Roja rojnamegeriya Kurdî li hemû pênûsên Kurd pîroz be!

Dr.Ebdilmecît Şêxo

Bi vê  boneya pîroz çirûskek li ser  kovara (JÎN).
Kurtelêkolîn
Kovara (JÎN), (7.11.1918 – 2.10.1919)

Kovara (Jîn) ji hejmara 1-25 di navbera salên 1918-1919 an de bi du zimanan Kurdî û Turkî û bi du zaravên Kurdî (Kurmancî , Soranî )  û bi tîpên Erebî wek zimanê ne fermî ya (Komela pêşketina Kurdistanê) hatine weşandin.
Sernivîserê kovarê yê pêşîn ji hejmara (1 ê-20 ê), yekek ji damezrênerê  (Komela pêşketina Kurdistanê), Hemzeyê Muksê bû  û  ji hejmara (21 ê-25)an Memduh Selîm bû.

  Ji( 25) hejmarên (Jînê) (22) hejmar (16) rûpel in , hejmarên (15,16,25), (24) rûpel in û ji ber ku Kurdistana Başur, Bakur û Rojava hîn yek beş bû û di bin destladariya Osmaniyan de bû, lewra jî  gelek nivîskarên vê kovarê ji   pir bajarên Kurdistanî bûn; wek Sulêmaniyê, Amedê, Kerkukê, Bedlîsê û  wek lêkolîner M.Emîn.Bozarslan dinivîse, hin pênûs ji Rojhilata Kurdistanê jî di (Jînê)ê beşdar bûn .
Herweha jî; nav û berhemên pir kesayetiyên nasdar  cihên  xwe di kovarê  de girtine;1-Tefwîq Sulêmanî ( Pîremêrd),2- Kurdiyê Betlîsê (Xelîl Xeyalî),3-Kemal Fewzî û piraniya nivîsarên wî bi zimanê Kurdî bûn, ewî destana (Memê Alan) di kovarê  de bi Kurdî  weşandiye. 4-Memduh Selîm tenê bi Turkî nivisiye, 5-Ezîz Yamlukî jî bi Turkî nivisiye, 6-Lawê Reşîd  û 7-Hilmiyê Siwêrek jî rûpelên kovarê bi pend û şîretên Kurdî xemilandine.
Herdîsan jî serokê şoreşa Agirî Îhsan Nurî, Kamîran Alî Bedirxan, Qazîzade Mistefa Şewqî, Qazîzade Letîf, Huzneyê Dêrsimî û Mîrzayê Cizîr bi pênûsên xwe naverokên hejmarên kovarê dewlemendtir kirine û herweha jî helbestên  Milayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Nalî û  Hacî Qadir Koyî jî cihên xwe di kovarê de  dîtine.
Bi gîştî; em  kanin bêjin ku vê kovarê kanîbû di dema xwe de û li gor rewşa siyasî û civakî  rolek berçavkirî û giring di pêşketina rewşa netewî û çandî  de bilîsta, lewra jî ewa cihê xwe di bizava pêşketina rojnamegeriya Kurdistanî de xwe baş distîne.
Kovara ( Jînê) li ser çi dinvîsand?
Nivîskarên kovarê bi gelemperî  pênûsên xwe li ser sê rêçan  terxandine.
1-Rêça olî.2-Rêça zanînê.3- Rêça netewî.
Em di vê kurtelêkolînê de dikanin tenê li ser naverokên pênc hejmarên (jînê) û herweha jî  tenê li ser nivîsarên Kurdî bi kurtî rawestin.
Di hejmara yekê de; du helbest in1-Bi navnîşana (Bang),nivîskar:E.Rehmî.
2-  Helbestek bi navnîşana (Hawara dayikê),nivîskar:Mistefa Şewqî.
Û gotarek (Xewa me).
Di hejmara duhem de; gotarek bi navnîşana (zanîn di pêşiya hemî tiştan e),nivîskar Muhemed Şefîq.
Di hejmara sêhem de,(Pend û şîret) li gel wergerandinên wan bi zimanê Turkî bi pênûsa Lawê Reşt.
Herweha du helbest1-Bi navnîşana (Firyad)nivîskar:M.Şewqî.2-Bi navnîşana (Eşqa welat),nivîskar E. Rehmî.
Di hejmara çaran de;1-(Pend û şîret),bi pênûsa Lawê Reşît. 2-Helbest bi navnîşana (tehsir ciwanî û… weten) bi pênûsa M.Şewqî,3- Gotarek bi zaravê Soranî bi  navnîşana(wedhiyetê me Kurdan de esrê hadir ) bi pênûsa M.Şewqî.
Di hejmara pêncan de;1-(Pend û şîret) û wergerên wan bi zimanê Turkî bi pênûsa Lawê Reşît.2-Helbest bi navnîşana (Asar Aslafden) bi pênûsa Hacî Ebdilqadir bi zaravê Soranî,3-Helbest bi navnîşana (destê tenê deng jê nayê)bi pênûsa E.Rehmî,4-Gotar bi navnîşana(Biçûk negirît,memkî naxwit) ji nivisîna Ebdilrehîm  Rehmê
E.Rehîm di helbesta  (Bang) de  li ser  rêça ola Îslamî  dinivîse:

