Bêzelê, te çi kir û çi nekir…!?.

HOŞENG OSÊ

Divê êrşa ser qereqola Bêzelê, ji aliyê ragihandin û nivîskar û rewşenbîrên kurdan, hîna kûr û fireh û zêdetir were vekolînkirin. Tevlî ku gerîllayên ARGK’ê, û pişre yên HPG’ê, êrîşê ji ya Bêzelê mestir û giranitr lidarxistin, lê ne wek ya Bêzelê, Tirkiyê û herêmê û cîhan hejandin. Ji ber çi?.

Ji ber ku dema lidarxistna vê çalakiyê, pir taybet bû. Ev çalakî, hat weteya bersiva PKK’ê li ser hevpeymaniya navbera AKP û generalan ku tê binavkirin; hevpyamaniya Erdogan û Başbug. Ev çalakî, bersiv da gotinên Başbug ên li Amedê ku li wira gotibû: “PKK’ê li ber hemana tinebûnêye”. Ev çalakî, teqezkirina têkçûna dagirkirina artêşa tirk a başûrê Kurdistanê roja 20’ê meha sibata 2008’an û têkçûna Biyukanit – Erdogan a li herêma Zapê ye. Ev çalakî, teqezkir ku hevpeymaniya Tirkiye, DYA , Îsarîl, Îran, Sûriye, Iraq û hin hêzên başûrê Kurdistanê li ser tevgera azadiya kurd, bi pêşangiya PKK’ê, ev hevpemanî têkçû.

Êrîşa Bêzelê, Tirkiyeyê ji kokê de hejand û hikûmeta AKP’ê û generalên artêşa Tirk tazî kir. Ev çalakî, hişte gelek nivîskar û qunciknivîsên rojnamên tirkan yê netewperest jî êdî bêjin: şer û kurştin û xwîn û bombe…, ne çaresriye; divê em dev ji van metod û rêbazan berdin. Çalakiya Bêzelê, hişte dengê aştîxwaz û demokratxwazan li Tirkiyeyê bilindtir bibe. Nago ev çalakî, hemû bazar û hesabên kirêt li ser PKK’ê û hemû gotinên li ser lawazbûn û têkçûna PKK’ê vala derxist û masê li ser plangêran ve qulipand.

Hinek kesên tewtewe û Bekoewan ku dixwazin xwe li ber dilê serkirdatiya Başûrê Kurdistanê şêrîn bikin, qaşo ew jî “nivîskarin”, dixwazin çalakiya Bêzelê biçûk bikin û bi çend hevokên gemarî vê çalakiyê vala derixin. Lê ev çalakî ji wan û bavê wan jî mestir e. Ev çavnebar û zikreşên derewşor ku kîna wan a li hinberî PKK’ê ji ya tirkan jî mestir û kûrtir e, dibêjin: Çalakiya Bêzelê, dê bihane bide tirkan da tezkere nûbikin û başûr dagirbikin. Tu dibê qey tirk li benda çalakiyê HPG’ê ne da berê xwe bidin başûr! Tu dibê qey 9 baregehên leşkerî ên tirkan û zêdetirî 3000 leşkerên tirk li Başû nîn in? Tu dibê qey ev ne saleke û firokên tirk Başûr bombebaran nakin?

Ger tirk derbasî Başûr bibin, dê xizmeteke dîrokî ji kurdan re bikin. Dê Başûr û Bakur nemîne. Dê doza kurd li Bakur û Başûr dê kurdê Iraqê têxe îmtîhanê ya dê ligel doza gelê kurd bi giştî bin yan dê ligel berjewndiyên xwe yên herêmî û partiyê bin. Tevlî herêma tampon ku pê kurdan tehdît dikin ji xêra mala xwedê re tirk wê tamponê çêkin, da ku 380 kîlometra sînorên Tirkiye û Iraqê li wan bibe dojeh. Wê çaxê, em zirt û fortên tirkan bibînin. Ji bilî ku Bakur û bajarên tirkan dê bibe agir û pêt li ser serê bazirganvanên şer ên tirk. Gotjna dawî ev e: Tirko, me te li jor jî dît û me te li jêr jî dît. Îca, ji bilî çareseriyek aştiyane tu rê li pêşiya te nemaye.

Jêder: Azadiya Welat
http://www.azadiyawelat.com/nivis.aspx?n_id=993

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…