Helbest u Vidyo

Evîna min

Bavê helebçe

Te ez kuştim evîna bes wan çavan bi girîne
Dicle û ferat şermezarin ma qey çavên te kanîne

Bi sed incîl û tewratê bi eveste bi quran û yasîna

Ji min bawerke gidînê kes di bala min de nîne
Tîran ji wan bavêje dil bes rondikan bibarîne
Nazdariya li min neke berê xwîna te şêrîne

Di dêra te de rehbanim di eşqa ted cezîrîme

Evîna min çi dijware ne kêmî ya mem û zîne

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…