Daxuyaniyek bo rewşa çalakvan Ciwan Emîn Mihemed

  Di encama siyasetên ku ji hêla desthelatdariya sûriyê bi kar tê, dijî gelê sûriyê bi tevayî û gelê kurd bi taybetî. Û herweha bi zêdebûna asta girtin û tunekirinê û binpêkirina mafên mirov, hewl dide ku hemî pozisyoner û çalakvanan ji welat dûr bixe û wan koçberî welatin biyan bike, da ku bi her şêweyî deverên kurdî ji xelkên wê vala bikin. Lewra em nuha li hember rewşeke awarte ne taybete bi çalakvanê mafê mirovan (Ciwan Emîn Mihemed) ku ji bajarê dirbesiye ye û di sala 1980 ji dayik bûye.
Ciwan nuha li Beyrûtê weku penaber dijî ku daxwazek daye UN û tevî ku ji nasnameya sûriyê bêpare û gelek astengiyên zor ji hêla sîxorên sûriyê jê re hatin ku dawiyê biryar wergirt ku berê xwe bide libnanê…lê tişta balkêş ewe ku UN doza wî ne pejirand û 30 roj danê ku xwe ji nû ve pêşkêş bike UN. Yan na ewê wî bişînin sûriyê û ew bobelata mezin e . ji ber ku Ciwan endame di komîta parastina mafên mirovan ya kurdî (DAD)  û herweha endame di rêxistina rojnamevanên bê rojname de û berpirsyare di hindek malperan de wek : www.dadkurd.com
www.freepresse.net
www.dirbesiye.net
 ji bilî ku carekê hate girtin ji hêla sîxorên asayişa siyasî li dirbesiye bi tewanbariya belavkirina nûçeyin ne rast û şandina wan bo hêlin ku ziyanê digihînin asayişa dewletê..??
û herweha bi sedema beşdariya wî di cenazeya şêx Maşûq de û hindek  xwepêşandinên komîta rêkeftinê , çi li Qamişlo û çi li şamê be.
Em tirsa xwe derbirîn dikin sebaret bi rewşa hevalê me Ciwan ku doza wî dîsa neyê qebûl kirin ji hêla UN ve.
Em bang li hemû rêxistinên navnetewî dikin yên ku di warê mafên mirovan de ku çareyekê ji hemû penaberên sûrî ku li libnanê ne.
Rêxistina Rojnamevanên bê rojname
www.freepresse.net

denge xwe reke ser ve mail

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Nivȋskar: Dr. AHMED ABDELWAHED
Werger ji Erebî: EBDILBAQȊ ELȊ

Di roja 3’ê Tebaxa 2026’an de, serokê Sûriyê Ahmed El-Şara li ser seredana serokê Herêma Kurdistana Iraqê bo Şamê, peyamek kurt bi zimanê Kurdî weşand. Dibe ku ev peyam wek peyameke derbasbûyî xuya bike di demeke ku ekran bi daxuyanî û wêneyan tijî…

Dr. Mahmûd Abbas

Neteweyên Biçûk û Cihê Wan di Pergala Nû ya Cîhanê de

Di pergala nû ya cîhanê de، giraniya netewe û welatan êdî tenê bi firehiya erdnîgariyê، hejmara gel an mezinahiya hêza leşkerî nayê pîvan. Ceribandinên çend dehsalên dawî nîşan didin ku welatên biçûk dikarin bi rêxistina baş، veberhênana li mirov، avakirina aboriyeke…

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…