her bilind bimîne bejna helbesta kurdî

 mehrecana 13an xalek veqetandî bû di xebat û bizava rewşenbîrî de
Di dawiya xebata salekî de , bi darxistina mehrecana 13an bi encam bû .
Komîta amadekar ya mehrecana 13.an civîna helsengandina karê salekî ji xebata xwe nirxand , û li ser kêm û kasên li rûdayîn rawestiya .

Di serî de em rêzdarî û sipasiyên xwe ji hemî kesên beşdarî mehrecanê buyîn re dikin  , çi mêvan , helbestvan , nivîskar , rewşenbîr , dezgehên ragihandinê , guropên çandî û tevgera siyasî , yên bûyîn alîkar ji pêkanîna vê helkeftê re .
Komîta amadekar berî niha bi heft civînên karûbar li hev civiya , di her civînekî de rê û rismek ji xwere kire armanc û kam , bi qasî derfetên di destê xwede li ser hûrikên kar rawestiya .
Pêşî hemî endamên komîtê bi giyanekî berpirs tevgeriyan û xebat kirin , tevî rêzgirtina ji xebata siyasî re lê biryar hate standin ku mehrecan ji bin siha partiyetî derkeve û bibe çalakiyek rewşenbîrî ,
Komîte bi çavekî wek hev temaşe li hemî helbestvanan kir , ji bo vê yekê destek ji hemî hêzên hevcih hate xwestin da ku bi xebata wan re arîkar bin .
Bi karekî hevbeş çend qûnaxên sereke ji xwe re kire bingeh .
Berhemên komîta amadekar :
Çapkirin û weşandina pertûka mehrecana 12.an ya helbesta kurdî .
Danheva berhemên hemî helbestvanan .
Beşdarbûna komîtê di ahingên rewşenbîrî de , di bin navê komîta amadekar a mehrecana 13an de .
Agehdarkirina hemî helbestvanan da ku berî 2592008.an berhemên xwe bighînin ber destê komîta amadekar .
Wergirtina diravî ji bal hêz û rexistinên kurdî  .
Ronkirina rêkûpêkiya derçûna mehrecanê di dezgehê ragihandinê de .
Avakirina komîtek nirxandinê serbixwe ji heft kesî , pispor û kawirê nirxandina berhemên gihayîn ber destê komîta amadekar .
Rakirina navê xwedanê her helbestê û bi nimreyan hatin nîşan kirin berî bighin ber destê komîta nirxandinê .
Komîta nirxandinê ji xwe re çend xalên pîvanên helbestan danîn û li gorî wan pîvanan pile  (piwan ) rêzkirin,ci ji helbesta kilasîk yan ji ya nûjen re :
1-Kêşana helbestî .
2-Rêziman û rênivîs .
3-Wêneyên hestyarî .
4-Çêj .
5-Naverok û babeta helbestê .
Her endamek ji endamên nirxandinê bi serê xwe berhem nirxandin û pile danîn .
Hejmara helbestên hatîn nirxandin 108 helbest bûn , ew hemî bê nav , bi nimreyan gihan komîta nirxandinê , piştî wergirtina pileyên helbestan ji aliyê komîta amadekar ve , pile hatin komkirin û dabeşî heftan bûn , û di encamê de rêzika navan diyar bû .
Komîta amdekar sê xelat terxanî vê mehrecanê kir ,( kêşesaz , nûjen , rêzdarî ) .
Wergirtina xelatan :
·        Xelata çaktirîn helbesta kêşesaz helbestvan MELEVAN RESÛL wergirt .
·        Xelata çaktirîn helbesta nûjen helbestvan DILDARÊ AŞTÎ wergirt.
·        Xelata rûmetê ji bo helbestvan EHMEDÊ ŞÊX SALIH hate dan .
·        Biryara komîtê ew bû ku 40 helbest ên pileyên bilind werin xwendin .
·        Vexwendina bê cidahî ji kesayet , rewşenbîr , helbestvan , guropên candî û tvgera siyasî re .
·        Helbestên 50 % pile wergirtîn di pertûkê de werin çapkirin .
·        Tomarkirina navê endamên komîta mehrecana 14.an .
Her çendî kar û xebat bê kêm û kasî nabin , em lêborîna xwe dixwazin û bi hêvîne di paşerojê de ew şaşî werin derbas kirin .
Hejmarek helbestvan di vê ahengê de beşdar nebûn ji ber hoyên taybet , lê tişta balkêş ewe ku me rêpîvanek şaristanî û hemdem   ji nirxandina helbesta kurdî re kire bingeh , ji lew piraniya helbestvanan lêvegerek û xwendinek nû ji helbestên xwe re çêkirin .
Komîta mehrecana 13an ya helbesta kurdî li Sûriye
Qamişlo 29/10/2008
  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…