HêvîGula min li ber avê
Rengê wê ji xunavê
Pora wê reş û tarî
Ken ji lêvan di barî
Evîna min bo te ye
Dilê min li ber te ye
Yarê bes neke girî
Geş bikin jiyana hev
Serê min ser sînga te
Ez ketime buhara te
Tu kenê xwe ve gerî
Hêsrê çava ne barî
Ez şiyar bûm ji xewnê







Şîrove (0)