Bangewazî Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê YekîtîRêxistina Ewropa

  Di çarçeweya siyaseta rêjîma Şamê ya şoven û nijadperest de, ku ev çend sal in bi aliyê teror û reşekujiyê ve çûye, duh (20.03.2008) hêzên ewlekariya rêjîmê qirkirin û tawaneke din e reşekuj pêkanîn ― wan li bajarê Qamişlo ciwanine kurd, yên ku bi şêweyên pir aştiyane û şaristanene bi cejna Newroza pîroz şah dibûn, dane ber guleya. Di encama vê terorê de sê ciwanê kurd (Mihemed Zekî Remedan, Mihemed Yehya Xelîl û Mihemed Mehmûd Husên) şehîd ketin û hinekên din jî birîndar bûn (ji wan: Riyad Şêxî, Kerem Îbrahîm Yûsiv, Mihyedîn Hac Cemîl û Mihemed Xêr Xelef). Bi ser de jî hinek hatine girtin.
Bêguman ev karê teror di çarçewa wê siyaseta tundrew û reşekuj de ye, ya ku rêjîma Şamê li dijî gelê kurd dajo. Armanca vê siyasetê jî, helbet, ew e ku rêjîm hewil dide Tevgera Rizgarîxwaza Kurd bitirsîne û xebatkarên gelê me, bi van şêweyên terorane û hovane, biceflîne, da ku xebata netewî bête qelskirin; da ku gelê kurd û tevgera wî ya rizgarîxwez dest ji xebata xwe ya rewa û dadmend berdin. Bi vî rengî rêjîm hewil dide ku xebata li dijî totalîteriyê û li pênawî avakirina welatekî demokrat, ku tê de her mirovek azad be û hemû hêmanên netewî yên civaka Sûriyê azad û wekhev bin, pûç bike.
Lê bila deshilat jî, hemû kesên li dijî guhartin û serastkirina civak û dewletê jî, baş wê yekê zani bin ku ev gelê ku tevî hemû zor, pest û kiryarên şoven û nijadperest, tevî bi dehan şehîd û bi sedan girtinên remekî û hovane dest ji xebata xwe ber ne dayî, helbet, wê bi vê teror û resekujiyê jî dest ji xebata xwe ya pir destûrdayî bernede. Berevajî wê, ev kiryar hemû ji xebat û berxwedana me re dibin ardû û hêzeke xortkirinê. Emê tu carî dest ji xebata li dijî totalîteriyê û li pênawî avakirina welatekî demokrat, ku tê de gelê kurd hemû mafên xwe yên netewî li ser xaka bav û kalên xwe bi dest xîne, bernedin.
Em, weke Rêxistina Ewropa ya Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê, vê terora han bi tundî şermezar dikin. Di heman demê de em bang li hemû hêz û rêxistinên demokrat û azadîxwaz û bervedêrên mafên mirovan dikin, da ku ew piştgiriya xwe bi gelê kurd re nîşan bidin û zor û pestê li rêjîma Sûriyê ya şoven û totalîter bikin, li pênawî:

  1. Çareseriyeke demokrat bo doza kurd li Sûriyê
  2. Rêzgirtina li mafên mirovî û azadiyên bingehîn û parastina rûmeta hemwelatî
  3. Jiholêrakirina girtinên remekî û serbestberdana girtiyên siyasî

Nemirî bo şehîdên Newroa 2008-ê û hemû şehîd kurd
Bijî azadî, demokrasî û wekhevî

21.03.2008

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mehmûd Abbas

Bi dehsalan e ku di beşeke berfireh ji gotara ramyarî û çandî ya Kurdî de, nûnerê Kurd Hesen Xeyrî Beg wek yek ji wan kesan hatiye pêşkêşkirin ku navê wan bi «welatfiroşiyê» ve hatiye girêdan. Ewqas ku hemû jiyana wî di helwestekê de hatiye kurtkirin; helwestek ku wî di yek ji hestiyartirîn û…

Bavê Zozanê

Îro 23.08 2026 li Essen ê li Almanya, kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi beşdariyeke berfireh ji endaman di atmosfêreke erênî de û bi giyanekî berpirsiyarî hat lidarxistin.

Di kongir de endamên saziyê ji Almanya, Sûriye, Kurdistana Iraqê, Norwêc û Keneda û…

Silêman, Bavê Sîpan
Dayê tu mestire
Ji hemî Gotinan
Tacek ji lal û zêr
Li ser serê mine

Carkê tu soz bide
Min bi tenê nehêle
Durbûne te ji min
Deryayek bê pêle

Çiqas pesn bidim
Ji bo te hindike
Yek dîtin ji te …
Bûharê geş dike

Tu mestire mestir
Ji pesn û Gotinan
Bihuştê qet nabim
Kû tu li ba mine…

Tarî nabe li min
Tu yê Find û Çirea
Ez penaberim…

Şivan Elwan

Kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî Ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê îro di 23ê Tebaxa 2026an de li bajarê Essenê yê Almanyayê bi serkeftî hate lidarxistin û bi dawî hat
di vê kongirê girîng de gelek endam û nûnerên Yekîtiyê beşdar bûn hin ji wan bi awayê rasterast hatin amade bûn û hinên din…