BEHÎNAME

Festîvala Bêbuhar serkeftî bi dawî bû

Festîvala Bêbuhar ya ji aliyê Saziya Çand û Hunera Rojavayê Kurdistanê ve hat organîzekirin, roja Yekşemê li bajarê Almanya Hannoverê pêk hat.
Yekemîn Festîvala strana kurdên rojava ya ku îsal bi navê hunermend û helbestvanê  Kurd Bêbuhar hat lidarxistin, weke Festîvala ji bo bîranîna şehîdên Newroza 2008`an jî hat binavkirin.
Lewma jî di destpêka festîvalê de ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hat girtin û hemû hunermendan bi hev re sirûda Ey Reqîp xwendin.
Di festîvalê de 16 hunermendên ji rojavayê Kurdistanê ketin pêşbirkê. Her hunermendek bi berhemeke xwe ya nû ku heta niha nehatine gotin, ketin pêşbirkê.
Hunermendên ku ketin pêşbirkê ev bûn; Xesan, Zubêr Salih, Bengî Agirî, Xalid Sofî, Hevraz Hesko, Ekrem Reşo, Nazdar Xerîbo, Zuhêr Cemîl, Narîn Şêxê, Ebas Ahmed, Nîzar Yusif, Ronîcan, Dilovan, Evîna Welat, Semîr Elî, Omîd Silêman.
Di dawiya pêşbirkê de hemû hunermend bi xelata serkeftinê hatin rûmetkirin. Wekî din hunermendên Mêvan Birader Mûsikî, Miço Kendeş, Leyla, Bêrîvan, Diyarî û Selah Osê bi stranên xwe beşdarî şeva festîvalê bûn.
Festîvala yekem car hat lidarxistin, ji aliyê nivîskarê malpera me helbestvan û şanoger Kawa Şêxê û hempîşeyê wî Kerîmo ve hat pêşkêşkirin.
Hêjayî gotinê ye ku koma folklor Ciwanên Şerfedîn bi cilên xwe yên folklorî pêşwaziya hunermêndên festîvalê kirin.
Nûnerên Partiya Yekîtiya Demokrat PYD, Federasyona Komeleyên Êzdiyan (FKÊ) û Mala Gel a Hannoverê jî weke mêvan beşdarî festîvalê bûn û peyamên wan hatin xwendin.
Hêjayî gotinê ye, ku Saziya Çand û Hunera Rojavayê Kurdistanê dixwaze hersal vê festîvalê lidar bixe.
Serokê saziyê hunermend Zubêr Salih jî di axaftina xwe ya vekirina festîvalê de ev yek careke din anî ziman.
——-
Jêder: dergush

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…