DI KÎJAN LAYÎ DE NE EV RÊKXISTININA ? Û KANÎN PÊDIVIYÊN WAN ??

  Sernivîsa rojnameya DENG
    Xuya ye ku rêpîvana guhertinê û veguheztina demoqrat berdewam dimîne li cîhanê, û ew nesekinî û dê nesekine ji hilweşîna Yekîtiya Soviyet û vir de li Ewropaya rojhelat û dewletên Bulqanê û ta Afganistan û Îraqê û heya  vê roja me, tevî ku ew ji xwe re durv û şêwene nerêk distîne, li gorî helûmercên ramyarî û sirûştiya civaka li ber guhertinê û radeya pêşkevtina wî ya aborî û ramyarî û sirûştiya rijêma desthelatdariyê tê de û siyaset û hevbendî û prensîpên wî, û şêweyên wî di kar û standina biryarê de û radeya rola wî (bandor û daxbarî).
Herweha rêpîvana guhertinê ji serboriyên xwe fêr û şîretan digire û guh dide adgar û bûyerên barûdoxa ramyarî ya her roj rengek e, ji bo ji xwe re li gorî wê nîgarbike taktîkên pêwîst û guncaw û şêweyên karî wek ku armancên daxwazkirî misoger dike bi kêmtirîn buha û ziyanê, û nedubarekirina yê ku li hindek deverên cîhanê bû, û li dawiyê Îraq bû.
    Û ji vir de, hinek bingeh û riwangene nû he ne, dixwazin barûdoxa deverê hemî nûjenbikin û ji nû de wê rêkbixin, herifîn û adgarên wan xuyadibin di asoyên siyaseta navdewletî de û belavkirina wan ji rol û erkan re di rêya livine ciddî re yên hemî diplomasiyên navxweyî û erebî û herêmî û cîhanî, di guhdaneke temamî re ji barûdoxên herêmê û sirûşta têkoşînên li dar û ji hev şêl bûyî re, ên ku hoyên domandina xwe yeko – yeko windadikine, û bi qasî rijdiya hilgirtina wan ji çare û dermankirinên durist re, û bi qasî wê rijdiyê behaneyên dirêjahiyên ramyarî radibin ji hemî navderên  herêmî û navdewletî re, çi sebaret bi Libnanê an Felestînê an Îraqê ..h.d, û gellekan ji hoyên domandina pirr yasa û pêrabûnên zordar nahêle, û hoyên bixayîndanê û sepandina rahatin û siyasetên zordar sinûrdike, ji serkutkirinê û girtinê û stemê di derheqê zaroyên yek welatî de.
    Û di pêvajoya danîna tiştan di rêbara xwe ya sirûştî de, hindek rol xuyadibin, jê:
– Rola erebî, di rêya şiyanên Qeterê re bi başiya têkeliya wê di gel rojava û dewletên herêmî, û pêşweziya wê ji rexên xwedanên dozê re û encamdana rêkkeftina Dewhayê ji lihevkombûna rêza libnanî û bidawîkirina pirsgirêka seroketiyê û rewşa asayişî û giftûgoyên berdewam li ser sazkirina hikûmeta yekîtiya niştimanî heya gihêjtina biserîkirina bingeh û hoyên rêkeftina niştimanî.
– Û herweha rola herêmî di rêya hewildanên Turkiyê re û navinciyatiya wê sebaret bi danûstandinên sûrî – îsrayîlî yên destpêkirin di heman çaxa rêkkeftina Dewhayê de li Qeterê, û hîn berdewam in ji bo bibine danûstandinine rastexwe û berdar, û encamê wan ji hewildanên Sûriyê berve wekhevkirina nakokiyê de di navbêna herdu bizavên FETIH û HEMAS wek rêxweşkirinê ji bo ku rexê felestînî bikeve giftûgoyeke rastexwe bi rexê îsrayîlî re.
– Û roleke sêyemîn navdewletî ye di rêya liva diplomasiya frensî re berve pakkirina asimanan de bi Sûriyê re piştî sariyek dirêj di têkeliyên herdu welatan de.
    Û pendyarî di hersê rolan de xuyadibe – tevî piştîneyên wan ên navdewletî yên kûr – di ku dewleta Qeterê ne di têkoşînek rastexwe de bû  bi ti dewletên herêmê re (wek ku he ye sebaret bi Misirê û Se””””””””””””””””ûdiyê di gel bilî wan re), nemaze li ser qada libnanî, û Turkiya wek dewletek xwedî têkeliyên herêmî yên baş bi layê îslamî re bi giştî û bi layê erebî re û nemaze yê sûrî piştî rêkkeftinên dawîn bi taybetî, û hevbendiyên wê bi layê îsrayîlî re di gel piştîneyên wê yên rojavayî. Frensa jî, çimkî têkeliya wê bi avzêla deryaya navîn re dîrokî ye û nemaze bi Sûriyê û Libnanê re ji rojên raspardekirinê de, û her weha seroketiya wê ji Yekîtiya Ewropî re, û paşê rola wê hajêbûnê çênakê wek ku Amerîka be – tevî heyina destên Frensa di hemî rêkxistinan de – û herweha lidarxistina Frensa ji komta dewletên (Yekîtiya Navîn) di 13 ê vê Tîrmehê de, û bangkirina wê ji Sûriyê re ji bo beşdariyê tê de.  
    Guman nîne ku hersê rol ji yek riwangeh de derdikevin, û hevdu temamdikin, û bi hev re dixwazin bingeh û sinûrine deynin ji rêkxistinine nû re di deverê de bi gelemperî, û dernakevin ji pêvajoya proseya guhertinê ya rewan li cîhanê, û – weku ji têkeliyên wê de xuya ye – destpêdike bi dermankirina cihên girjîbûnê (Libnan, Felestîn, proseya aşitiyê, Îraq), û vegerandina Sûriyê ji rêza erebî re, li gor gotekên wan, û paşê danîna wê li ser rêgeha guhertina hêdîhêdî, wek ku li dewleta Misirê û derine din bû, û li dawiyê tenêhêjtina Îranê ji layên navdewletî û herêmî de û geflêxwarin, û hevrûşiya Îsrayîlê jê re bi piştgiriya rojavayî, an pêxweşkirina di mercên nehêjtina zaxkirina yoranyomê û sekinandina bernameyê wê yê etomî û guherandina reftarê wê bi herdu dorûberên wê yên herêmî û navdewletî re wek ku xizmeta rêkeftinê dike ji bo bidawîkirina barê terorîzmê (tirsandinê)  û çekên wêrankirina têkrayî û berîdana berve veguheztina demoqrat de heya gihêjtina biserîkirina mercên pêkanîna azadiyên giştî û misogerkirina mafên meriv û mafê gelan di çarenûsînê de.
    Heger Sûrya jî, li gorî wan rolan, biryara xwe vebirriye di lidûvhatina bi herdu dorûberên xwe yên herêmî û navdewletî re, û qayîlbûna bi mercên giftûgoyê bi rêveçûna guhertinê û veguheztina hêdîhêdî re berve jiyanek demoqrat de? De kanîn pêdiviyên rewşa navxweyî yên bingehîn ji bo selmandina rastiya wê, û di pêşiyê de jî nehêjtina barê neyasayîyan û fermandanên nerêtî û dadgehên awarte û azadberdana girtiyên nihêrînê û helwesta ramyarî û berdana azadiyên demoqratî ..h.d. Lê tiştê ku dibe ne wek wê ye heger ne bervajî be, çiku girtin berdewam e û rewşa ramyarî tengtir dibe, û siyaseta regezperest di derheqê milletê kurd de ziyatir dibe, û nediyariya asoyên sekinîna li ber doza wî ya neteweyî wek doza gelekî ku li ser xaka xwe ya dîrokî dijî, di gel peydakirina rijêmê ji alavên girijîbûnên navxweyî û ziyadbûna gendeliyê û berdayîyê û mehsûbiyetê, û ziyadbûna karwanên bêkariyê li sûkan û li ber fermangehên şolên civakî û karî, û diyarbûna diyaroka gunehbariyê û diziyê ji ber birçîbûna belavbûyî di nav texine fereh de ji civaka sûrî, çi bi sedema hişkatiyê an bi sedema tunnebûna derfetên karî û ziyadbûna kujtyar di nirxên gereste û berhemên bikarbirinî de nemaze piştî bilindbûna nirxên ardû û bitaybetî jî mazotê û ziyanên mezin ên ku ji ber wê gihêjtine hemî navderên çandinî û çêrandinî û xwediyên dahatê sinûrkirî û hemi xizanan..
