BEHÎNAME

Ji Laleş Qaso pirtûkek zarokan: ABC Kurdî

  Nivîskar Laleş Qaso bêhtir bi roman û makaleyên xwe tê nasîn. Lê xebata wî ya dawiyê, ABC Kurdî, ji bo perwerdekirina zarokan bi şêweyekî pedagojîk hatiye amadekirin. Zarokên 9-13 salî dikarin jê sudan wergirin.

Xebata ABC Kurdî bi diyalektê kurmancî hatiye amadekirin. 65 rûpel e û di nava weşanên Pelda de, li Stockholmê derket. Di xebatê de hejmarek bilind wêne hene. Hejmara wêneyên hatine bikaranîn zêdeyî 400 î ne. Wêne rengîn in û bi pirs û miftokên xwe sempatiya zarokan bidest dixînin.
Ji bilî rêziman, zaniyariya li ser navê rengan, navê endamên malbatekî, sal û demsalan pir dewlemend e. Ji demsalên Swêdê û Kurdistanê nimune têne dayîn. Her wisa ji awira matematîkê ve çend rûpel hatiye veqetandin. Nimune bêhtir li ser komkirinê (+) ne û alîkariya zarokan dike ku, bersivan pirsan bidin.

Pirtûk, bi 10 xaçepirsan û mijarên cewaz kêşara xwe zêde dibe û zarokan bi xwe ve girê dide. Giraniya xwe li ser pirsên matematîkê ne.

Di pirtûkê de, cihê balkêş zaniyariyên li ser Kurd û Kurdistanê ne. Zarok bi vê xebatê, welatê xwe û nasnameya xwe baştir nas dikin. Hejmarek bilind ji bajarên Kurdistanê li ser nexşeya Kurdistanê cî digire ji bo ku zarok welatê xwe baştir nas bikin.

Pirtûk rengîn e, bi zaniyariyên piralî hatiye barkirin. Bêhtir ji bo zarokên Swêdê û Ewropayê hatiye amadekirin. Pêwîst e ev xebata hêja li ber destê zarokên kurda hebe. Kesên bixwazin vê xebata hêja bi dest bixînin, dikarin bi vê navnîşanê re têkiliyê deynin:

peldaforlag@comhem.se

Zarathustra News – zarathustra_news@comhem.se

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…