Pirtûka “Gohtinên Pêşiyên Kurda” ya Diya Ciwan derket

Hewlêr–Kurdistana Îraqê

Li Dihokê, herêma Kurdistana Îraqê kitêba nû ya nivîskar û helbestvana Kurd ya naskirî Diya Ciwan ji aliyê weşanxaneya Xanî ve derket û kete ber destê xwendevanan de. Kitêb bi zimanê Kurdî û bi herdû elîfbayên bi tîpên erebî û latînî hatiye çap û belavkirinê. Mezinahiya kitêbê dora 100 rûpelî ye. Naveroka kitêbê wek ku ji navnîşana wê tê xuyakirin, li ser çend gotinên pêşiyan yên hilbijartî ye ku Diya Ciwan ew bi dirêjahiya salan dane hev û pêşkêşî xwendevanan kirine. Diya Ciwan vê kitêba xwe diyarî “ Ji bo palpişta Birca Belek
Minara Cizîra Botan Sînem Bedirxan”dike.
Her weha, pêşgotina kitêbê ji aliyê nivîskarê Kurd Besam Mistefa ve hatiye nivîsandin. Besam Mistefa di pêşgotina xwe a bi sernavê Gotinê pêşiya, weke binyatê xaniya de weha dibêje: “Her milletek xwediyê kelepor û paşmayeke xwe ya taybet e. Ruh, mentalîte û şêweya bîreweriya wî milletî di riya kelepor û metelok û gotinên pêşiyên wî de tê xuya kirin…..Diya Ciwan bi vê keda xwe pirtûkxaneya kurdî dewlemendtir dike û çend metelok û pendên jiyana kurdewariyê ya kevin û nuh diyarî xwendevanên kurd dike”.

Ji naveroka kitêbê, evene hindek pend û gotinên pêşiyên kurda:

-Ava xwestî nagihe hestî.
-Betalî xirab malî.
-Cîranê nêzîk çêtire ji birayê dûr.
-Çav ji çava fedî dikin.
-Dar ji koka xwe xirab dibe.
-Erzan kirî û heban dirî.
-Êl hemû li hêviya pîrê ma
 Pîrê hat û bi rêket
 Li hêviya êlê nema.
-Filano ne sar lê tê Û ne germ lê tê.
-Govenda zana bi nezana digere.
-Herkes li ser miriyê xwe digirî.
-Ji ber dilopa çû ber şirikê.
-Kevanî pirbûn xwarin şewitî.
-Lêv ji dirana pêştirin.
-Masî nabin bê dasî.
-Nû hatin kevin xelatin.
-Pere qirêja destane.
-Qelî ji serê çûka çênabe.
-Roj diçin Qeza û bela naçin.
-Siwarê xelkê her peyare.
-Şeva reş êvarî kifşe.
-Tiliyên desta hemî ne wek hev in.
-Xizanî zingara mêraye.
-Yê nede naxwe jî.
-Zarok gûzin Nevî kakilin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mehmûd Badilî

Di demek herêmî û navneteweyî ya gelekî aloz de, General Mazlûm Ebdî du erkên bingehîn destnîşan dike ku wekî bernameyeke siyasî qonaxî xuya dikin, lê di bingehê de ev herdu erk encama sedsaliyekê ji xwestekên gelê Kurd li Sûriyê ne:

Yekem, bi cihkirina rêkeftineke destûrî bi hikûmeta Sûriyê ya…

Mislim Şêx Hesen – Kobanî

Ziman ne tenê amûrek ragihandinê ye di jiyana mirovan de, ew di heman demê de stûnek bingehîn e ku nasnameya kesane û neteweyî li ser wê ava dibe. Di çarçoveya lêkolînên zanistî yên civaknasî û zimannasiyê de, ziman wekî pergalekî sembolîk û semantîk tê nirxandin ku rê…

Hozan Yûsiv
 

Ev gotar bi taybetî balê dikişîne ser statuya zimanê kurdî li Sûriyê di ronahiya geşedanên siyasî yên dawî de.

Pirsek heye ku pir caran di nîqaşan de derdikeve pêş:

“Heke Kurd zimanê xwe dixwazin, çima bi erebî dinivîsin û têkiliyê dikin?”

Di nihêrîna pêşîn de, ev weku pirsgirêkek zimannasî…

Riyad el-Salih el-Husên

Weger ji Erebî

Bessam Mer’ê

 

Me her tișt heye;

Milyonek nan ji bo milyonek birsî

Milyonek ramûsan

Ji bo Milyonek evîndar

Milyonek xanî

Ji bo Milyonek derbederan

Milyonek pertûk

Ji bo Milyonek şagirt

Milyonek nivîn

Ji bo Milyonek…