Konê ReşErê mamoste! derdê kezebê derdekî giran e… Derdê kezebê li te ketiye.. Tu bi jana kezebê birîndare.. Kezeb, erê kezeb.. Yê zane, ji xwe zane û yê nizane baqê nîskaye.. Jana kezebê jî mîna jana ziman û rewşenbîriya kurdî ye… Îro wê janê tu di nav pencên xwe de hêsîr kiriye.. Di navbera te û wê de şer e..
Erê mamoste! ziman jî, perçak ji kezebyê ye.. Îro ew perçe li ber talana penceşêra bêîman dinal e.. Wê penceşêrê, pencên xwe dirêjî kezeba te kirye, mîna pencên neyaran û talankirina ziman û folklorê kurdî… Tu wek sûrekê ye pêşberî talanên neyaran… Qet me bîr nedibir ku ji hundir ve jî, penceşêrek xedar, pencên xwe dirêjî kezeba te bike… Lê çendî ev penceşêr ehmeq e, çendî xeşîm û nezan e.. Bîr nabe ku, kezeba mamoste Rezo Osê bi kaniya zimanê kurdî tê avdan û tev texlît darên kurdistanê têde hatiye çandin.. Hin ji wan daran dermanê penceşêrê bixwe ne..
De raba mamoste rabe..! Çavê welatiyan li hêviya te ye.. Lî hêviya şîret û pendên te ye.. Penceşêr nikare bi kezeba te, ewa ku te ji ziman û rewşenbîriya kurdî re terxan kiriye..

Şîrove (0)