Gotina Wergêrê Pirtûka: (Kurd û Kurdistan di hişê siyasî yê Erebî de)*

Elî Şemdîn

Bi dilxweşî vê pirtûkê bala min kişand, pirtûka lêkolîner û nivîskarê kurd yê naskirî (Dr. Ebdul Fetah Elî Botanî), ku bi navnîşana (Di Kurdolociya Erebî de: Kurd û Kurdistan di hişê siyasî yê Erebî de), di sala (2018)’de, li Dihokê bi zimanê Erebî derçûye û hatiye çapkirin, û di vê derbarê de ew dibêjê ku: (Ev pirtûk bi xwe lêkolîneke li ser Kurdolociya Erebî ya Îraqî, û girêdayî ye bi wan kesên ku pirtûk li ser dîroka Kurd û Kurdistanê bi zimanê Erebî nivîsîne..), û dibêjê jî ku:(Ev lêkolîn gihiştiye encamekî ew jî ewe ku dîroka Kurdan û zimanê wan û wêjeya wan û tevgera wan ya niştimanî di dema 1932- 1970’de, ne di hate parastin eger ne bi saya guhdana hijimareyeke hindik ji ekadîmînas û nivîskarên Erebî ba ye..).

 

Paş xwendina vê pitûkê bi zimanê Erebî, min bi xwe jî dît ku lêkolîner babetekî gelekî giring hilbijartiye û li ser westiya ye, çi di warê navnîşana wê de, ku lêkolîner hewil daye wêneya netewa Kurdî û welatê wî Kurdistan, di awêneya Erebî de bi şarezayî bi xwînê û bi belge nîşanî xwendevanan bidê, û bi hostayî bidê nîşandan çendî ev wêne hatiye şêwandin û neşêrînkirin di çarçewê awêneya Erebî ya ne paqij û qirêj de, lewma lêkolîner (di şûna pêşgotinê)’de, di bêjê: (Ji her hemwelatiyekî Ereb tê xwestin ku agahdarî pirsa Kurdî bibê, û bi zelalî têbigihê, û jê tê xwestin jî ku hevbeş bê bi miletê Kurd’re, di hêvî û nexwşiyên wî de..).
Her wiha bi naverûka xwe ya zengîn’ve jî, vê lêkolînê gelekî bala min kişand, ku bi şêweyekî ekadîmî hatiye nivîsandin, û di seranserê (244) rûpelên qebere mizin de, diyar bû ku nivîskar çendî xwe westandiye di komkirin û civandina jêder û belge û zaniyarî û dîkomentên giring û zengîn, yên pêwendîdar bi vî babetê hestiyar ve, ku ev lêkolîn bi xwe di eynî çaxê de nameya lêkolîner bû ji bo wergirtina berwenameya diktora, û wî ev nameya xwe diyarî her kesekî kiribû ku li kêleka mafê neteweyî rewa yê miletê bindest sekinîne, û di pêşiya wan de jî li kêleka mafê miletê Kurd, mîna: (Dr. Edîb Mû’ewed, Dîroknasê Ermenî Arşak Safrestiyan, Ezîz Şerîf û civaknasê Turkî Dr. Ismaîl Pêşkiçî..).
Her wiha kesayetiya lêkolîner jî hokarekî serekî bû ku vê pirtûkê ciyê xwe di mêjiyê min de çêkir û bala min zêdetir kişand, çimkî (Ebdul Fetah Elî Botanî), bi xwe jî navekî naskirî û diyare li ser astê tevgera nivîsandin û lêkolîn û zanist û rewşenbîriyê di Kurdistan û di navçeyê de, ew di sala (1950)’de, ji dayk bûyê, û bi pileyên herî bilind berwenameya dektora di (Wêjeya dîroka nûjen)’de, ji zankoya Mûsilê di sala (1995)’de, bi dest xistiye û sitandiye, û di salên (1996- 2002)’de, postê ragir (emîd) wergirtiye li zankoya Dihokê, û ta niha jî nêzîkî (25), pirtûk û lêkolînan bi zimanê Erebî û Kurdî çapkiriye, lewma çaxê ku pirtûkek navê vî ekadîmînasê bi nav û deng li ser qapê  xwe yê pêşî hildigirê, yekser ew pirtûk bala me bê dûdilî bi aliyê xwe ve radikişînê..
