Nimûneyek ji Pêwemdiyên Kurd û Ermeniyan

 

Konê Reş

Gelekan li dor pewendiyên Kurd û Ermeniyan nivîsandine, gazin û lome ji Kurdan kirine û Kurd bi tawana kuştina ermeniyan gunehbar kirine.. Ez bawerim tiştek ji vê yekê heye, ew jî sedemên xwe hene; rewşa Kurdistanê a ciyopolîtîkî, perçebûn û dagirkirina wê, qedexebûna zimanê Kurdî û dawî qedexebûna lêkolînên rast û durist li dor kêşeya gelê Kurd û ne nivîsamdina bi zimanê Kurdî.
Anku Kurd ne dewlet bûn, ne desthilat bûn, cehalet û nezaniyê Kurd kor kiribûn, misilmantiya şaş kurd ji rê biribûn, Kurd di bin emir û fermanên Osmaniyan de diliviyan..

 

Van yekan hişt ku Kurd di gelek waran de paşketî bimînin, gunehkar bibin û gelek tiştên ne baş di derheqî wan de bêne gotin û nivîsandin. Derfet nebû ku Kurd bervedêriyê di ber xwe de bikin, wek ku pêdiviye; li pêmayê bav û bapîrên xwe vegerin, zimanê xwe vejînin, folklorê xwe kom bikin, bi zimanê Kurmancî bigrîn û bikenin.. Erê tevî van yekan Kurdan di gelek deveran de li Ermenî û xaçparêzan xwedî derketine û ew ji kuştin û qirkirinê parastine.. Belê, kêm kesan ev yek; parastina ermeniyan ji rex Kurdan ve, aniye ziman..!
Erê, bi min xweş e ku ez di vê mijarê de hinek ronahî berdim ser pêwendiyên Kurd û Ermeniyan. Wek nimûne Kurd, ji êla Rema, mala Hecî Ebdellah (Emînê Perîxanê) û Ermen, mala Bêdrosê Ûsiv.
Di vê pêla dawî de, min bêtir ji berê pewendiyên xwe bi ermeniyên Qamişlo re girêdan û xweş kirin, nexasin ewên ku di nav eşîra Rema, di deşta Bişêriyê de mezin bûne.. ewên ku bi kurdiyeke sade û resen xeber didin.. Ji wan Ermeniyan ez çav bi Antranîkê Bêdros /1925 û birayê wî Gerabêtê Bêdros /1935 ketim. Ev herdû kurên Bêdrosê Ûsiv in, bi koka xwe ji Ermeniyên Wanê, gundê Caksa ne.
Di fermana Ermeniyan a 24ê Nîsana 1915an de bavê wan Bêdrosê Ûsiv xwe li Êla Rema, Mala Hecî Ebdellah girtiye, ji mala Hecî Ebdellah, Emînê Perîxanê ew parastiye û Bêdros bûye wek neferkî ji malbata wî.. Bi van gotinên xwarê Antranîkê Bêdrosê Ûsiv destpê kir û got: Em ti carî qenciya eşîra Rema û Mala Emînê Ehmed (Perîxanê) ji bîr nakin, wan bavê min ji qirkirin û kuştina fermana sala 1915an parast û wek neferekî ji malbata xwe xwedî kir û wiha em bi zarokên wan re mezin bûn ta ku em binxet bûn.. Li Binxetê jî dema ku Emîn axa û di pey re kurên wî; Şikrî û Husên ji ber tirkan revyan Binxetê û xwe li mala Hizniyê Xelîlê Osman, gundê (Tilbirêc) û gundê (Qetraniyê) girtin, careke din em û wan di xêr û şerê hev debûn.. Nexasim ku Husênê Emîn ta bi mirinê jî her ew dostê wefadar bû bi me re.. Ti carî em wan jibîr nakin.. Niha kî ji mala Emînê Perîxanê li Qamişlo bibin mêvan, mala me ji wan re hotêl û aşxane ye.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…