HEJMARA HEFTEMÎN YA KOVARA BERNAMEGEH DERKET

Di vê hejmara me de İkram Oğuz bi Kurmanciya xwe ya zelal behsa zarokatiya xwe û dengbêjên bavê xwe kiriye, Occo Mahabad mijara damezrandin û pêşketina çapxaneyên kurdan ji do heta îro nirxandiye, Nihat Gültekin bala xwe daye li derdora Çiyayê Elegezê û rewşenbîrê me yê dilnazîk Maksîmê Xemo, Lokman Polat bi pirs û vegotinan di edebiyatê de mijara trajedî, romantîz û erotîzmê hildaye dest.
Di vê hejmarê de gellek gotar, çîrok û helbest li benda xwendin û nirxandina we ye.
Hûn dikarin di vê hejmarê de van nivîsan bixwînin:
– İkram Oğuz / Çima Dengbêjên Bavê min
– Konê Reş / Newroz
– Occo Mahabad / Dîroka Çapxaneyên Kurdan
– Mihemed Hesko / Xwefiroş
– Nihat Gültekin / Li Gundê Avşênê Dibistana Mexsîmê Xemo
– Muqades Agirî / Şahmaran
– Umîd Demîrhan / Mersûmê Qedîm ê Kurdistanî
– Dengbêj Evdirehîmê Mûşî / Mêvan
– Sıraç Oğuz / Hîndîstan û Gandî, Kurdistan û Barzanî
– Çayan Okuducî / Parsek
– Remezan Bakur / Simayîlê Saydalî
– Dilazad A.r.t / Sîng û Berê Yara Gerden Zêrîn
– Mela Mihyedîn  / Nameyek Derengmayî 5
– Şîlan Doskî / Adar
– Ümit Tunç / Xwe Li Ser Keskesorê re Biavêjin
– Dilbirîn Dilo / Senfonîka
– Lokman Polat / Evîna Romantîk û Trajîk
– Azad Ekkaş / Newaya Roviya Şîn Li Kozikê Darvên
– Yucel Aslan (Koçer )  / Ez û Navê Kurdistanê
– Ehmedê Goyî / Dê
– Celal Orhan / Hêsirên Kurê Arnos
– Michael Erard -Cultural of First Words /Raboriya Çandî ya Peyvên Pêşîn – Wergêr:Berat Qewîendam
– Hasbeg Koksal / Bayê Lingbez
– Mahîn Şêxanî / Bawer Bike
– Mehmet Gur / Pêxemberek Rabû ji Colemêrgê: Şêx Adî
– Mehmet Dinç  – Bedro / Wergera ji Tirkî; Mikaîlê Berbestê
– Umer Binî Xettab, Yezdîcerd  û  Nemeyên Wan / Wergera ji Tirkî; Seyfedînê Welekorî
– Mervan Serhildan / Sûdwer im Ez
– Keyhan Mihemedînijad / Newroz
Têkîlî: bernamegeh@gmail.com
Kurdî: https://www.bernamegeh.org/
Türkçe: https://www.bernamegeh.com/
HÛN DIKARIN LI LÎNKA JÊR KOVARÊ BