Faşistên turkan li ku û çîyayên kurdistanê li ku

Salih Cefer

Bû demek dirêj ku faşistên turkên misilman yên nû gef û gurên xwe li kurdan dikin û nav di xwe didin ku wê kurdan tune bikin.

Dawîya dawî ji bo ava rûyê xwe biparêzên û bi feqîr û belengazên turkan bikenin ku ew şerê dijminikî mezin dikine û turkîyê diparêzên êrîşa xwe birin kurdstanê.
Faşistên nû dixwazin dem û dewrana bav û kalên xwe vegerînin û bi navê îslamê yan bi navekî din heremê têxin nav destên xwe, ji bo vê xweşik zanin têkilîyên xwe bi dewletên cîhanê re bikin û bercewndîyên xwe bi kar bînin, bi ereban re erebin û bi misilmanan re mislimanin û bi cihûyan re jî cihûne, ya rastî ku mirov dibe bêje, ku ew miletekî serkeftîye, her tiştî ji bo bercewendîya gelê xwe dike.
Piştî ku hemû kar û barên xwe bi serî kirin û hêzên mezin di cîhanê de bi alî xwe xistin û rîya derbasbûna kurdistanê li pêşîya xwe vekirin, bi tang û top û firokên xwe û bi medya û dost û alîgirên xwe, êrîşî kurdisanê kirin.
Gelê kurd, wek xelk li ser wî dibêje: bê dostin, tenê ew û çiyayên xwe enîya xwe didin dijmin.
 Wek her carê kurdên leheng, bi bîr û bawerî û bi hezkirina welatê xwe, enîya xwe dane enîya dijmin .
Her ku çiqas wekhevî di hêzên herdû alîyan de tune be jî lê dîsa kurdan dan xweya kirin ku tu hêz di cihanê de nikane wan tune bike, erê şansê kurdan ji gelek sedeman tuneye lê şansê wan yê mezin ewe, ku ew xwedîyê welatekî bi çiyane, ji destpêka dîrokê de û ta niha ew û çiyayên xwe li hember dijminan disekinin.
Vê carê jî  çiyan lehengên xwe hembêz kirin û rê dijmin dan ku  kesek nikane serê wan nizim bike.
Ta çiyayê kurdistanê bilind bin wê bejna lehengên kurdistanê jî bilin be.
Ta dilxweş û hezkirên kurdisanê li serê wan çiyan bin, dijmin nikare serê çîyan nizim bike.
Bijî ji çiyayên kurdisatnê re ku lehengên xwe hembêz dike û bijî ji xort û keçeên leheng re ku wan çiyan bi tenê di nav destên dijmin de nahêlin.

28.02.2008

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…