Xwezî roja ku bêm ba we

Xelîl Sasûnî

Eva salek te dev berda ji van dost û hevala.
     Te koçkir û Te pişt da me, Tû dûr ketyî ji mala.
Tû may bê deng, tek û tenha, ne şand bo me silavek.
     Xuyaye rast Tû dil sar bûy ji dinya pûç û vala.
Ji lewra ku di jînê de… Nexoşî tev Te dîtin.
     Nemaze westa cotyar û derdê şivan û pala.
Deka seyda em paşguhkin: Gilî, gazin ji jînê.

     Zehmetkêşî ji bîrkin em, herin xewn û xeyala.
Çiqasî em bibînin zor li ser xaka zemînê.
     Illa rojek emê çin jor… Li ser hewran û bala.
Du,akê dê bikim seyda, û Tû jî bêje: Amîn.
     Nemînî kul di gorê de… Zû bînim bo Te: Ala.
Xwezî roja kû bêm ba we civata Tew Cegerxwîn.
     Cizîrî, Xanî û Namî… Vexun pevre: Peyala.
Li dora me: Perîzade, bi kêf û ken, xelek bin.
     Binoşin mey ji lêvên wan, wekî şîrê helala.
Ji çavên mêşinî ber ew xedeng û tîr û gezman.
     Bibarînin lebaleb me ji goşên wan hîlala.
Ewan pîran, bi hev re dane fitwa: Ku duriste:
     Çi tiştê bête xwestin ew ji wan şox û şepala.
Bila her yek bibî: Meyger, bidin me: Ava kerkûş.
     Bi wan destê sipî nazik, dêmên b,şewq û şemala.
Dîsa:
Xwezî roja ku bêm ba we, civata Tew Cegerxwîn,
Cizîrî, Xanî û Namî… Vexun pevre: Peyala.

02.07.2008
Şam

* Ev helbest, di salyadiya koçkirina seydayê Keleş hate xwendin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…