BEHÎNAME

Helbest Li Êvareke Din Barî

 Helbest li êvareke din barî. Bi baraneke şîn re, li payiza zer kenî. Bi xunaveke nazenîn re, wek xwîşka binevşa xemrî, li dilê mişextiyan girî. Mîna zarokeke jîr û xwînşîrîn, di xemla êvareke xemrevîn de ne hedinî. Helbest li ser ruyê êvareke din nalî û xencer di bîrînan de livî…
Helbestvanên ji ava gulê û ji dilopa birînê, bi hêvî, dildarî û xweşiyê re peşik peşik niqutîn ser birînê… Belê helbestvan Selwa Gulî û Fatma Savcî, cardin destên xwe danîn ser dilê bakur û başûriya xwe û dîsa çîroka birîn û evîna van cêwîkên serhildêr di guhê êvara helbesthezan de xwendin…
Belê di 16/11 2008-ê de, li bajarê Stockholmê, li Kitêbxaneya Kurdî bernameyeke helbestxwendinê hat li dar xistin. Guhdarên ku ji nivîskar û helbesthezan pêk dihat dilên xwe, bi helbestên kurdî yên ku ji azadî, evîn, hestên welatperweriyê pêk dihatin şuştin…
Selwa Gulî û Fatma Savci bi gul û mûman re, di guhê êvareke cemidî de, rihê welatekî perçekirî, dilê jinên ku bi şewq û agir rapêçayî wiha pispisandin:
Koça min ne belasebeb e,
Ne pey gotina xalxalokê ketim,
Ne Qesîdeyekê ez li ber xwe birim.
Çuyin,
Di destê min de
Xeydek ji kulîlka sedefê ye…
Şev,
Nahwirîneke dur li valahiya malên Heskîfê,
giriyekî hûrik hûrik,
nalîneke xunav xunav
li payiza helbesta min,
û li ser kêlên destanên bêxwedî ye… (Fatma Savci)
 
Ez li welatekî sor ji dayîk bûm.
 piştî rokê çengêt xwe bask kirîn,
 bûm egîdek û min şev şopand
 mam di qedera spêdê de?
 çi zengila li bin guh min nehajot.
 Li ser birînêt zox-girtî min lorand,
 û kendala li min vedigêra.
 Xewn li xemêt min bûn heval.
 Erê  keça bakur.
 Min ne ji mirinê kar kir..!
 Çar gezêt cangê spî.
 Ew jî ji ber kifnê,
 mêrxasêt gûndê me mabû.
 Erê, ji ber egîda mabû..!  (Selwa Gulî
Zarathustra News – zoroaster@comhem.se

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…