Şêrîn Gêlo
Qehwakê bi çavên tere vedixum
Û qehwakê ji çavên te vedixum
Tilyên tene çixara serxweşiya min
Ez jî dûmanim bi serserê te dikevim
Peyalin lêvên te di nav lêvên minde
Ziwaye hêviya min ji derya heyalate
Dîlin tiliyên min di nav biskên tede
Dîne porêmin li sere milê te
Azdin awirên te di riwê min de
Qehwakê bi çavên tere vedixum
Û qehwakê ji çavên te vedixum
Tilyên tene çixara serxweşiya min
Ez jî dûmanim bi serserê te dikevim
Peyalin lêvên te di nav lêvên minde
Ziwaye hêviya min ji derya heyalate
Dîlin tiliyên min di nav biskên tede
Dîne porêmin li sere milê te
Azdin awirên te di riwê min de
Şermîna nerîna min di pêşwaziya bejna te de
Êdî ……….
Tu jî pala xwe bispêr vî dilî
Bê rêdan … û
Gava dijwar di nav xwîna minde bavêj
Pêwiste evîn careke din tîna xwe ji kaniya
Temenê min bişkîne
Ev temen fereye ji evînek yekemre
Tu jî pala xwe bispêr vî dilî
Bê rêdan … û
Gava dijwar di nav xwîna minde bavêj
Pêwiste evîn careke din tîna xwe ji kaniya
Temenê min bişkîne
Ev temen fereye ji evînek yekemre
Êdî ……….
Min di çavên xwe de vebuhujîn
Tû peyala mayî ji evîna mine
Û tiştê mayî ji qehwa xwe di
Sibekên jiyana minde valabik …û ..
Rakev di çavê minî şiyarde
Û …. Vexwe ji temenê minî tî .. û ..
Bersiva min nede dema ji te bipirsim
Çima rengê te mîna qehwakê çavêminî
Westyayî dike pencer û xweziyek tal
Di qirka min de dihêle .