Rojeke reş bû

  Hozan X.Efrînî

Rojeke reş bû ji rojên Kurdan
 Rojeke reş  ji sêşema candan
Li gundên  girî Ezîz teqîndan
Li sîpa şêx xidir jî alafdan
Dengeke ji ber hawara wîjdan
Rengeke ji dîmenên yazdan
Qêrîneke  ji şengala hêlan
Nûçeyeke pir sar ji bo dilan
 Firmêskeke ji reş çavên Şîlan
Wek Helebçe û Geliya Zîlan
Li dijî zarok û pîr û jinan
Giştek ji regezresenên Medan
Bi hovîtî û rengên pir erzan
Rijandin hemû mastên hêvan
Em napejrînin bê bersîvdan
Ji bîr nabe çardehê heyştan
Ji bîr nabe nalînên Êzdiyan
 Êzdiyên bi rêdan û dîrokzan
Rojeke reş bû ji rojên kurdan
 Rojeke reş ji sêşema candan
Serdaneke ji bo pîrên şêxan
Ta mîr û şêx û hemû mirûdan
Bikin bang li Kurdistan û cîhan
Bi pênûs û gelek xwepêşandan
Ta rizgarbin ji koştin û lêdan
Bila nemînin rojên bi candan
Bila hebe diruşmên nav giran
Her azadî û her hêza viyan
Ta pêkanîna rastiya jiyan
Her hebê gelê Kurd û Kurdistan
Silêmaniyê-14-8-2008
efrinzan@gmail.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rebhan Remedan

Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…

Tengezar Marînî

Silav xwendevano:

Pirr biraderan ji min pirsiyar kirin û di rêka Messenger, WhatsApp û telefonan re, çima tu li Kongirê yekem amade nebûyî?. Birastî ez şerim dikim bibêjim, piştî bêhtir 40sal î ji nivîsînê, biraderekî nenivîskar, telefona min kir û got em te weke mêvan vedixwînin Kongira xwe ya Fiderasiyona nivîskarên Kurdistan li Diaspora دیاسپۆرا….