Nihad Temir
xwezya
carek tenê ti bihata
berî mirinê
berî oxirê
ez her bawerim
ku ew dilê fireh
tu carî nabe
benê darvekirinê
xwezya
namek ji gotinekê tenê
ji lêvan peyvek tenê
ser bazikê kevokê
bişandana
ez ne bawerim
ku dermanê canê min
tu li destê xwe
bipêçe
07-98