Nameyek wefadarî ji kak M.Şerîf Mûştak re

  Konê Reş

   Belê keko belê, dibe ku ev şînnameya min bi derengî ketibe, gerek berî niha min ji cenabê we re şandiba..Ji ber ku ji min tê xwestin wek ku ji her kurdekî wefadar û nêzîkî vê malbatê tê xwestin… Vêca ez lêborîne dixwazim.
   Min gotarê te (Kamil Mûştak Ji Jîyanê Barkir!), xwend û wek belgeyeke dîrokî di arşîfa xwe de parast.

Bi xwendina gotarê te re, çend carekî keser ji hinavê min hatin vedan.. û ez ketim nav bêdengiyeke kûr û dûr de. Bêdengiyeke ku ez di nav pojin û ramanan de dûr birim; Ez li Cizîra Botan û Burca Belek vegerandim, li Şax û Hebler bi mîr Bedirxan re civandim.. Li geliyê Mîr Miheme, di şerê li ser herdu pezkoviyên wî( Hejale û Efno), ku di navbera malbata Bêgo û Zeydîn hat li darxistin amade kirim…Qesrika Gelî, Dêrgul, Keleha Gurkêlê û Şikeftên Kora anîn bîra min..
   Erê erê kak M.Şerîf Mûştak! Apê te bû, apê me bû jî..û em xweş dizanin ku piraniya neferên vê malbata dêrîn di rêke pîroz de malê xwe û canê xwe winda kirine û her û her bi hisret bûn ku di quntarê çiyayê Herekolê Botan de bêne veşartin, di rex gora Mem û Zîn de, di rex melayê Cizîrî û Medresaya Sor de…Lê sed heyf û xebînet ew derfet bi dest wan neket û bi birîndariya wê hisretê, derbiderî çûne bihişta rengîn…Xweziya min bi dilê apê te, apê me Kamil Mûştak ku ew li gundê Cinibrê, di wê xaka pîroz de hatiye veşartin…Ew xaka ku bapîrê wî Mîr Bedirxan û zarok û neviyên xwe bi hisret bûn ku têde bêne veşartin…
   Erê erê keko! Bi xwendina gotarê te re, ez li berî sed û şêst salên derbasbûyî vegeriyam; li peymana pîroz, ewa ku mîr Bedirxan di navbera axa û begên kurdan de saz kiribû, Li vê gotina wî a navdar:( Dîn, dînê Xwedê ye, em tev birayên hevin), li serhilda wî ewa ku yekemîn car bû di dîroka kurdan de, yekîtiyek Kurdistanî ava dibe û pere bi navê wî, wek mîrekî kurd, azad û serbixwe, bê ku pêş û bacê bide sultanê Osmanî têne çêkirin…
   Erê erê keko! bi xwendina gotarê te re Xelefê Şûvî hat bîra min, ewê ku serleşkerê diwemîn bû di serhildana mîr Bedirxan de, piştî Yezdan Şêr.. Xelefê Şûvî razî nebû ku ji Yezdan Şêr re bibêje Mîrê Botan û ji kerban re ket serê govenda wî de û hawar û gazî mîr Bedirxan kir û got:
Ez Xelef im Xelef im, ez Xelefê Şûvî me, xwediyê şûrê sedef im, Haware mîr, haware mîr Yezdan Şêr begê Botan e ! Bi tenê wek begekî ji malbata mîrê Botan lê mêze kir, lê mîrîtiya wî qebûl nekir.
   Belê xebera rehmetiye:”Rih dibin bost lê dijmin nabê dost” û gotinên wan kesên ku digotin  “Mala dûv qûtbûyî nema bi qelin bûne bela dinya yê”, di ser guhên xwe re bavêje, ew xeşîm û nezanin, heyranên canê xwe ne, ne heyranên bejewendiyên gelê xwe ne…
   Erê Apê Kamil Müştak, bavê Nûrê! Ez Jî dengê xwe tevî dengê biraziyê te kak M.Şerîf Mûştak dikim û ez pê bawerim ku ew nahêle kêmasî di nav neferên malbatê de bibin û wek ku gotiye:( Ez jî dibêjim ezê kêmasîya her ferdekê malbatê bikim, ezê nehêlim hêvîyên cenabê teyê ji mi çêbûyîn bişkihin).
Kak M.Şerîf Mûştak! Bela serê malbatê sax be, serê gelê kurd sax be. Dinya baqê nîvciye, Ga dimire çerim dimîne, mêr dimire nav dimîne..Yazdanê gewre rehmetî Kamil Mûştak bi dilovaniya xwe şad bike.
Qamişlo
08/01/2008

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…

Merwan Mistefa

Îro 02.11.2025 biserperiştiya Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd,simînarek birêkupêk li bajarê Essen li Alemaniyayê hat lidarxistin bi navê Rola Sînema dîkomêntar di tevgera gelê rizgarîxwaz de ya hêja Dr .Brahîmê Mehmûd e ku dor 3ê katjimêran dirêjkir di nav re jî filemek dîkomentar li ser serbor û…