Dr. Dara Arif Abbas jî çû ber dilovaniya Xwedê

  Qamişlo. 06/10/2008, Vê sibehê welatparêz û bijîjkê kurd Dr. Dara Arif Abbas, piştî temenekî 78 salî, di mala xwe de li bajarê Qamişlo koça dawî kir.

Dr. Dara yek ji hersê doktorên kurdan yên pêşîn bû ku li Qamişlo bijîjkxane (kilînîk) vekiribûn. Di wê bijîjkxaneyê de nexweşiyên xeklên Cizîrê bi tev nijadên wê ve çareser dikir..
   Wî jî wek hevalên xwe yên mişextî; Dr. Ehmed Nafiz (1899 – 1968) û Dr. Qasim Miqdad (1932 – 1992), bi hezaran ji xizan û belengazên Cizîrê ji destê nexweşîyên wek: Sorik, Xwirî, Tîfoîd, Melarya û êşa zirav diparast, di wî heyamê ku pijîjk di nav kurdên Cizîrê de peyda nedibûn ji bil Dr. Nafiz û di pey wan re Dr. Qasim Miqdad li wan zêde bû..Û niha bi sedan bijîjkên me çêbûne..
   Hêjaye gotinê ku Dr. Dara Arif Abbas di sala 1930 î de li Helebê çêbûye, piştî ku bavê wî Arif beg Abbas di sala 1929 an de, di gel Dr. Nafiz Zaza, Dr. Nûreddîn Zaza, Şewket Beg, Mewlana Rifet beg Zade.. ji neçarî kurdistana bakur li pişt xwe hiştin û berê xwe dane sûriyê, bajarê Helebê û li Sûriyê xebat û bizav di komela Xoybûnê de kirin.. Ji pênc salan ve Dr. Dara nexweş bû, ta ku îro rihsitîn emanetê xwe jê stand.
   Îro 06/10/2008, piştî nimêja esir, bi beşdarbûna welatiyên Cizîrê û doktorên wê ve, wê termê wî di goristana welatparêzên kurdan de li gundê DUGIRÊ bê veşartin, di rex dê, bav û herdu hevalên wî, Dr. Ehmed Nafiz û Dr. Qasim Miqdad de.
Rehma Xwedê li cane wî bibare, bihişta rengîn mala wî be, sere malbata wî sax be û sere gelê kurd sax be.
Şîna wî sê roj in, li bajarê Qamişlo ye, li mala birayê wî Lazgîn Arif Abbas e. Bo pêwendiyan biraziyê wî Avokat Feyrûzan Lazgîn Abbas, Qamişlo,

tel: 0933203204

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…