina pirsa kurd, ew na be demokrat û nikare bibe alternatîveke pak û dirust ji Sûriyê re.
Bi van baweriyan em hêz û tevgerên sûrî dinirxînin û ew mercên nêzîkbûn û dûrbûna me û wan in.
Mixabin cemawerên Sûriyê hîn di bin bandora perwerdeya baasa şovenî û diktatorî de ne û naxwazin ji bilî xwe xwediyê welêt bibînin. Nasyonalîst, çep û oldarên wan hemû bi hev re rikeberiya dilsoziya xwe ya nasyonalizma erebî li ser kîsê mafê gelê kurd dikin.
Ragihandina Şamê, Cebhet Alxelas û hinên din mîna baasiyan, durûtiyê dikin, naxwazin kurdan wek milletekî li ser xaka wî nas bikin. Bi dîtina wan, Sûriyê, bi nasname, xak û milletê wê ve, welatekî erebî ye, ew wekheviya netewên Sûriyê qebûl nakin û pirsa kurd tenê di mafên hemwelatîtiyê de dibînin, ji xwe naxwazin ”Kembera erebî” û siyasesta erebkirinê bibîr bînin.
Armanca wan îro, xapandin û bikaranîna kurdan e ko, li ser pişta wan xurt bibin û werin desthilatê. Hingê, tewer, wek opozisyona Îraqê, nema kurdan nasdikin.
Ji ber van sedeman em û partiyên din ên ”Komiteya Koordinasyona Kurd li Sûriyê” nebûne endamên van blokan û wan wek alternativên guhertina Sûriyê nabînin. Lê her çi Koma Netewî ya Yekbuyî ye, wan nerîna xwe belav kir; wan ”Mafê çarenûsa” gelê kurd qebûl kiriye û avakirina dewleta Kurdistan tiştekî rewa û xuristî dibînin.
Em îro, vê gavê bilind dinirxînin û kare guhertineke dîrokî di mentaliteya xelkên herêma rojava de pêk bîne.
Netewên herêmê gereke hevûdû qebûl bikin û liser bingeha wekheviya gelan û mafên wan, bi hev re wek cîran bijîn. Ti millet nema asîmelekirin, koletî, bindestî û çavsoriyê qebûl dike û ji bilî wekheviya netewan ti çareyeke din ji bo paşerojên herêmê û ewlekariya wê tuneye. Gereke jiyana meruv û mafên wî li her derê yek bin û parastina wan erkekî cîhanî be. Gereke nema hinek, bi bahaneya serweriya welatan û karên navxweyî yên hikumetan, çavên xwe li binpêkirina mafên meruvan, bigirin yan bêdeng bimînin.
(NOT:
Ragihandina Şamê, ji hin partî, grûp û kesayetiyên ereb û kurd, sala 2005 an, li şamê, pêk hat. Hingê siyaseta rêjîmê ya derve dipejirand, û ta niha jî, li hemberî destêwerdana derve ye û guhertineke navxwe ya û demokratî dixwaze. Ew pirsa kurd di mafê hemwelatiyê de dibîne. Piştî guhertina serokê wê yê pêşî, rêjîm tore bû û 12 kes ji serokatiya nuh avêtin zindanê.
Cebhet Alxelas, li derve, navbera grûpa birayên musilman ”Ixwan Elmuslimun” û cîgerê berê yê serokê Sûriyê, Abdulhelîm Xaddam de çê bû. Bi gellek tiştên xwe û derbarî pirsa kurd, mîna Ragihandina Şamê ye. Jibo ko, derdoran bixapîn, hinek kurdên serbixwe kirine nav xwe.
Koma Netewî ya Yekbuyî, ( Altecemu Alqewmî Almuwehed), bi serokatiya Rufat Alasad e û guhertina rêjîm bi rê yên aşîtane dixwaze. ”Mafê çarenûsa” gelê kurd qebûl dike û avakirina dewleta Kurdistan gewre tiştekî rewa û xuristî dibîne.)
– Çima lêvegera kurdî ta niha pêknehatiye?
