BEHÎNAME

Dêrika hemko û du xule yên fêrbûna ziman

Di pêdeçûna zincîreke dirêj ji çalakîyên  şaxên dêrikê yên partî dîmuqratî kurdî li sûrya ( partî),û bi arîkarîya komîta fêrbûna zimanê kurdî,a partî û bi piştgirîya bîroya çandeyî ya komîta navendî a partî ya nav hatî   têne li darxistin û piştî ku li gelek deveran bawername li kesên ku di wan xulan de biser ketin hatin belavkirin, vê carê  rêxistina ( partî) li bajarê Dêrika hemko ev herdû xule yên fêrbûna nifşên mezinan,  yek  ji afrtên ciwan, û yek ji xort û zilamên xebat kar hembêz kiribû
hewcey gotinê ye ku van şaxên partî yên çalak û çalakvan berî van xulan hijmareke berçav ji xule yên hînkirina biçûkan bi dûmahî anîbûn bi pêşniyara komtên nav hatî li jor,her wise tê zanîn ku hijmareke mezin ji xule yên fêrbûna zimanê kurdî ji hemî nifş û hemî qûnaxê fêrbûnê bendewarê ezmûnane ji bo wergirtina bawernaman li ser destê komîta fêrbûnê û komîta çandeyî yên (p.d.k.s.p). birastî ev karekî pîroze ,û bicihanîna merema mîrê elfbaye kurdî MÎR CELADET BEDIR XAN e, weke ku digot:(herwekî me çend caran gotiye yekîtîya miletê kurd bi yekîtîya zimanê kurdî tête pê),û piştî serketina van herdû xuleyan di ezmûna xwendin û nivîsandinê de ya ku ji bal bîro ya çandeyî ya(partî) ve hatibû li darxisti , roja /26/4/2008/an roja/19/5/2008/an ,bi amadebûna  berpirsên herdû xuleyan Dr.N.BEYRO û mamosta BEHZAD DORSIN,endamê komîta navendî ya (p.d.k.s.p) bawernama li bihtir ji /13/qutabîyên serkeftî di ezmûna pileya(1)ê de, hatne belav kirin
Li dawîyê sipasîya qutabî û mamostayên wan hate kirin ,û tekeskirin li qutabîyan ji bo berdewamîyê di xwendin û nivîsandinê de li paşerojê.

    Komîta.f.z.k
     21/5/2008
      qamişlo
 

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…