Ev li aliyekî, lê aliyê din pêwendî bi min ve heye, ew jî ewe ku ez bi xwe jî bi vî babetê giring û hestiyar’ve mijûlim, babetê pêwndiyên di navbera Kurd û Ereban de, û çawa rewşenbîrên Kurd di karin bi zelalî pirsa Kurdî bi rewşenbîrên Ereb bidin naskirin û erê kirin, bi riya belgan û bi şêweyekî zanistî, ne bi cûn û cinêw û xeberan? Bi rastî vî camêrî weke min di xwest wî jî her wisa kiriye, wî di vê pirtûka xwe de karîbû lîkolîna xwe bi encam bigihînê û wêneya rasteqîne di awêneyeke paqij û zelal de pêşan bidê û bi serkeftî pêşkêşî xwendevanan bikê ku bi Zimanê Erebî di xwînin.
Weke me di pêşî de jî gotiye, her ji ber giringiya vê pirtûkê, û ji bo kû bazinekî berfirehtir ji xwendevanan karibin vê pirtûka bi nerx û buha bixwînin, nexasim xwendevanên kurd, me ji erkê xwe didît ku vê pirtûkê wergerînin ser zimanê Kurdî, û vaye îro me ji aliyê xwe ve, û li gor karîbûna xwe ev erk cîbicî kir û me ew pirtûk ji Erebî wergerande ser zimanê Kurdî (kurmancî), bê goman wê ev kar ne dûr bê ji hin şaşiyan, bi taybet yên ziman, lê hêvî dikim ku ew şaşî, eger hebin jî, ne di wê astê de bin ku ziyanê bigihînin naveroka vê pirtûkê,
Hêjayî gotinê ye ku ev pirtûk ya siyeme, ku me wergerandiye ser zimanê Kurdî, pirtûka yekem ya mamoste Ebdul Hemîd Derwîş bû, bi navnîşana (Tevgera Kurdî li Sûriya di bin roniyê de, Istenbol,2012), ku me ji Erebî wergerandiye ser zimanê Kurdî (kurmancî), her wiha pirtûka diwem ya min bû ku bi navnîşana (Tevgera Kurdî li Sûriya, û diyardeya parçebûnê, dezgihê Ser Sera, Berlîn, 2020), her min bi xwe pirtûka xwe ji Erebî wergerandiye ser zimanê Kurdî (kurmancî), û vaye ev pirtûka di nav destê wede, ya bi nav nîşana (Kurd Û Kurdistan di hişê siyasî yê Erebî de), ew jî ya siyeme, hêvî dikim ku bi vî karê xwe yê piçûk me sûd gihandibê ziman û pirtûkxaneya Kurdî.
Di dawî de jî her nebê, ev karê min dimînê rêzgirtinek ji (Ebdul Fetah Elî Botanî)’re, wek mirov û wek Kurd û wek ekdîmînasekî şareza di karûbarê piras kurdî de.
Silêmaniyê: 2/7/2022
—————-
* – Ev gotar bi xwe pêşgotina wergêr (Elî Şemdîn)‘e, ji pirtoka (Dr. Ebdul Fetah Elî Botanî), ya bi nav nîşana (Di Kurdolociya Erebî de: Kurd û Kurdistan di hişê siyasî yê Erebî de), ku di sala (2018)’de, li Dihokê bi zimanê Eerebî hatiye çapkirin, û vaye me jî wergerandiye ser zimanê Kurdî (Zaravê Kurmancî), çaverêyî çapkirina vê pirtûkê bin bi zimanê Kurdî, di nêzktirîn dem de..

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…

Rabhan Ramadan

Ji dilekî ku kûta bîna xwe diyarî Kurd û Kurdistanê kiriye, û ji lîstika hestên ku tije keser û evîn in, dîwana “Warê Rojê” ya helbestvan mamoste Sîmko Botanî tê; da ku ji me re helbestên ku bi şêwazekî wêjeyî yê bilind, şirîn û helbestkî hatine hûnandin, pêşkêş bike. Ew…

Beşîr Botanî

Çîroka Stiranê

Hunermend Alan Botan, navê wî li nasnamê Şahîn Muhsin Derwîş e. Ew nevyê Egîd Axê û Xemse Bişarê Çeto ye (Egîd û Xemse dêbavên diya wî ne). Ewî sala 1988an li Stockholmê got min:

Min stirana (Min bêriya te kiriye) li ser dapîra xwe Xemsê nivîsî û jê re…