Dr. Heznî Haco
Heznihajo@hotmail.com
Mixabin, dema mirov nirxandinên beşek ne kêm jj rewşenbîrên kurd li hember tevgera azadiya bakurê Kurdistanê dixwîne, çi namîne ku quloç bi serê yekî ve çê bibin.

Dîsa mixabin ku pirraniya van pênûsan di NETKURDê de li hev dicivin. Yek ji wan nivîskareke ku di pirraniya nivîsên xwe de tevgera azadîxwaza bakurê welêt ji xwe re kiriye armanca rexneyên neyênî.
Gernasiya herî kêm ew e ku mirov berî her kesî bi xwe re rast be. Rexnevanê me di gotara xweyî dawî de gelek xal anîne hole, yek ji wan çespandina ku:” PKKe guh nade nêrîn û daxwazên gel û gel jî xwedî wê îradeyê nîne ku mudaxeleyî karê PKK-ê bike . Loma jî her ku diçe dîwarek dikeve nava gel û PKKê”
Mirov dikare bi axiftinê dîwaran li gora dilê xwe tenik an qalind bike, dema ti minî-referandom an rapirsiyek li pişt van axiftinan tunebin, ên ku bi rengekî zanistî ku li ser bingihên statistîk û belgeyên pêbawer hatibin afirandin.
Nivîskarê me 2 bûyerên kevn anîn bîra min. Yek jê bi birêz û xwedêjêxweş Hemreş Reşo re, di sala 1989an de ye. Nexweş bû û min ew ji mêj ve nedîtibû, ji ber wilo min serek lê da. Li ser masa wî çend hijmarên govara TEVGER li ser hev bûn. Naveroka pirraniya hijmaran li ser rewş û kesayetiyên kurdên başûr bû. Em tev dizanin ku piştî 1988an rewş li vî perçî di çi warî de bû, berevajî rewşa bakur ku roj bi roj têkoşîn bi pêş ve diçû, lê mixabin ev têkoşîn ne bi dilê her 8 rêxistinên bakur bû, ên ku TEVGER ji wan pêkhatibû. Rêxistina TEVGERê xwe wek nûnera gelê bakur dida xuyakirin. Bi gotinek din û li gor axiftinên wan ên wê demê ” dîwarek pirr qalind di nav bera gel û têkoşîna PKKe de hebû “. Dibe ku ta radeyekê ev dîtin rastbû, ji ber ku tenê 5 sal di ser destpêka têkoşîna çekdarî ya PKKe re derbas bibûn. Tevkujiyên Dêrsim, Geliyê Zîlan, Eleqemşê û bi dehan tevkujiyên din hîn li ber çavan bûn. Dîwarên tirsê di mejiyan de hîn nehatibûn hilweşandin. Mebesta min nirxandinên stûrbûn an tenikiya vî dîwarî hîn di mij û moranan de bûn.

Bûyera din di sala 1993iyan de bû. Rêvebirek ji yê rêxistinên rojava ji Almanya çûbû başûrê welêt. Di bakur re derbas bibû. Digot ku di nav kurdên bakur de kêm kes bi PKKe re mane. Çespandina vî rêvebirî jî hinekî tê guvitandin (hezimkirin), ji ber ku Hizbulah, ê ku tirkan di destpêka salên 90î de afirandbû, tirseke nuh peyda kiribû.
Piştî 24 sal ji têkoşîna çekdarî û xebatên bê westan ji rexê partiyên legal de, ji HEP ta DTPe ev rexnevanê me tê encameke weha ku mirov matmayî dihêle. Ev nirxandin ne dûr e ji danezanên serokwezîrên tirk wek Çiller, Yilmaz, Ecevid ûyd., dema digotin ku PKKe marjinal bûye. Bila nivîskarê me li min bibûre; ez wî bi tizbiya wan serokwezîran bernadim, lê mixabin têgihiştin her ew têgihiştin e.
Tê bîra min dema dewleta tirk xwest NEWROZê bike NEVROZ. Li Amedê û bajarên dinî Kurdistanê leşker, polîs, cerdevan ûhwd didan hev da ku vê roja pîroz ji gelê kurd û tevgera wî birevîne. Hinek ji kurdan jî ketin pêşbirkê. Lê di NEWROZA 2008an de hijmara van kurdan li Amedê 200 kes derbas nekir. Min ne bihîst ku dewletê jî vê carê şahî lidar xistibin. Gelo ev dîwar ê ku nivîskarê me wî bilêv dike, di navbera gelê kurd û dewleta tirk, gelê kurd û van kurdan, an gelê kurd û PKKe de peyda bûye?
Pîvanên ku nivîskarê me û yên weke wî diramin, nirxandinên xwe li ser dîtinin weha ava kirine ku tam berevajî nirxandin û çespandinên bi dehan general, rojnamevan û lêkolînerên tirkan bi xwe ne. Hêz û alavên van kesan hene ku xwe bi wan bigihînin encamin rast. Ez ne di wê baweriyê de me ku nivîskar û rexnevanên me yî ji vî rengî xwedan hêz û alav bin.