– Ew dema ko, partiyek bixwaze ew bi tena xwe serokatî û pêşengiya tevgerekê bike û partiyên din têkevin bin baskên wê û li dora wê bigerin derbas bûye. Niha, hemû rêxistin neçar in hevûdu bipejirînin û çalakiyên hevbeş pêkbînin.
Avakirina çarçeweke netewî ko bibe sîwaneke giştî ji tevgera kurd re li Kurdistana Sûriyê, pêwîstiyeke mêjûyî ye. Piştî guftûgoyeke dûrûdirêj, piraniya partiyên kurd li ser dîtineke hevbeş – (kompromis) lihevkirine, lê hinekên din jî xebata di bin siya wê de napejirînin.
Diyar e, ne rêjîma Sûriyê û ne jî opozisyona wê, destkevtineke kurdî ya wiha naxwazinç Ew naxwazin biryara kurdî azad be, yan nasnemeya kurdî bibe faktoreke çalak di bazara siyasî ya Sûriyeyê de. Heta pirînsîpên me yên netewî di tevgera me bi xwe de, neyên meyandin û çespandin, maf û berjewendîyên me yên netewî ji me re nebin pîvan û armanca pêşî û dawî, yekgirtina kurdan di bin sîwaneke hevbeş de çetin e û bidestxistina mafên netewî jî dûrtir e. Lê prosês ketiye rê û nema radiweste.
– Hûn ji kerema xwe re dikarin rêxistina xwe bi xwendevanên Netkurdê binasînin?
– Herçendî rêxistina me, (Rêxistina Ewrupa ya Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê), destûr û programa xwe ya taybet heye jî, lê ew girêdayî siyaseta Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê ye. Şaxên wê li 15 dewletên Ewrupayê hene û nûnerên wan endamên komîteya giştî ya Ewrupayê ne. Komîteyên şaxan serpereştiya xebatên welatan dikin û komîteya giştî çalakiyên wan bi hev girê dide û li ser navê rêxistinên seranserî Ewrupayê, pêwendiyên navxweyî û derve dike.
– Xebate we li Ewrupayê çawa ye?
– Hebûna endamên partiya Yekîtî li Ewrupayê vedigere beriya 40 salan. Niha jimara revenda kurd li Ewrûpayê zêde buye. Endamên kevn û nifşê nuh, baş çand û mentalîteya gelên ewrupî nasdikin û hinek jî di rêxistinên siyasî û dezgehên sivîl ên welatên xwe de ne û tecrubeya wan çêbûne. Ev yek alîkariya xebata kurdayetiyê dike.
Xebata rêxistina me li Erupayê pir alî ye. Ew hem di nav rêzên revenda kurd de û hem bi dezgehên navnetewî re ye. Ji bo vê yekê, komîteyên taybet têne destnîşankirin. Em dizanin pirsa kurd ne ya partiyekê yan ya parçeyekî bi tena xwe ye, ew pirsa netewekî ko, jimara wî zêdeyî 40 milyon kesan e, û tevgera azadixwaza kurd bi hemû partî, rêxistin, komele, grûp û kesayetîyên xwe ve, berpirsyarê wê ye.
Ji bo ko xebata me encam bide, pêwîst e em bi navê gelê xwe û pirsa wî ya netewî biaxivin. Xerîb û rayagiştî karin bibin dostê pirsa me ya netewî û berevaniyê li mafên me yên meruvatî û demokratî bikin, lê çetin e piştigiriya siyaseta partiyekê, grûpekê yan takekesekî bike.
Lewra jî gereke hemû rêkxirawên kurdistanî destên xwe bidin hev û dezgehên xwe yên netewî damezrînin, ji bo yek pirsê û bi yek deng danûstendinên xwe bikin. Eger em bi xwe alîkariya xwe nekin kes nabe dostê me û alîkariya me nake. Hevkariya me yekîtiyeke xwedî bawer û hêvî peyda dike û dibe cihê ewlayiyê.
