EZBENÎ ! – 7 – EZ Û BERIYA MÊRDÎNÊ Û PENABERÎ

Konê Reş

Ezbenî !
   Ez û Beriya Mêrdînê dostbûn û dostin. Di buharan de, min bi têr û tesel çîrok û çîvanok jêre digotin. Di sibehên nîsan û gulanê de, di nav şebnem û aviya gul û kulîlkên wê de şildibûm.. Di beyarên wê de, min stran, lavij û lawik digotin û ji xwe re dinihirandin…

   Bejna min bi şînahiya zeviyên wê kesik dibû û pêlava min bi xunava xaka wê sor dibû..
   Isal, niha ez û toz û tirabêlka wê bûne dost û heval. Cinarên me bi piranî hejar, belengaz, jar û xizan in.. Perîşanî ji dêmê wan difûre… Erê xelkên wê ji tengezarî riyên mala xwe şaş dikin, mîna bê xwedî û bê Xwedan xuya dikin..!!
   Kî dikare çareseriyekê ji vê penaberiya xelkên Beriya Mêrdînê re bibîne, ev penaberiya ku cihê xwe di hundirê her malekê de çêkiriye..?!! Kî dikare min û gul û kulîlkên vê gulanê li hev bîne ? kî dikare vê xaka tî, têr av bike..û gurnijandinê li dêmê xelkên Beriya Mêrdînê vegerîne…?!
Erê ezbenî!
   Şevên Qamişlo, mîna kofiya dayika min in…Kolanên wê paqijin mîna kopalê bavê min in..Kalemêrên li dor Camiya Qasimo, şêrîn bûn li ber dilê min…Piraniya wan jî barkiriye… Niha ezbenî! Kolan, sikak û cade di ber tere derbas dibin û silavê nakin… Ew jî piştexuz û bargiran in…Ta bi dost, heval û hogirên te dema ku tu çav bi wan dikî, tu dibêjî qey ji welatê biyaniyan e, serê wan di ber wan deye, bi kul û derd dikulkulin û derbas dibin…
*     *      *
   Belê ezbenî, tu dihise ku dûrbûneke dirêj di navbera te û wan de hatiye raxistin… Dûrbûneke dirêj di navbera cinar û cinar de hatiye avakirin… Na na, tu dihise ku ew dûrbûn di navbera dergehê te û dergehê nêzîktirîn xizmên te de hatiye danîn…!!
   Ezbenî! Her yek bi kul û derdên xwe daketiye…Bi gera bi dûv pêkanîna gepa nanê zarokên xwe de dibeze…Erê ezbenî, penaberiyê bi xurtî konê xwe vegirtiye.. Penaberiyê cihê xwe di navbera gulîstan û gulê de çêkiriye…Penaberiyek mîna sînorê Serxet û Binxetê, bi mayîn û têldirî xaka Beriya Mêrdînê radimûse…
   Ezbenî ! kî dikare rastî û çareseriya vê penaberiyê şanî me bide, bela xwe eşkere bike…?!

Qamişlo

03/05/2008

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Serexoşî bi boneya koçkirina medyakara Kurd Lanaz Kurdo
Di du rojan de, me du medyakarên hêja ji dest dan, doh Helkewt Ezîz, û îro Lanaz Kurdo, em wek Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye bi dilekî pir bi xem û kovan serexoşiyê pêşkêşî malbata Xwedê jê xweş Lanaz dikin, herweha…

Rojnameya Azadiya Me (Azadîya Me) derdikeve holê di kêliyekê de ku bêdengî nema tê ragirtin, û di serdemekê de ku maskeyên civakî û siyasî zêde dibin û qadên rastiyê her ku diçe tengtir dibin. Ev rojname ne tenê bûyereke medyayî ya asayî ye, lê belavokek helwestê ye, destpêkek rêbazê ye, û…

Rabhan Ramadan

Şahidiyeke belgeyî ji girtiyekî berê ku kiryarên rejîma hilweşiyayî li dijî Kurdan bi hemû pêkhateyên wan ên siyasî, hunerî û wêjeyî tekez dike. Ev pirtûk ji aliyê mamoste Simko Omer Le’lî ve hatiye nivîsandin û di pirtûka xwe ya bi navê “Rojnivîska girtiyekî li ser navê lêkolînê” de kom…

Ebdilmecît Şêxo

Rûxwaş û Siyamend ji gundekî Çiyayê Kurmênc in,ez naxwazim navê gundê wan aşkere bikim,Siyamend bejindirêj e,lê Rûxwaş bi dirêjahiya Mitir û nêvekê ye,ew ji pênç salan de bûne bûk û zava,du kurên wan hene;Leheng çar salî ye,Xwaşnav du salî ye.

Lê hîn ji berê de herdem Siyamend bi diya…