Demhat Dêrikî
1
Li wê dema ku ax bi buharê şadibû û çavê min bi te ketin
Ev dîmen li ser bejna te dihate dubarekirin
Careke din pişkivîn tovê hezkirinê
Careke din padîşaha evînê dilê min bi hezkirina xwe guvaşt…
Ev dîmen
Ev dîtin çend hêvî li pêşerojê siwar kirin
Ku dara dil kirasê kulilikan bi ser bejna xwe de bîne
çend cara hêvî dil kir destegul û pêşkêşî hezkirina te kir xanim.
çend cara dil ji singê derket li pey
Hêviyê
Hezkirinê
Evînê bû rêwiyekî riya dûr…
çend cara…çend cara hêsirên dilê min şopa lingê te şilkir
û di nava her şopekê de guleke hezkirinê dipişkivî…
Nizanim ew ew dîtin ew dîmen derew bûn…
Yan ez …ne ez bûm
çavê min payîz kiribû buhar.
2
Li wê dema ku min tu dîtî
û ax bi ramûsanên xunava gulan tîjkên rojê hembêz dikir
Dilê min ber bi te ve herikî
Stûnên konreş yê çend salan ku şîn vedabûn
Di nava min de dişkestin.
Êdî xudawendên xewnan dibûn mêhvanê şevê min
û ji her xewneke wan tu bi c ilê bûkaniyê dihatî li ser wî dilê
Ku bo te bûyî text diraketî.
Erê ya ku di hişbuhara min de bûyî hêvî te di nava min de xwe avakir
û ez bûm demhejmêr min lez dida demê da ku avahiya hêviyê ava bikim.
3
Lê li min bibûre hezkirin li evîna geşpel digeriyam
Bûm girtiyê bêevînê.
Min nizanî hezkirin ne para wê ye
û evîn di ferhenga wê de qedexeye.
Min nizanî ew dilpayîze awirên wê gulan serjêdikin
Di çavê wê de davikên payîzî pelan zer dikin
Min nizanî kenê ku ji lêvên wê yê hingivîn dibare buhar kuje
Kulilikan diçilmisînê
çeman diçikîne…
Bese keça hezkuj çep û rast bi tîrên te yê dilreş
Hêviyên dilê xwe avadikin.
Ji ber ku tu nehezkirinî
û tu hezkirina dilê xwe bi şûrê ezeziyê ji bajarê evînê jêdike dikuje diavêje.
Li min bibûre min nizanî tu hezkujî.
û li warê te buhar şîn nayê şîn nayê…
——————-
Bersivek bo te bi zimanê te di şeva baranî de
Baran dibare baran heye…
şeve û tu di nava şeva şevê de
şiyar…
şiyarî… baran dibare
Dilop dilop ji ewrên mîna çavê te reş
Kolanên te yê xemgîn
Ku li benda min çavqurmîne
Kortikên bîranînan bi keserên xwe dadigrin.
şeve baran heye…tu şiyarî
Xew û xewnên hevdîtineke bendewar
Li ber pencereya lêv vekirî
Li dûr li wê hatinê temeşe dike
Da ku
Ez û tu şev
Li ber dîwarê ku bûyî şahidê çend ramûsanên qedexekirî
Tabloyeke din ji peyvên şevê
Ji sirûda baranê
Ji dengê axê û axînê
Ji dengê giriyê hezkirinê
Ku bûyî koçer nîgar bikin.
şeve
Baran dibare baran heye…
Va ez hatim
Li ser şopa peyama hestên te dimeşim
Ji bo bangewaziya xemên te ketim rê.
Têm dimeşim
Dimeşim têm
Bi dilekî avis ji dîtina te
Bi lêvên pêketî yê ku bi hesreta te bûyîn erdeke şeqitî têm.
Dimeşim
Ber bi teve têm
Li gel şevê
Li gel dil
Li gel çav
Li gel xwe û xeyalên te têm.
Bi navê te
Bi ken û keserên te
Bi hembêzkirineke di kûrahiya
şeva te de têm.
Li gel barana şeva te têm.
——————-
şevên me kuştin
Li wê şeva dilê min li dergehê dilê te xist
Ew çavê du fincanî wek pirça şevnimê reş
Ez û dilê min pêşwazî kirîn
û di nava beşişandina bejneke çardeşevî de
Matmayî û winda kirîm
Bûm evîndarê şevê.
Nema êdî min ji rojê hezkir
Ji ber ku tu li ser banê şevê hatî.
şev tu bûyî
û tu li ser zemîna şevê heyva şiyar bûyî
Ji xew
çîroka me li ser rûpela şevê despêkiribû.
Ji wê şevê ta vê şevê
Ji wê dîtinê ta vê dîtinê
Awazên lêvê pêlên xabûr bi peyvên ne re sema digirin.
Meşên li bajarê zayînê hevdîtinên me ji delalê re dbêjin.
Ji wê şevê ta vê şevê çend şev bûn leyîstikên me.
çend şev bûn cenga lêvên me ku li vî bajarî
Li şevên vî bajarî şîn hatibûn.
Lê di kêliyekê de bi peyveke bêwext û xencerî
Te şeva min kuşt!
çima.
Ev çi bû şevê.
çi gunehê min hebû.
Ez yê te bûm ew ya min bû.
Hemû despêk û rastî
Hemû hêvî û soz li ser mêza te bûn yek.
Di şiyar bûna te de
Li ber aramiya te hev naskir
û em bûn cotkarê peyvên evînê di nava dilê şeva te de.
îro vaye şevên te tên jibîr kirin
îro vaye yara şeva min di şeva te de
Dibe sînorek
Dibe qedexekirinek!
Dibe mirineke te mirineke nedîtî.
şev jibîr dibin
Xatûna stêra di destê heftî salî de diçilmisînin dikujin
û hemû xewnên me bi diranên zingargirtî zincîr dikin.
Erê şevê min ji te hez kir
Te ez kirim sêwî li kolanên xwe.
Min evîna xwe da te
Evîna min hate firotin li bazara evînfiroşan
Min xwe da te
Te ez avêtim bextê şevkujan
şevên me kuştin!