Stûna yekem a xebata me, hevkarî û yekbûna revenda kurdên Rojavayê Kurdistanê ye, ya duyem koordinasyona rêxistinên kurdistanî ye û sêyemîn peydakirina lobiya kurdî li derve ye. Em ji bo bicihkirina van pirînsîpan dixebitin û emade nin destê xwe bidin herkesî.
– Hûn xebata rêxistinên kurdên Sûriyê li Ewrupayê çawa dinirxînin?
– Gelê kurd li Sûriyê bi giştî û yên bêhemwelatî bi taybetî, di rewşeke ji ya sîstêma Apartahîdê dijwartir de dijîn. Peydabûna revenda kurd li Ewrupayê yek ji encamên vê çewisandinê ye. Erkê me yê netewî, wijdanî û meruvanî ew e ko, em rastiya milletê xwe bi rayagiştî ya cîhanî bidin naskirin, piştgirî û alîkariyê ji xelkên xwe re peyda bikin. Ji bo wilo, gereke em çalak bin, li deriyê her dezgeheke netewî û navdewletî xin, dostan peyda bikin, zanyarî û lêkolînan bigihînin navendên biryaran û wan deynin ber berpirsyariya wan. Gelê kurd ne pez e ko dagirkirên Kurdistanê, wek berê, wî di kozikan de serjêke û dinya bêje min nedît û nebîna.
Xebata rêxistinên Kurdistana Sûriyê li derve, ne li gora giringî û berpirsyariya pirsa wan a netewî ye. Sedem jî vedigere newekheviya nerîn û boçûnên serkirdayetiyên partiyên wan derbarî pirsa kurd û rêyên çareserkirina wê li welêt. Ev yek rê liber yekgirtina rêxistinên wan ên derve digire, revenda kurd ji hev dixe û pê re jî kilîta pêşvebirina xebatê winda dike. Wekî din jî nişteciyên kurd naxwazin rêya Sûriyê li ber wan bête giritin yan ziyan bigihe berjewendiyên wan ên kesayetî.
Wek tê zanîn, gelê kurd ne bi viyan û razîbûna xwe kete nav sînorên dewleta Sûriyê, rojeke xwe ya xweş li Sûriyê, hîç nedîtiye, hebûna wî her ketiye ber planên nîjadperest û niha jî weke kole û dîl di bin çewisandineke şoven û hovane de ye. Lê gelê me nema jiyaneke wiha dipejirîne û çareserkirina pirsa kurd, bi aliyê xwe yên neteweî û meruvatî ve, bûye merceke sereke jibo lêkirina dewleteke demokrat û pêşveçuyî.
Di mercên niha de, tevgereke kurd a yekbûyî kare vê rastiyê bi rêjîm û opozisyona Sûriyê bide qebûlkirin. Lê mixabin, ne hemû partî vê nerînê dipejirînin, ji bo tiştên biçûk dûrî hev dikevin û hinek, bi erzanî destên xwe didin serdestan. Eger meruv nikaribe êrîşê bike yan nexwaze çalakiyan pêk bîne, bila hema bêdeng be, teslîm nebe û rê li ber xeyrê xwe negire.
Serhildana gelêrî ya Avdara 2004-an hebûn û giraniya netewî ya kurd li Sûriyê nîşanda, lê rêjîma baasê bi alîkariya şovenîstên ereb û perçeyekî tevgera siyasî ya kurd, ev destkevtina dîrokî beravêtî kir.
Pirsa netewî û mafên meruvan nema tenê wek pirseke navxweyî maye. Şovenîstên ereb çavsor û har dibin. Tê xwestin em milletê xwe ji metirsiya komkojiyê (jonîsaydê) biparêzin. Ew jî ne di riya lav-lav û xweînkarkirinê yan bêdengiyê de, belê di rêya peydakirina alav û çavdêrîya dezgehên navnetewî de pêk tê.
Berî herkesî, ji me bi xwe, tête xwestin ko, em li pirsa xwe xwedî derkevin. Nabe em milletê xwe, jibo opozisyona ko, hîn lawaz û tuneye û ji niha ve naxwaze kurd wek netew nasbike, bikin serê rimmê û gorî.
