Jan Dost
ji bo giyanên pak ên:
Mihemed Mehmûd Hisên
Mihemed Zekî Remedan
Mihemed Yehya Xelîl
ji bo giyanên pak ên:
Mihemed Mehmûd Hisên
Mihemed Zekî Remedan
Mihemed Yehya Xelîl
gelo we li hev kiribû ku hûn bi yek navî şehîd bibin?
sibe newroz e! We bi ken û germiya dilên evîndaran ji hev re got û mîna lehiyek agir herikîn kolanê
dayikên we digotin: Xwedê we biparêze lawo
xwedê li pişta we be
û hûn civiyan
li dora agir
li dora giyanên xwe yên vêketî
hûn bi hev re bûn li yek kolanê û bi yek navî
hûn ne Filistînî bûn ku Mıhemdbûna we ya bi xwîn ekranên dunyayê sor bike
hûn ne Mihemed Eldurre bûn ku celladên şamê xwîna we bibe bazarn
hûn kurd bûn û bı xwîna we agirê Newrozeke xwînîn bû
hûn kurd bûn û soza we bi agir re
bi xwînê re
û bi goristana Hilêliyê re hebû
Newroz bû
di ferhenga Beesiyan da cejna dayikan bû
û diva bû ku Beesî diyariyekê ji dayikên we re pakêt bikın
ji xwîna we erzan tir nedît
ji giyanên we nêzîk tir nedît
lê na
hûnın mûmên vê Newrozê
û her Newrozên ku dê bên
hûnin yên ku dê kursiya riziyayî di bin gurên qesra Elmuhacirîn de biherifînin
hûn her sê Mihemed bûn
û we yek soz dabû hev
di birînan de

di agir de bicivin