Bang

Hişyar bûm ez, dinya hemî k,er
Bi dengê Milayî Elahu Ekber
….
Rabin dibêjit, weqtê sibê ye
Sahib xebatan, Şeytan li pê ye
….
Wext teng e, lez kin, bighîne mizgevt
Li pey Milayî, hêj roj  nederkewt
Emrê Xwedê xwe em pêkve bînin
Ca xelq nebêjit bê his û dîn in.
( Jîn),hej.1,rûpel: 12.
Tîpguhaztin: E.M.Şêxo
Di rêça zanînê de E.Rehmî di gotara xwe bi navnîşana (Xewa me ) de, di 24 .Çiriya pêşîn de dinivîse:
(Îro ku hemu milet ji xewa sibê rabûne ji bo jîna xwe dixebitin……, û em jî hîn di xew de ne…., gelo me çi kir, êvar e, em naghînin çi waran û pezê me dê gur bixwit…,zarên me birçî ne, ev çi , me bi serê xwe anî … , êdî bese
û ew li dawiyê weha ji gelê xwe dipirse:Çi ji bo me lazim e(pêwîst e)?  û ew bi xwe jî bersivê dide gelê Kurd û dinivîse: Zanîn..Zanin ..Zanîn.
Hej:1,Rûpel.13
Herdîsan Muhemed Şefîq di gotara xwe  bi navnîşana (Zanîn di pêş hemî tiştan e) de dinivîse: Ey biraderê me, di beriya her tiştekî  de, zanîn lazim e,lewra çi dîn,çi dinya hemî miteweqife li ser zanînê……,heta mirov
cohtkirinê nizanit,tê çiwan çandinahî biket,heta mirov kirîn û firohtinê nizanit tê çiwan tîcaretê biket, xulase tu tişt bê zanîn nabit û serî her tiştekî zanîn e………………).
Hej.2,Rûpel .13

Di rêça netewî de dîsan E.Rehmî  helbestekê  bi navnîşana (destên tenê deng jê nayê) dinivîse:
Ey miletê sahib nîfaq
Lazim ji bo te îtîfaq
Tesîs nekin em yek wîfaq
Mehwîyet  e bil îtîfaq.
Aqilê xwe pir hokin hemî
Wext,zeman pir nazîk e
Bê îtfaqî tehluke
Xelqan hemî di gel me  rik e
Mehwîyeta  me bê şik  e
Aqilê xwe pir hokin hemî
Şexsiyetê bavêne der
Yek şexsî  şol nayete ser
….
Aqilê xwe pir hokin hemî
Dest  dene yek şibê bira
Hilkin ji bo xwe yek çira