Heta em bawerîyê bi milletê xwe û mafê çarenûsa wî neynin, yek negirin û bi hevra hewil nedin ko, pirsa xwe ya netewî bikin acendeke netewî û navnetewî û garantiyên ewlekariyê ji gelê xwe re peydanekin, dê xebata me her bêkêr be.
– Hûn xebata komiteya koordinasyona kurd li Suriyê çawa dinirxînin?
– Komîteya Koordinasyona Kurd li Sûriyê ji Partiya Yekîtî, Azadî û Şepola Pêşerojê pêk tê. Bingeha siyasi ya van hersê rêxistinan yek e û nerîna wan li ser pirsa kurd li Sûriyê û çareserkirina wê nêzî hev e. Hersê teref dibînin ko parçeyekî Kurdistanê, tev xelkê xwe ketiye nav sînorên Sûriyê û pirsa kurd li vir du aliyên xwe hene, yek jê pejirandina gelê kurd û mafên wî yên netewî ye û yê din, hilanîna projeyên çewisandinê, wek vegerandina hemwelatiyê, rakirina ”Kembera erebî” û siyaseta asîmilekirin û erebkirinê ye.
Hersê partî, herwiha, ji bo pêkanîna van armancan, baweriyê bi xebat û çalakiyên aştiyane û demokratî yên aktîv tînin. Piraniya cemawerê kurd li Kurdistana Sûriyê baweriyê bi van pirinsîpan tîne û roja ko, li wan xwedî derkeve û wan têxe jiyanê ne dûr e.
Herçendî em bayexekî bilind didin Komîteya Koordinasyona kurd, lê ew jî wek hemû bilokên siyasî, alaveke xebata kurdayetiyê ye, û ji bo pêkanîna alternativeke paktir û bikêrtir, em her emade ye.
– Hûn xebata komiteya karên hevbeş li Almanyayê çawa dinirxînin?
– Almanya dewleteke sereke ya Yekitiya Ewrupî ye, revenda kurd a herî gewre li wir e û rêxistinên piraniya partiyên kurd ên Sûriyê li wir hene.
Giringiya Komîteya Karên hevbeş li Almanya, herwiha ji hebûna nûnerên serbixwe tê. Ev komîte li gora biryara komîteya Parîsê fireh bû, destûr û rêbaza wê hatin nuhkirin. Hêvî ew e, ev komîte bi hatina kadirên çalak û zana xurtir bibe û xebata wê, ji welatên din re, bibe nimûne.
– Çima biryar û pêşniyazên konferensa Parîsê neçûn serî, astengî çi bûn?
– Wek tê zanîn, bi mebesta avakirina sîwaneke hevbeş ji bo rêxistin û komeleyên revenda kurdên Rojavayê Kurdistanê li Ewrupayê, du konferens bi alîkariya hin kurdên li Parîsê, li dar ketin. Di ya dawî de, 14-03-2007 an, nunerên hemû rêxistinan û hinek rewşenbîrên serbixwe beşdar bûn û bingeheke gellekî baş ji bo xebata hevbeş li derve hate danîn.
Nunerê Komîteya Koordinasyonê, Hevbendî, Bere, PYD û kesên serbixwe yên li Ewrupayê, komîteyek ji 5 kesan danî. Gerek bû, di nav 6 mehan de, komîteyên welatan demezrîne, destûreke navxweyî emade bike û civîneke firehtir çêbike. Herçendî me çend civîn kirin, pirojeyeke destûrê hate emadekirin û belavkirin, komîteyên karên hevbeş li çend welatan hatin damezrandin û du caran cih û dema civînê hate destnîşankirin jî, lê sarbûn kete xebata komîteya me. Sedem jî bi dîtina min, ew bû ko, ji destpêkê ve û bi behaneya tunebûna mandatê, hin endaman nexwest û nehişt pêwendî û çalakî bi navê komîteyê bibin.
