Romana Tirsa bê diran bi tirkî derket

  Ji weşanên EVRENSEL li Stenbolê, romana nû ya nivîskarê Kurd Helîm Yûsiv (Tirsa bê diran) bi tirkî hate weşandin. Rahmî Batûr roman ji kurdî wergerandiye tirkî.

Roman bi giranî li ser tirsê radiweste. Tirsê xwe berdaye nav hestiyên kesên romanê, herweha seranserê wî Welatî ji xwe re kiriye hêlîn. Bi taybetî ew tirsa dîrokî ya ku miletê Kurd li Sûriyê ev zêdeyî çil saliye di nav pencên wê de dinale, bêyî ku dengê wê nalînê here tu kesî.
Têkiliya Mûsayê biçûk-kesê sereke yê romanê- bi tirsê re, di meşeke şagirtên dibistanan de, dest pê dike. Wêneyê serokê nemir ji destê wî dikeve û ev ketin dibe bûyereke siyasî ku encamên wê mohra xwe li kûrahiya dilê wî dixîne. Hetanî ku duwazdeyê Adara 2004 an tê û mîna bahozekê qedera hemû kesên romanê diguherîne. Qado direve derve, Mûsa jî li pey şopa Saykisê Ingilîzî, hevalê Pîko, sînoran derbas dike. Li kampekî penaberan, li Elmanyayê li zarokekî kor, ku lawê Qadoye, rast  tê. Hevalê wan î din jî Simko li welatê tirs û lalbûnê bêdeng dimîne.
Roman bi giranî li ser jînanîgariya wan her sê kesan radiwest e.

Hêjayî gotinêye ku pirtûka Tirsa bê diran pirtûka duyeme ya Helîm Yûsiv, piştî mirî ranazin, ku bi tirkî tê weşandin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

London – Di çarçoveya projeya wergerandina wêjeya Erebistana Siûdî de ya ji bo zimanê kurdî, ku ji alîyê Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî ve tê piştgirîkirin û ji alîyê Weşanxaneya Ramînayê ve bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, tê meşandin, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Sîberdar» a…

Piştî ku em bi navê Nûneratiya ENKS li Ewropa beşdarî Kongreya yekem ya zimanê kurdî li Elmaniya , ya ku roja Şemiyê 27.06.2026 li bajarê Düsseldorf hate lidarxistin, me peyameke pîrozbahiyê arasteyî kongreyê kir.

Di heman demê de me nûçeyek li ser vê bûyerê bi zimanê kurdî û erebî belav…

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…