Bîranînèn vejandî

  Nafya Mikail

çima minjî carna ne digot…?
ez karim di despè kè de bibèjim di navbera du kevana de ko (civaka me rehme li me ne dikir û dijminè me dev ji me bernedida)
çuqa bi rumet û serfîrazî û serbilindayî bu di wî qonaxè berya 30 salan ko kurdayitî ne bi hesanî bu, di wè demè de dema rabun û şiyarbuna kurdan li her çar perçèn kurdistanè ,bi taybetî li nav me, emin yè ki ji mer digotin kurdèn binxetè
, birastî ji wan bîranînèn ko hîn di ramanèn mede hatinin vejandin , yek jè me suda xwe ji partîzanèn kurdan tev rewşenbîrèn me me digirt, ya din em gelkî hatibun xwedîkirin di bin saz û sistemèn susyalizmè wek demè berè ,ya sisyan em ketibun bin bendora kurdistanî wek dîrok û nasname ,wek wan şoreşèn ko dihatin li darsixistin , ew çax em jî mijolî kurdayitiyè di bun û bètirîn me kurdaytî û dîroka xwe nasdikir bi wî semenè xwey biçuk .
wek bîranîn ji karè despèka berya 1980 ta helbijartina kurdan di perlmanè gelèn surya di 1980 , ko ez jî wek keçek kurd bum, ez bubum mamusta dibistanekè, mi hewldida ko ez xebatek ber fire bikim , ez rabum min xwe fèrî beşdarbuna karè ramyarî wek partî zanî yan rewşenbîrî, û  min çalekyèn ber fıre di warè jinèn de wek rèxistinî min li gor emkanè xwe dikir.
yekem keça kurd jı mamustiyè hate navbirandin û qedexe kirin di sala 1980 de , ji ber yekem keça kurd di bu andamè bi cihkirna sindoqè helbijartinè,jiber min piştgirya kurdan di helbijartina sala 1980 de dikir, bi cihkirina hilbijèr birèz Tahir secum wek ko tè bîramin ,ew hate helbijartin bi navè hilbijartinè niştemanî û serbixwe ,sedem ewe ko min nehişt bi nav ù laystèn kurdan bilîzin yan bidizin ù beravètî bikin ,pevçuneke dijwar di navbera min ù hèzèn rècîmè de çèbu, em bûn bi du terefa , terefek jè ez bûm û bi pişt girya bavèmin bu ,birèz mîkaîl, û terefè din hèzèn rècîma herèma dirbèsiyè jèr digotin(AL mûxeberat )û bi pişt girya dîraktorè dibestaneke dirbèsiyè bi rèz Reşîd mele amîn, ji wan sedeman min ji mamustiy dûr xistin û qedexekirin û para birèz mîkaîl ji belî lèdan bi kehrebe û kevçûkan wî ti tiştèn xweştir ji wan nedît .
 yekem wek keçek kurd ez di bum mamusta gondekî bi 4 kilo mtira dûrî bajare , ji ber ew dem gelkî balkèş û xerîb bu ko jina kurd bi be mamuste, bi taybetî ko here gundan, de ka werin îro temaşekin bi refa jinèn kurdan di bin mamustè dibestanan û gond û bajaran ,,?
yan bi dest wan nakevin, ù dîsa pirsgirèkan ji alî rècima şûfînî dibînin, û xwezka xwe bi wezîfetekè tînin, lè mixabin dîsa kurdèn reben bi dest wan nakeve, dem li pè demè re rewş tè goherandin û got û digot û ne digot nema cihè xwe di vè demè de digre ,ji per bi wan axiftènèn vala ko hişè jinèn me ji civaka me pûç di bû, û nema her kar wek berè bi dest wan jinèn me kurdan dikeve , ev jî diyariyeke ji pilan û pirojeyèn dijminan ji mere amade di kirin û ta nuha dikin, ji wîsa ez dibèjim ko civaka me rehim li me nedikr û dijminè me dev ji me bernedida,,?
heger îro civaka me dibèjin bera jinèn kurdan di berxwe bidin ù pèşkevin , lè ji bîr nekin ko dijminè kurdan ne wek berè ko bi sistî hîn dibu , lè ew dijminan baş çavèn xwe ji bo miletèn kurdan û jinèn kurdan çav li xwe baş vekiriye û li xwe kirya dorbîn.
gelek sedem dîsa ji menin, ne ko bes em dixin sukra dijminè kurdan, ji ber dibèjin ko kormè darè ne ji darè be dar kurmî nabe,
hertişt li ba kurdan xerîb û acîbe , heger civaka me kurdan ne wîsa ba bawerbikn wè dijminè kurdan ji kurdan ne xurtir ba , em vegerin nemûna kè ,di taliya salèn 1970 , ew çax şanogerek li sînema bi navè zehra li bajarè dirbèsiyè çè bu , hinek lîstik vanèn erebî û li gel muzik van seîd yusif û mihemed amîn kî kî hate li darxistin ,nèzîka 300 kesan ko li wè sînemè  amedebu û temaşedikir,bè ko yek jin lè amede bû , ji ber gelkî xerîb bu, û heger jin lè heba ewè ew jin di çavèn kurdèn me bi hata  hetîkirin  , lè ji bîr neke ko piştî sîh salî nafya mîkaîl li wè sînemè amade bû  ta roja îro ti kesî nizanî bu ew mamusta nafya mîkaîl li sînema dirbèsiyè  temaşey şanogerè di bû ..? ji ber cilè piyawa li min bû  , ma ev jî piştî sîh salan ne xerîb û acî be ,,,?.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…