Di pê re, wan nuneneran bi xwe jî nerazîbûna xwe li hemberî xala ”mafê çarenûs” nîşan dan û ji bo danîna civîna fireh, lihevkirineke nuh di nav rêxistinên siyasî de û bê nûnerên serbixwe, kirin merceke nuh. Niha, herçendî komîteya me sarbûye jî, lê hîn jî hêvî ya me heye ko, ew aktîv bibe û erkên ko, xwe dane ber, bicih bîne.
– Kartêkiriya (tesîra) federalîzma Iraqê, avabûna Kurdistana federe çibû lı ser Kurdistana Sûriyeyê? Pêwendiyên we bi partiyên Kurdistana Îraqê û peçeyên din re çawa ne?
– Avakirina Kurdistana Federe bandoreke erênî ya mezin li xelkê û partiyên wan kir û hêviyên wan xurtir kir, lê di heman demê de, kîneke dijwar li nik şovenistan peyda kir. Ew dixwazin kîna xwe berdin ser kurdên Sûriyê û rê li ber wan bi carekê bigirin. Herçendî ev ne cara yekê ye ko Rojavayê Kurdistanê baceya destkevtinên Başûrê Kurdistanê dide, lê cemawerê me, xwe xwedî û berhemê tevgera azadîxwaz a kurd li perçeyên din ên Kurdistanê û nemaze ya bi serokatiya nemir Barzanî dibîne.
Gelê kurd destkevtinên Kurdistana başûr wek yên xwe dibîne û tevgera kurd li vir, xwe berpirsê parastin û pêşvebirina wan destkevtinan dibîne. Hêvî ew e ko, Başûr xurt bibe û nemûneyeke netewî û şarestanî nîşanî gelên herêmê bide.
Lê di heman demê de, wek li gellek cihan, partiyên desthilatê tûşî problemên gendelî dibin û berjewindiyên taybet rê liber berjewendiyên netewî teng dikin.
Tevlî kêmasî û dijwariyên desthilata Başûrê Kurdistanê, helwestê netewî yê serok Mesûd Barzanî derbarî kuştina kurdan di newroza 2008 an de cihê serbilindayê bû.
Bi dîtina me, berjewendiyên her çar perçeyên Kurdistanê bi hev ve girêdayî ne. Dagirkirên Kurdistanê stratîciya xwe li gora vê rastiyê datînin û li hemberî tevgera kurdistanî, hevkariyê bi hev re dikin. Ew bi her awayî neyartiya destkevtinên Kurdistana Îraqê dikin û naxwazin bandora wê li perçeyên din bibe. Ew naxwazin aramî û ewleyî li Başûr cih bigire, dezgehên sîstema sivîl û federe pêş ve herin, yan pêwendiyên normal bi herêm re deynin. Ew dixwazin bi her awayî, herêmê her mecbûrî xwe bikin û di bin şantajê de bihêlin. Di vê pêvejoyê de, xurtbûna tevgera kurd li perçeyên din ên Kurdistanê û ne lewazîya wê, dibe faktorê xweşkirina pêwendiyên Kurdistana federe bi dewletên cîran re.
Herçendî biryara Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê serbixwe ye û em naxwazin têkevin çeperên siyasî yên partiyên kurdistanî, yan bibin teref di nakokiyên wan de, lê em dixwazin têkeliyên me yên birayetî bi hemû partiyên kurdistanî re hebin. Pêwendiyên partiyên siyasî yên Kurdistana Sûriyê bi yên perçeyên din re hene, lê piraniya wan pêşî xwe sûrî dibînin û siyaseta xwe li gora wê datînin.
– Hûn paşeroja Sûriyeyê çawa dibînin?
– Bi demê re, rêjîma Sûriyê, ji bo dirêjkirina temenê xwe, gellek lîstik dikirin, kaxezên xurt xistibûn destê xwe û li gora demê, wan bikar tîne. Têkeliyên bi Îranê re, destdirêjiya nav Libnanê, pirsa aştiya bi Israilê re, pirsa kurd li her çar perçeyên Kurdistanê, lawaziya opozisyona navxweyî, pêwendiyên bi Rusyayê, Koreya başûr û Çînê re, piştgiriya terorê û … hwd, ji wan kaxezan in.
