Bîranîna salvegera karesata Helebçe

  Îsal 20. min bîranîna yek j iwan karesatên mezine ku bi ser gelê me de hatiye bi bîr tînin. Ev jî bîranîna karesata Bajarê HELEBÇE ye ku ji aliyê rejîma dîktatoriya Iraqê li roja 16 adarê 1988 bi çekên kîmyewî bombebarn kir. Di vê hêrîşê de ji 5000 pirtir jin, zarok, pîr û kal şehîd bûn û bi hezaran jî kes birîndar bûn. Heta niha jî ji ber birîndariya vê karesatê mirov jiyana xwe ji dest didin.
Ji bo rêzgirtin û ne jibîrkirina van goriyan rêkxirawa Women Aid ku rêxistineka serbixwe  û bêlayan bi ser çi rêxistineka olî û siyasîve negirê daye, bi tenê mafê jinan li welatê Swêdê diparêz e.
Em vê bîranê wek barekî ser milê xwe dizanin ku 20 min salvegera vê karesatê bi bîr bînin û naletê li kiryarên weha bînin ku çi car karesatên weha nemirovane di cîhana ev ro de rû nedin.
Rêxistina me, bi sazkirina nav û nîşana HELEBÇE gel e li roja 16-03-2008 bi pêşkêşkirina çend gotarên siyasî û babetên hunerî û bi beşdarbûna çend kesayetiyên siyasî yên Kurdî û Swêdî radibe û her weha piştgiriya xwe ya madî ji dike ji bo qurbaniyên bajarê Helebçe.
Hêjayê gotinê ye ku rêxistina me di vî warî de xwedan tecrûbe ye ku berê niha jî me çend çalakî û merasimên weha wek Fadîme Gel e lidar xistiye.

Dem û cih: 16 adararê 2008 demjimêr 17:00 Filadelfiakyrkan, Rörstrandsgatan 5, Stockholm
Bihayê bilêtê: 160:-
Ji bo zêdetir agahdarî: Tara Tiwana 46(0)73 682 05 mail 
tara.twana@womenaid.se
www.womenaid.se
Hemû yayek bi xêr bên. Di gel silavên rêxistina WomenAid
www.womenaid.se

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…