Pêşgotina hejmara 18an ya kovara (W)

 Xwendevanên Hêja
Careke din merheba,
Bi şîrînî û xweşikahiya zimanê kurdî em cejna we ya Qurbanê û Sersala we pîroz dikin û hêvîdar in ku xweşî û başî her tim hevalên we bin.
Di vê hejmarê de jî me hewl da ku kovareke têrnaverok bigihîjînin ber destê we. Jixwe di hejmara berê de me mijara dosyeyê wek “Bingehên Nûjeniya Wêjeya Kurdî” dabû xuyakirin. Me dosyeya xwe amade kir û em pêşkêşî we dikin. Lê bi baweriya me divê ev nîqaş hîn berfirehtir bê kirin. Ev him ji bo xwenasîn û xwezanîna me; hem jî ji bo pêşeroja me girîng e.
Divê em bi cîranên xwe re, bi der û dorên xwe re bidin û bistînin. Ev pêdiviyek e û divê pêk were. Lê li aliyê din divê bi tu awayî bi zanebûn, an jî bi nezanî em nekevin bin nîrê hizirîna hinekên din. Her yek bi navekî (hinek çepgir, hinek lîberal, hinek oldar û hinek jî qaşo rewşenbîr) dixwazin qenciyê(!) bi me bikin. Ev mijar dibe ku rasterast têkildarî wêjeyê xuya neke, lê bi rastî qada ku herî zêde bandorê lê dike wêje ye. Tiştê ku em dixwazin bê fêmkirin ev e. Dibe ku hinek kes wek me nefikirin jî. Û xwediyê helwesteke din bin. Lê nîqaş pêdivî ye.
Mijareke din ya ku em dixwazin bînin ziman jî pirsgirêkên sererastkirinê (redeksiyonê) ne. Bi rastî di serî de me nizanibû ku wê ew qas zorê bide me. Lê bergeha nivîsan û nivîskaran çi qas fireh dibe (ji her perçeyên welat û derveyê welat jî nivîs tên) ev pirsgirêk jî xwe dide der. Jixwe hûn ê jî vê yekê di nivîsa Ezîzê Cewo de bibînin. Ev bi tenê mînakek e. Tevî ku em dizanin tiştê me kiriye zêde rast nîn e û wê bê rexnekirin jî ji ber ku me soz dabû me dest neda nivîsê. Lê bi tenê ew nîn e. Gelek angaştên ku dibêjin “mafê kovarê tune dest bide nivîsa nivîskar” tên bilêkirin.. Wek me berê jî diyar kiribû em ê li gor pîvanên heyî nivîsan redekte bikin. Di weşanekê de ne mimkun e ku bi çend awayan nivîs bêne weşandin. Di jiyana civakî de em eşîr bi eşîr ji hev perçe bûne, ne hewce ye ku em vê perçebûna xwe di rastnivîsê de jî pêk bînin.
Xwendevanên Delal,
Di vê hejmarê de Deham Ebdulfettah bi lêkolîneke derbarê Eliyê Herîrî de, Azad Zal bi “Wêje, Dinyaya Wêjeyê û Taybetmendiyên Wêjevan”; Arjen Arî bi “Mahr”; Receb Dildar bi lêkolîneke li ser navên mehan; Aynan Meretowar bi nirxandina “Hemû Demsal Payiz in” ê; Omer Dilsoz “Di Her Sînî de Sînemek Şîn e”; Pisîka Li Ber Baranê ya Hemingway bi wergera Sîdar Jîr, “Çeka Mêrkuj Polê Berxan”  ya Ronald Dahl bi wergera Aydin Rengîn; Şevger Çiya bi çîroka “Êş”; Azad Ronakbar bi “Sêbareyeke Evînê”; Memê Şivan bi “Pîrejin”ê; Bi nasandina Dengbêj Evdirehîmê Fîsî Hilmî Akyol; bi hinek Xweşgotinên kurdî Zekî Akdag û Omer Dilsoz, Îlhamî Ozer, Fevzî Bîlge, Sîpan Xizan, Dilxwaz Herdem, Feratê Dengizî jî bi helbestên xwe cih girtine.
Her wiha, Jan Dost, Ronî War, Ezîzê Cewo û Behlûl Zelal bi nivîsên xwe; Dilawer Zeraq û Arjen Arî jî bi riya hevpeyvînê beşdarî dosyeyê bûne.

Heta hejmareke din bimînin dixweşiyê de….

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...