Aqilê xwe berhev kin hemî
Hej. 5 .Çiriya  paş,
Têpguhaztin: E.M.Şêxo
Herdîsan Ebdilrehîm Rehmê di gotara xwe (Biçûk negrît memkî naxwit)de pir bi zelalî li tamarên  xwîna Kurdan dide,hestên wan germ dike  û dixwaze wan ji xewê şiyar bike, ta ku ew dengên xwe ji bo mafên xwe bilind bikin,lewra wisa dinivîse: (Îro em jî li vê dinê xwedan par in ,yanê wekî Xweda dinya afrandiye , nihmetê xwe li ser hemî miletan belav kiriye û em Kurd jî ,ji wan kirine, dêmek behra me, her wekî hemiyan e di dinyayê de heye,hemî milet xwedanê li heqê xwe dikin, em carekê heqê xwe nasnakin …. ,û bo çi em heqê xwe naxwazin ?
Herweha jî pend û şîretên Kurdî yên kêrhatî di kovarê de hatine weşandin; em li vir tenê çendekan ji wan wek nimûne dinvisînin:
1-Şem şekir e , lê welat  şîrîntir e .
2-Rî dibe bost, neyar nabî dost.
3-Aqil Tacê zêrîn e,li serê her kesî nîne.
4-Berxê nêr ji kêrê re ye .
5-Av ku da ser serî , çi bostek  kêm , çi zêde.
6-Kevir li cihê xwe giran e.
7-Qedrê zêr, zêrker zane.
8-Xiyalê  birçî her nan e.
( Ji hejmarên têkel)
Bi rastî desteya kovara( Jînê) pir bi zanebûn û bi mebestên kêrhatî van (pend û şîretan) ji xwendevanên xwe re pêşkêş dike,ta ku ew waneyên civakî, netewî û şoreşgerî  ji  wan wergirin û bi rastî her pendek û şîretek di vir de kane bibe mijarek serbixwe .
Lê çima vê kovarê jiyana xwe berdewam ne kiriye ?
M.Emîn Bozerslan li gor Zinar Silopî(Qedrî Cemîl Paşa )di pirtûka xwe  (Doza Kurdistanê)de bi vê wateyê  dinivîse: Rojnamên Turkan  di wê demê de li dijî  Seyd EbdilQadir, serokê (Komela pêşketina Kurdistanê) gilîyek
vekirin û li ser helwest û nêrînên kovarê yên netewî rawestiyan û gotin: Seyid Evdil Qadir hem serokê Şurayê(rawêjkariyê)dewletê ye û hem  jî  ew serokê (Komela pêşketina Kurdistanê ) ye, lewra jî  divê ew ji seroketiyê Şurayê dewletê,yan jî ew ji seroketiyê (Komela pêşketina Kurdistanê) vekşe.
Li gor em dibînin;Seyid Ebdil Qadir neçar dibe ku ew daxuyaniyekê diweşîne  û ew di wir de  dinivîse: Gelê Kurd  serxwebûnê naxwaze û ew tenê xwedmixtariyê dixwaze, lewra jî hin kesayetiyên navdar mîna Emîn Alî Bedirxan, Ferîd Bêg, Şukrî Baban, Fu-ad Baban, Hikmet Baban  (Sulêmaniyê), Dr.Ebdula Cewdet , Dr.Şukrî Muhemed, Kemal Fewzî, Ekrem Cemîl paşa,(Amed), Nicm  Eldîn Husên(Kerkok) û Memduh Selîm (Wan) ji komelê vekşîn û komelek nûh bi navê (Komela vêkxistina civakî) damezrandin û vê komelê  rojnamek bi navê (Jîn) derxist.
Lê M.Emîn Bozerslan dibêje: Ev rojname ji me ve ne diyar e û pêwîst e lêgerîn li ser wê bibe.
Piştî ku Kemal Ataturk bûye serokê komara Turkiyê , ewî ji binî û bingeh de  hebûna gelê Kurd ne pejirand  û hemû weşanên Kurdî rawestandin.
Lê çima Kovar (Jînê) piraniyên berhemên xwe bi zimanê Turkî bûn?
Li gor nêrîn û texmîna me; du sedemên bingehîn hebûn,1-Piraniyên  hemwelatiyên Kurdistanê nikanîbûn bi zimanê zikmakî bixwendana û têbighîştana .2- Desteya kovarê xwestiye ku gelê Turk jî rewşa gelê Kurd nas bike.
-Lê çima zimanê kovarê yê Kurdî jî bi tîpên Erebî bû?
1-Bi kurtasî;zimanê kovarê bi gîştî rind e, mirov di xwendina wê de pir dijwariyan nabîne,lê gelek peyvên Kurdî ji aliyê vekîtê de ne mîna  serdema me hatine nivîsîn; wek nimûne:Bixwit(bixwe),cohtkirin(cotkirin),nizanit(nizane),biket(bike), nabit(nabe).

Bêguman sersedemên vê diyardeya zimanî;derengbûna pêşeketina zimanzanînê ye,erê zimanzanê mezin Celadet Bedirxan gelek aloziyên rêzimên û rastnivîsa zimanê Kurdî (zaravê Kurmancî) û bi tîpên latînî  çareser kirine,lê di baweriya me de hin alozî û asteng jî bê çareser mane,erê hin rewşenbîr û lêkolînerên Kurd bi şêweyên tekane
berxwedidin ku çareseriyan bibînin,lê bi  ya  me be pêşniyarên tekane   di vî warî de ne  biryar in û ew tenê pêşniyar in.
2-Gelê Turk jî di wê demê de bi tîpên Erebî dinivîsand,lewra gelê Kurd jî hest ne dikir û nizanîbû ku tîpên Erebî nikanin dewsên  hemû dengên Kurdî bigrin.
xxxxxxxx

Têbînî: Çima min  tenê li ser (5) hejmarên kovara (Jînê) û tenê berhemên Kurdî şirovekirine  ?
Di sala 1983 an de rêzdar Mihemed Emîn Bozerslan li Lênîngrada berê mîvanê nemir mamostê me yê gewre Qanatê Kurdo bû , ewî  berga (1) ê  ji(5) hejmarann diyarî min kir, û yên mayîn li nik min tunene û herweha jî û mixabin ez bi zimanêTurkî jî nizanim û ez pir bi hêvî me ku lêkolînvanên me, van valahiyan dagrin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…