Dema mirov nirxandina rojnamevanekî ji girs û giraniya yekî weke M.A. Birand ku dibêje: “Divê em xwe nexapînin – heger ev yek ne bi dilê me be jî – itiraf bikin ku PKKe kîmya pirran ji me guhert û pîvanên me serobinî hev kir. Êrîşên dawî li Aktûtûn (Bêzelê) heybeta leşker şikand. Leşkerê ku em ji nebezdana wî bi bawer bûn” …. uhwd ta digihêje hevoka ku dibêje: “Vê yekê piştgîrî û palpiştî ji PKKe re zêdetir kir”. Ez dibêjim dema mirov van nirxandinan û yên hinan ji me dide ber hev sergêjekek bi mirov re çê dibe.
Heybetşikandin û lawazkirina baweriya tirkan bi leşkerê wan, vî dîwarî – heger hebe – ji holê radike yan stûrtir dike?
Nivûskarê me di vê gotara xwe de xalek din î seyr raxistye. Dibêje: “Bêguman em dizanin ku armanca sereke ya dewleta tirk bêaramkirin û ji holê rakirina bidestkeftiyên kurdistana azad e. Lê di mercên îroyîn de ev yek ne mumkin e”. Bi rastî ez dibeyicim (dihesidim) vê xweşbîniya ku Hecî Bosh – ê ku li cem me – weke Bavê Azad dihat binavkirin, hînjî me kurdan li rexekî û erebên sinna li Iraq, dewletên erebî û dewleta tirk li rexekî din, weke hev dipîve? Xwezî weha bûna û me bikariya bê xem û tirs li piştê razana.
Li Iraqê ji bilî kurdan pê ve kes dabaşa federalizmê êdî nema dike. Şî,a di destpêkê de weke kurdan her dem binav dikir, lê hêdî hêdî celebin ji wan vê gotinê hew tînin zimên. Sinna ji roja roj de, di bin bandora Siûdî Erebistan, Misir, Sûrî û Tirkan de federalizm ji xebat û agendeyên xwe bi carekê avêtin. Di rojhilata navîn de ev in hevpeymanên Bavê Azad. Malikî bi zimanekî dirêj Kerkûk ji Kurdistanê derdixe. Dewleta tirk roj li nîvro hewl dide ku carek din kurdan berde pêsîra hev. Ev tev ji nivîskarê me re ne davikên veşartî ne.

Gotina dawî: Mixabin ku hijmarek ne kêm ji rewşenbîrên me dîsa hebûna PKKe li başûr dikin mertal ji behaneyên vala yên desthilatdarên tirk re. Dewleta tirk her dem li ser êgir e dema li seran serê cîhanê dabaşa kurdan tê kirin, vêca çawa dema di kêleka xwe de herêmeke rizgarkirî ji Kurdistanê dibîne. Har dibe dema xalîçeyên sor ji birêzan Barzanî û Talebanî re tên raxistin. Dîn dibe dema xweşbûnekê di navbera rêxistinên kurd ên sereke de dibihîze.
Ta berî Bêzelê rojnamevanên masmedya tirk wek leşkerên bê cil û berg di bin fermana dewleta xwe de bûn, tevî ku wan dizanibûn ku bergirî li neheqiyê dikin. Doza me doza herî (mafdar) heqane ye di cîhanê de. Netewa kurd netewa herî mezin e li vê dinyayê ku ne serbixwe ye.

Ji mafê her rewşenbîrê kurd e ku serok û tevgerên xwe rexne bike, lê ne tenê rexneyên neyênî.