Ji bo giringiya rola xwe nîşan bide, rêjîma Sûriyê, herwiha, bi konetî û şarezayî pirsgirêkan li derdoran peyda dike û paşê, wek xêrxwazekî, navbendiya çareserkirina wan problêman jî dike. Di ber van kaxezan re dijwariyên şer ên Amerika li Îraqê û derketina opozîsyoneke sûrî ko, ji bal xerbê ve nemerxûb e, rewşa rêjîmê xurtir kir. Meruv kare bêje ko, derketina opozîsyoneke wiha rewşa rêjîma totalitar a baas, li hundir û dereve xurt kir.
Va ye niha, ji bo xweşkirina pêwendiyên xwe bi rojavayê re, rêjîm kaxezên bi Israil û Lubnanê re bi kar tîne û opozisyona wê jî lewaztir dibe. Di heman demê de, rola mafiya siyasî – ekonomî li welêt mezintir dibe, giraniya dezgehên îstîxbaratî – leşkerî dijwartir dibe û buhabûna jiyanê benê hustiyê xelkê bêtir dişdîne.
Instiyatîva “Yekbûna ji bo Derya Sipî” kare bibe sedemê dijwartirkirina çewisandina mafên meruvan li Sûriyê û li welatên başûrê Derya Sipî bi giştî.
Bêguman, dema rêjîmên yekpartî, diktator û totaliter derbas dibe û dawîêya rêjîma baas li Sûriyê, zû yan dereng ê bê.
Bidawîanîna şerî li Îraqê, çarekirina pirsa Golan, lihevhatina lubnaniyan û jihevxistina benda bi Îranê re mercên guhertinan li Sûriyê peyda dikin. Lê rêjima baas dizane ko, demokratî herifandina wê ye û ew naxwaze gora xwe bi destê xwe bikole û bi her awayê wê li ber xwe bide. Lewra jî rastiya ko, gereke xêrxwazên Sûriyê zanibin ew e, opozisyona îro, bi raman û imkanên xwe tenê nikare rêjîma baas biguhere û bêyî bidestxistina mafê çarenûsa gelê kurd, li gora peymanên navnetewî, ne aramî, ne demokratî û ne guhertinên bingehî û dirust karin pêk bên.
– Tevgera kurd li Kurdistana Rojava ber bi ku ve diçe, hûn paşeroja wê çawa dibînin?
– Sûriyê bi giştî hatiye ber guhertinan û pê re jî mercên objektîv û yên subjektiv ên xwenuhkirina tevgera kurd peyda dibin. Bi şiyarbûna gelê kurd re, bi saya çalakiyên demokratî û piştî serhildana gelêrî, naverok û armancên tevgera kurd zelaltir bûne û alavên wê jî gereke li gora wê bêne guhertên. Kurd çareseriya pirsa xwe li Sûriyê, di wekheviya neteweyî û şirîkatiya bi ereban re dibînin. Êdî nema ji terminê ”Kurdistana Rojava” û ”mafê çarenûsa xwe” ditirsin, bi bindestiyê nema razî dibin û çewisandinê qebûl nakin. Doza hilanîna encamên serjimartina ewarte û ”Kembera erebî” dikin. Partîyên ko, pê re negihên, siyaset, armanc û alav ên xwe neguherin, cih ji wan re, di nav civata kurdayetiyê de namîne. Kurd, di guhertinên paşerorja Sûriyê de, hêza herî berbiçav e û tevgera wî, bi yekbûna xwe, kare rola sereke di paşeroja welêt de bilîze. Partiyên me, pir caran, nêzî hev dibin û niha karin xebatên siyasî bi hev re bikin. Em bi milletê xwe bawer in û roja pêkanîna hevbendiyeke siyasî ya kurd li Sûriyê dûr nabînin. Ji bo çareserkirina pirsa kurd li Sûriyê, yekbûn mercê bingehî ye û di pêkanîna wê de, em geşbîn in.
——–
Jêder: NETKURD