Şevbuhêrkên kurdî li şamê derbasî sala xwe ya hefta bû

B. şiyar

Komîta amadekar ya şevbuhêrkên kurdî li şamê şahiyek taybet li darxist bi bûran dina şeş sal û pêkanîna 72 şevbuhêrkên ji çand û hunera kurdî çi di warê helbest lêkolîn çîrok raman şano sitiran mozîk folklor ziman rêziman û civaka kurdî de
72 şev wek 72 kulîlkên rengîn gulîstana çanda kurdî xemilan din
Ew şevên zengîn li darketin bi alîkariya nivîskar û rewşenbîrên menî kurd di gel endamê komîtê yên ku gelek zehmetî dîtin çi ji aliyê pêdekirina cî û çi ji aliyê mêvandar kirina rewşenbîran yên
şevbuhêrkên me bi ronî dikirin
Zor sipas ji hemû rewşenbîr û nivîskar ên ku bûn mêvanên şevbuhêrkan û sipas ji hemû beşdarên yê ku ew şevbuhêrk zengîn di kirin çi bi rexin têbîn û  çi bi pêşneyaran û bê guman ev çalakî tucarî ronî ne didît bê alîkariya wan rêzdaran.
Di 25 ê meha 7an de şevbuhêrk derbasî sala xwe ya 7an  bûn û bi beşdariya herdû hunrmendên hêja mamûste Selah osê û mamûste Remzî şeva me xweş û geş bû
Di destpêka vê şevê de bavê comerd endamê komîtê sipasiya beşdar û mêvanan kir û sipasiya herdû rêzdara bavê luqman û şana qasim ku du qeftên gul anîne vê şahiyê  û bi kurtî li ser berdewam kirina  şevbuhêrkan  axivî û bi dû wî ve endamê komîtê bavê şiyar navê xwediyê birûskên hatine rêkirin û navê kovar  rojname û  komîta  yên birûsk rêkirbûn  xwend .

Birûsk û name yên hatin ji komîtê re

1- malpera welatê me
2- komîta nûbuhar
3 – komîta mafên mirovan (DAD)
4- komîta tevna çand û hunera kurdî (Dêrka hemko)
5- komîta çalakiyên çanda kurdî li sûriyê
6- komîta bilind ya hevgirtina mafperweriya kurd li sûriyê
7 – komîta mafên mirovan (MAF)
8 – kovara  Pirs
9–  kovara  El hîwar
10– weşana  Newroz
11 – kovara  Jîn
12 – kovara  Zengil
13 – kovara  Berbang
14– kovara   Zanîngeh
15- komela ciwanên kurd li sûriyê
16 – nivîskar Dilawerê zengî
17  – nivîskar Reşad şeref
18  – nivîskar Mehmûd badilî
19 – nivîskar Şevger
20 – nivîskar Selah berwarî
21 – nivîskar Umer koçerî
22 – nivîskar Rodost berzencî
23 – hunermend  Durust

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…