BEHÎNAME

Komela (Hêvî) Li bajêrê Dortmund ê avabu

Mahir Berwarî

Piştî demek dirêj komele û civatên Kurdistanî ya li bajarê Dortmund, lawaz û ji karkeftin, her tinê bi nav hebun, bê çalakî û bizav di cih da mabun, komeka xwîn gerim bi erk zanî ko vî barê fer û giran hilgirin û xwedî li Kurdistanî ya derkevin, rewşa civakî û kulturî ya Kurdistanî li bajêrê Dortmund û derdora pêşve biben.
Komela Hîvî, hîvî û bawerî da Kurdistanîyên Dortmund û derdora, li êvarî ya roja 12.04.2008, Komele bi rengekê fermî vekirin, Kurdistanî vexandin û li xwe komkirin.
Piştî veceman û kombuna vexandî ya, peyva bixêrhatinê hate xandin ji layê birêveberî ya komelêve, bixêrhatin li vexandî ya, niwênerên partî yên Kurdistanê, mêhvan û Kurdistanî yên bajêrê Dortmund û derdora kirin, dilxweşî û sopasî yên xwe pêşkêşkirin bi amadebuna wan…

Li dûvda berpirsê komelê, bi kurtî qala çawanî, destpêk û hizra avakirna komelê û rewşa komelên Kurdistanî li bajêrê dortmund û ew alozîyên di kevne di rêka van komela da kirin, bi vekirî û bi bawerî da xoyakirin ko ev komele mala her Kurdistanîyekî ye, we ji ber pêtvî buna Kurdistanî ya bi komelên kulturî, me bi fer dît vê komelê ava keyn û bêxîne dixizmeta civat û doza Kurdistanê da, daxaz ji Kurdistanîya, rewşenbîr, nivêsevan, hunermend û zenginên Kurdistanî kir ku li dor vê komelê kombibin, bi komela xwe bizanin, alikarî û piştevanî yê lê biken, soz dane cemawerî ko hemî şiyan û keda xwe bêxne di xizmeta vejandina komelê da û çiya jê bihê texsîrîyê neken we daxaza lêborînê li kêmasîyên heyin kir.

Partîyên vexandî ji başur û rojavayê Kurdistanê peyvên pirozbahî kirnê li komelê xandin û ev kare bi karekê netewî û pîroz dazanîn, destxwşî lêkirin, amadeyîya xwe bu her harikariyekê diyarkirin û serkeftin jêra xastin…

Di pişka dawî da, komên muzîkê, muzik jen, dengbêj, bilorvan ji herçarparçên Kurdistanê bi mûzîka resena Kurdî, bi dengên zelal û xweş vekirna komelê bi rews êxistin û kenî û girnijîn xistine ser lêvên civatê, hîvî di komelâ Hêvî da zêdekirin.

Komela Hêvî hazirîyeka baş, xarin û vexarneka mişe û berfireh, pêşwazî û xizmeteka berçav pêşkêşî vexandî û civatê kirin, ev vekirna komelê hîvî peydakir, têkelî û dostanî zêdekir û bi serkeftî  û bi xweşî bi domahî hat…   

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…