70 rûpel éş!

Arjen Arî

Di nivîseke xwe de min gotibû, ‘li şûna pezé pir man du kaviré kurr’!
Mebest ji bikaranîna vé peyva péşiyan ev bû: Di kovara Tîréjé de herûwer du sé şair û sé çar nivîskar hebûn, û ew jî bi hatina derbeya leşkerî 12 Îloné re yé revî reviya; yé ma jî di heps û zindanan de bi salan raza!

Xwezî razanbûya!

Lé na; Esat Oktay Yildiran’é ‘xwadayé tirsé’ bi segén xwe yén har î dev bi girréz, bi qelas û dar û jop û serpozkén postalan nehişt ku şeveké jî yek ji wan girtiyan seré xwe béxem deyne ser balgihé û tékeve xewa şîrîn?
Ên li derve mayî, çandî ‘filitî’ bixuyana jî ji ‘bobelaté’; tirsa wé siharé, wé sihara teng ya ku meriv kare bi ‘weriyana pelén çinaré’ bi nav bike, yé herî dilér î leheng û berxwedér jî bi salan bi vî rengî bi wî rengî hilgirt di dil û hinav û di kûrahiya ruhé xwe de…
Di gel ku pénç şeş caran hatim desteserkirin desté min ji ‘éşé’ nebû; ne revî revî reviyam, ne jî bi salan di hespsé de mam!

Lé Berken? Berken Bereh?

Yekî qurre gotibe jî , ‘şair ji roja ku ji déya xwe dibe, şair e’, Berken ne weke şairekî; lé weke şoreşgerekî, weke welatparézekî çepgir hate girtin û bi salan di hepsa nasraw û navdar  Zîndana Diyarbekré de ma!

Weke ku Berken jî di helbesteke xwe de aniyé zimén û gotiye ‘em ji nifşa êşeke perekende ne’, bi rastî jî em di heman demé de, li heman welatî, bi heman şéweyé rûberûyî éş û azaré bûn!
Û em – belku ez, belku jî em tev- ne li héviya éşé; li bendî spédeyeke zendspî, li hévîya hilatina rojeke porroj bûn…
Û em, em nivşé zarokén xeşîm û naşî; kite kit  dilsoz, bi dilérî û dilovanî li pawika şoreşé bûn!

Lé, şoreş pék nehat, nebû:
Ji dévla pertewén rojeke sor, di spédeyek teng de roj reş hilat û ‘éşa şoreşé’, ya axé, ya rojé, ya dil, ya héviya şikestî… li tevî rayén bedenén me, bi ser sénga weletakî de herikî:

li kûrahiya şeva bi şehwet diherike
neçarim li ber serê êşa xwe
dûr im ji xwe qasî stêrkan,
pîr im li vir bi qasî çiyan

sêwiyek im, ji bilî êşê kesekî min tune ye (1)

Berken di dîwana xwe ya nû ‘Şîna Helbesté’ de weke ‘kesé li ber seré éşa xwe’, nola birîndaré bi birîna xwe re bikelime tikûtené li ber tahteké, bi dilovaniyeke şairane éşé rist bi rist, peyv bi peyv, kite bi kite li tayé tizbeha semaxé dixe:

min dilê xwe bar kir li helbesta êşên xwe
bêyî bitirsim daketim mexzenên vê heyata hov
bi hêminî dawerivî ji dîrokê çîrokên kevnare
bi dilşadî mexel hat şeva sar, tûreya hişê min
herikîm, wenda bûm li nav vîzîniya bayê sar (2.)

