Dayê! Cejna dayikê li te pîroz be
xemcivin@hotmail.com Yekem kêlîka pêşî, gava min xwe di çermê malzaroka te de diveşart. Ji gava ko min canê xwe li asoyê dilê te de difirand. Gava te navika min bi benê xwîna xwe ve girê dida, ji wê hingê ve ez li ber mehder, dilovanî, jîndarî û qenciyên te me!
Dayê! Tenê giriyê min bi giriyê te re tê, tenê li ber hilma te dikelim û ji çavên te şitlên dildariyê divejînim.. Her ez diçim û têm peyva “Xwedê bi te re be” li ber guhê min e. Rabûn û ketina min, destê te li bin serê min e.
Delalê! Ez cangorî dilê te ê mezin im. Bi xêra şîrê te ê paqij û zelal, bi ser hevrîşma jiyanê ve bûm. Bi xêra pêlvedanên dengê te, ji tengasî û talokan rizgar dibim!
Diya min î rind û delal
bo te sed silavên zelal
germ, hêja ji dil diyarî
diyarî dilê şiyarî
Lê lê lê lê lê lê dayê
Evîna te pir mezin e
Kêf û şahî û gazin e
dûrbûna te pir dijwar e
germa sînga te buhar e
Lê lê lê lê lê lê dayê
Pir ramana negrîne
gula jînê dayê ºîn e
doza me fireh û kur e
dîtin nêzîk e, ne dûr e
Lê lê lê lê lê lê dayê
Dayê! Dara jînê ji nêv dilê te geş e. Bi bihna te her hêlîn rûgeş e. Dema tu li nav malê bî, mal bi hêman û bingeh e! Destê te ê pîroz li çi xwarinê, avê û karî be bi “berket e “.
Tu buha û bilind î. Li civakê stêr î, dibistan î, hem dilêriya te finda me a geş e.
Tu ew firişta li ser milên me yî. Destên te ji bo me bi nifrîn û berzûrî Yezdan in. Li ser serê me, tu ew sîwana heyvê, herdem ciwan î, vegirtî û ava yî!
Dayê! kela dilê min, li ber hêsirên te dibe teqînok, li ber çemê xemgîniya te dibe gulok. Dema tu destên evîniyê li ser serê min dişopîne xwîn dibeze, laş dilerize, tevzînok bi bejna min ve dihilperikin. Beranber jî, dilê min bi aramiyê bêtir hest dibe!
Nizanim çima, ji şîrê dilovaniya te venabim.? Di dergûş û dawa te de mezin nabim.
Li ber rûmetê evîna te pir piçûk im. Li ber wan şevên ko tu ji bo min şiyar dimayî, şermîn û pepûk im! Nizanim çi bikim, da bê guneh li ber te birawestim? Bê çare me, dilteng im. Bar, guneh û pelê sûcên xwe li ber te radixînim; bi hêvî me te ji xwe “razî ” bibînim!
Hin gotarên din:
Jin şêrîn e, nêçîra kesê dîn e!
http://www.avestakurd.net/author_article_detail.php?article_id=180
Kujtina Perwaneyên Bêguneh
http://www.avestakurd.net/author_article_detail.php?article_id=157