    Û bi vê wateyê jî, û di heman pêvajoyê de, Sûriya nikare digelçûna qonaxê û guhertiyên wê bike, û nikare dilsoziya xwe biselmîne li ber civaka navdewletî, heger hindek pêrabûn û rêkxistinên bilez bikar nehîne berve xweamadekirinê de ji pêdiviyên rewşa navxweyî re ji azadiyên giştî û misogerkirina erkên jiyana hêja ji hevwelatiyan re û venasîna aşkere û rastexwe bi Sûryayeke curbicur ji layên neteweyî û ayînî û ramyarî de, û amadekirina alavên çareserkirina doza kurdî wek doza milletekî ku li ser xaka xwe ya dîrokî dijî, û di çarçoveya yekîtiya welatî de û wek ku pişkdariyê di pêşketina wî de dike.
———————————————-
* DENG rojmameyek giştî ye, ji weşanên nivîsîngeha çand û ragihandinê, ya partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê
———————————————-
Ferhengoka sernivîsê:
Adgar – ملامح
Aso – أفق
Avzêl – حوض
Ayîn – دين
Awarte – استثنائي
Alav – عوامل
Ardû – وقود
Bikarbirinî – استهلاكي
Barûdox – وضع
Berdar – مثمر
Bandor – تأثير
Behane – حجة، ذريعة
Bixayîndan – تخوين
Bizav – حركة
Bar- حالة
Berdayîn – تسيب
Çarçove – إطار
Durv – شكل
Daxbarî – تأثر
Derya – بحر
Dorûber – محيط
Diyarok – ظاهرة
Derfet – فرصة
Digelçûn – مواكبة
Dahat – دخل
Erk – مهمة، واجب
Fermandan – حكم
Fermangeh – دائرة (حكومية)
Girjîbûn – توتر، احتقان
Gendelî – فساد
Gereste – مادة
Gotek – زعم، ادعاء
Hevrûşî – تحرش
Helwest – موقف
Ho – مبرر
Hajêbûn – تحسس
Herifîn – تداعي
Hişkatî – جفاف
Helûmerc – ظروف
Komt – قمة
Têkrayî – شامل
Kujtyar – قاتل
Lidûvhatin – تجاوب
Merc – شرط
Nirx – سعر، قيمة
Navinciyatî – وساطة
Nakokî – خلاف
Nîgar – رسم
Neyasayîyan – طوارئ
Nerêtî – عرفي
Navxweyî – محلي، داخلي
Nerêk – مخالف، مختلف
Nemaze – خاصةً
Pêvajo – سياق
Pendyarî – حكمة
Piştîne – خلفية
Pêrabûn – إجراء
Prose – عملية
Pirsgirêk – مشكلة
Rade – مستوى
Rijdî – جدية
Rahatin – ممارسة
Riwangeh – منطلق
Rêpîvan – مسيرة
Rol – دور
Rêbar – مسار
Rex – طرف
Reftar – سلوك
Rêxweşkirin – تمهيد
Rêkkeftin – اتفاق
Raspardekirin – انتداب
Rêveçûn – مسيرة
Regezperest – عنصري
Rêkxistin – ترتيب
Tex – شريحة
Selmandin – إثبات
Şêl – شعبة
Şol – شأن (شؤون)
Şêwe – أسلوب
Şiyan – جهد
Sepandin – فرض
Wêrankirin – دمار
Wate – معنى
Ziyan – ضرر
—————-

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…