Di vé ‘herikîn’ û ‘wendabûna li nav bayé sar’ de, Berken ‘di dilé wî de tofanek evîn’, di ‘hişé wî de  mehrîcana xewnén ronak’ derdikeve réwîtiyeke mezin: 

di dilê te de tofana evînê
di hişê te de mehrîcana xewnên ronak
noqî bager û bahozên rêwitiya gewre bû yî

te bi destê rêwiyên kor girt di tunelên şevê de
qala delaliya berbangên nebînayî kir li terazinan
wek keştiyeke bê al bihurî li deryayên bê perav
tenê evîn bû her dem di tûrikê te de

ne axê ne derya  ne esmên tu hewandî
ne tu bişirî li ber felekê

li xwe mikûr were, şairo
dema bar kirinê ye ji zozanan! (3)


Li ser réya ‘réwîtiya gewre ya bi bager û bahoz’ ji bîr nake, dizane ku evîn navé qulzema éşa me bû! Û dizane ku ev qulzem navé welatekî bi xwe bû: li tevî asikan, qitikan, qulingén koçber; refé kewan, qeflén kevokan… qesta dilopek ava wé dikirin û dihatin…

Lé em dereng pé hesiyan ku éşén xelk û alemé yek in dudu ne; yé me  hé di péçeké de bi şîré diya me re dikeve xwîna me, bi peyvén her lorîké re dinizile ruhé me, û bi her nehwirandiné  re hé di dergûşé de me derdixe réwîtiya éşkéşiyé:

li wir biheje çiqilek darê
ez li vira dicemidim
dilerize dilê min î rêşele yî
xew li min diherime.

li wir ba bialêse çiyê
dicefile gewdeyê min
dicefile helbesta li bin balgîfê
bajar di şevê de wenda dibe.

li wir stêrkek bixurice 
li vir dihelim mîna mûmekê! (4)

Kî nebû şahidé xuricîna stérkan?Û kî neveciniqî di dema xuricîné de? Û kî, kî dikare bibéje mûm mûmdanké jî bi xwe re nahelîne!

Her evîn evîndaran diwestîne.

Evîn: siya me ya ku em li dû;  û wé dev ji me nediqeriya…
Evîn: li ser réya me  rewrewka ku geh wenda dibû, geh dixuya. Li ser kîjan kahniyé em rawestiyana téhn téhn, tî;  bi qasî nané tenûrî û mewîjé toré di tûriké me de li gel seriyek penîré sîrik, evîn qatixé me bû:
stêrkeke xwînşîrîne her tîpeke navê te
her ku ez wan bi bîr tînim
bi îsîn diherikin çemên bextewariyê
gulên zîvîn vedibin li bexçê dilê min (5)
 
Kesek nizanibe jî,  evîn pé dizane ku em babaderwéşé zimané xwe  û yé navé Evîné bi xwe ne. Û dizane ku tiliyén me, tiliyén me yén ku dé li ber neynika siharé di nava poré  yaré de bibûna şeh; ne tér-tije çûn ser tetîké, ne jî bi téra xwe rahiştin çeka giran: pénûsé!

Lé dîsa jî, geh ‘derwéşkî’ geh bi xetkéştiyé em bûne éşkéşé éşa xwe.
Berken, li gel éşkéşiyé, éşé dike éşdanka éşa xwe, bi nav dike û helbest bi helbest, rûpel bi rûpel li me belav dike bi diwana xwe ya dawîn ‘Şîna Helbesté’:

wê raweste ev êş
wê hilbe ji nû ve tav
ev demsala hov, ev oqyanûsa reştarî
wê binexşîne rûyê esmên
êşa natebite di hundurê min de

dê bibişire bihar li bexçê
li zeviyê genim har û dîn
evîn zaroka herî çeleng û şîrîn
û nan û biratî û bextewarî
wê mîna dildarekê ramûse
rûyê xweşik ê heyatê (6)

Dîtina ‘rûyé xweşik é heyaté’ jî éşek e piştî éşkéşiyeke dûdiréj!

1. Pîr Û dûr, rp.12
2. Fotograf, rp.22
3. Şairo, rp.26
4. Şina helbesté, rp.46
5. Gulname, rp.55
6. Xewn, rp.32
Şîna Helbesté, Berken Bereh, Wş.Doz, 2008

Li ser réya ‘réwîtiya gewre ya bi bager û bahoz’ ji bîr nake, dizane ku evîn navé qulzema éşa me bû! Û dizane ku ev qulzem navé welatekî bi xwe bû: li tevî asikan, qitikan, qulingén koçber; refé kewan, qeflén kevokan… qesta dilopek ava wé dikirin û dihatin…

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…