Bang ji hemû Hunermendên Rojavayê Kurdisanê re

    ji bo tevlêbûna Festivala Bêbihar ya pêşbirka strana Rojavayê Kurdistan:
Di 4 ê Gulana 2008 an de,Saziya Çand û Hunera Rojavayê Kurdistanê ya derveyî welat,yekemîn festîvala strana rojavayê Kurdistanê li dardixe.
Ji bo ked û xebata mamosteyê hêja Yusif Berazî (Seydayê Bêbihar) di helbest û strana kurdî de.

Em festivala îsal di bin navê wî de li dar dixin.
(Festîvala Bêbihar ya pêşbirka Sitrana Rojavayê Kurdistan)
Kesên vexwendî:
Hemû hunermendên rojavayê Kurdistanê ne – yên ku mercên tevlîbûnê pêk bînin.                             
Em hêvîdarin ku hemû hunermendên rojavayê Kurdistan,ji tevahiya Ewrupa û welatên Iskendenavya cihê xwe di vê festivalê de bigrin.
Mercên tevlîbûnê:
1: strana ku dikeve pêşbirkê, divê ne hatibe tomar kirin û ne jî hatibe belavkirin.
2: divê stran berî 27/3/2008 an bighêje destên komîta amadekar,
ji bo biryara tevlîbûna wê stranê were dayin.
Jûrî:
Jûrî ji 3 kesan pêk tê, hersê kes, wê ji beşên din yê Kurdistanê bin, navên wan wê di roja Festîvalê de werin eşkere kirin.
 
Berhemên xelatan bigrin:
hemû berhemên ku ji hêla komîta amedekar ve werin hilbijartin dikevin pêşbirkê û ji nav wan:
strana yekemîn
strana duwemîn
strana sêyemîn tên hilbijartin
Xelatên festivalê:
Hersê stranên ku di pêşbirkê de biserdikevin xelatan digrin.
Xal li ser  awaz,helbest û şîroveyê tên belavkirin.
Deriyê tevlîbûnê ji her hunermendîre vekiriye ku berhema xwe di dema nîşan kirî de bişîne ji komîta amadekar re
li ser vê navnîşana li jêr.
Navnîşan:           
 Herr  Osse
Wülferoder 17
30880 Laatzen/Deutschland

Ji bo têkiliyê:
TEL:01734427638 Zubêr Salih
        01627395711 Kawa Şêxê
        01725461712 Xebat Şakir
E-mail:
         zubersalih@hotmail.com
        kawa142@hotmail.com
        xebatchaker@hotmail.com

Saziya Çand û Hunerê ya Rojavayê Kurdistan
Komîta birêvebir

16.01.2008

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr.phil.Ebdilmecît Şêxo

Di hejmara duhem de em dikarin van gotarên kêrhatî û hin helbestên niştimanperwerî bi pênûsên cuda bixwînin:1-(Erke pîrozekanî Hêviya Welêt)Kamal Fuad.2-(Bi hatina cejna Newrozê)Desteya Kovarê.3-(Bîreweriya cejna Newrozê) ji (Dengê Kurd),hejmar (8) hatiye wergirtin.

4-(Newroz be xoş hatî,wê her bê rojî serxwebûn!!!) Şivan .5-(Perîşanî) Soro.6-(Nexweşiya me xweşiya neyaran e )Hemreş…

Bavê Zozanê

Berya çend salan gotarek li ser hostatiya avakirin û şûngirtina peyvê di helbesta melayê Cizîrî de min nivîsand wek têgeh yan têrma Yarim min bikaranî ku yarim ew kelpîçê zirave ku dîwêr bivehve dihûne yan jî girê dide,babet ne di gotin yan di peyvê de ye bi qasî di cihê…

Can Yûsif*

“Çavkaniyeke ji tîpên bedew, û buxçeyek ji wateyên pîroz”

Helbestvan û nivîskarên jin ên Kurd di serdema ku peyv bi sînor bû û tîp qedexe bû wan roleke pêşeng lîstin, pênûsên xwe kirin xetereyên hişyarî û berxwedanê, tîpên xwe kirin bin xizmeta gelê xwe û doza wî de û…

Subhî Deqorî

Zimanê kurdî ne tenê dengên ku di qirikê de çêdibin e,

ne jî komek azînên ku di pirtûkan de têne hînkirin e.

Ew tiştek mîna siya dirêj a bîrdankê ye;

bîrdank ku ne di dibistanên dewletê de çêdibe,

lê di zevî û xaniyên teng de, li…