Hûn ji kê re xizmetê dikin?

  Gelî welatparêz û hezkirên Kurdistanê!
Di 22 çile 2008 de di malpera HPG ê de sîyasetmedar û welatparêzê kurd Îbrahîm Guçlu bi awayeke pirr eşkere “bi kuştinê” hatê tehdît kirin. Ev malper, malpera fermî ya HPGê ye û loma jî divê ev helwest wek helwesta HPG/PKK ê bêtê qebûlkirin.

Heta nuha ew nivîs nehatîye tekzîb kirin. Ev jî tê wê wateyê ku, “fermana kuştinê” bi destûr û biryara PKK/KCK ê hatîye sitendin.
Rêxistinek Kurdistanî û kesên welatparêz, tu caran berê xwe nade têkoşer û hezkirên Kurdistanê  û wan tehdît nake. Ya ku em dizanin, şexsîyetên hêja herdem ji alîyê dagirkerên Kurdistanê, ji alîyên dezgeh û rêxistinên tarî yên ku yekser bi “Dewleta Kûr” ve grêdayîye ve  hatine tehdît kirin û hatine kuştin.
Nimûneya rêxistina “Ergenekon”ê pirr zindî li ber çavê me ye. Ewê roj bi roj derkeve holê ku vê “rêxistina tarî” heta nuha çend kesên welatparêz tehdît kirine û û çendan kuştine.
Divê  “mêrxasî û wêrekbûna” Aram Masis û tehdîtên HPG ê li hemberî dagirkerên Kurdistanê werine bikaranîn.
Gava HPG/PKK/KCK, kesayetîyên hêja yên ku ji bona Azadîya gelê kurd û ji bona Rizgarîya Kurdistanê têdikoşin tehdît bike û wan bikuje, divê ew baş bizanibin ku tu ferqa wan û rêxistina “Ergenekon”ê namîne.
Gelê Kurd bûyera herî dawî ya li Amedê ji bîr nekirîye û ewê ji bîr neke jî. Bi vê mebestê em careka din bangî PKK/KCK ê dikin û dibêjin;
– Bes e, bila xwîna milletê me êdî nerije!
– Bes e, bila gêncên me êdî nexape!
– Bi tehdîtkirin û kuştina welatperweran, hûn ji kîjan Dozê re xizmetê dikin?
Em dixwazin careka din di bîra we de bînin ku, ewê tu hêz nikaribe xebatkarên doza Kurd û Kurdistanê  bi şiddet û zordarîyê  ji rêya Azadî  û Serxwebûnê vegerîne.
Îbrahîm Guçlu xebatkar û têkoşer û dilsoz û hezkirê Kurdistanêye û ew ne bêxwedî ye…!
Em wek Însîyatîfa Kurdên Li Ewrûpa – ÎKE bangî hemû kesayetî û dezgeh û rêxistinên welatparêz dikin ku, vê helwest û biryara Qirêj ya HPG ê şermezar bikin û li hember wê bêdeng nemînin…!
2008.01.28

Însîyatîfên Kurd li Ewrûpa – ÎKE

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Ev pênc salin ku Berzanê Dilovan miriye. Ji wî çaxî ve û gora wî bûye weke deriyekî bilez hatibe girtin, deriyekî bêdeng. Her ku Alanê Sofî Silo di ber re diçû, hest dikir ku Berzan bi kaba tiliya xwe ya nîşandekê li wî deppî dixe, weke ku li bîrdanka wî…

Sersaxî

Me bi xemgînî koça dawî ya nivîskar û navdarê Kurd Mihemed Emîn Bozarsalan di jiyê 91 saliya xwe de bihîst, bi vê helkefta xemgîn, li ser navê Nûneratiya Ewropa ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê, bi dilsozî û xemgînî, sersaxiya xwe ya germ pêşkêşî malbat, dostên wî, pertûkxane û çanda kurdî dike.

Mihemed Emîn Bozaraslan (15.09.1934- 09.02.2026),
nivîskar, zimanzan,…

EBDILBAQȊ ELȊ

Kurd li Sûriya ne pêleke awarte ya penaberan an jî komeke li ser sînorên welat ku ji nişka ve ketine hundir, lê ew bûbûn -û hîn jî- beşekî resen ya tevna civakî û erdnîgarî ku bi sedsalan berî damezrandina dewleta Sûrî ya nûjen hatibû avakirin. Û ew ne mêvanên demkî…

Tewfîq Sînan

Di hemû cîhanê de kêşe, alozî û astengî di derbarê standardkirina zimanekî zelal û resen hebû û bi hezara pozberî di evî derbarî de peyda dibû, ji ber ku zimanekî zelal bi tena xwe tune ye û ew jî ji sedema ku pêkvejiyanî jîwera heyî bû û heta dema niha…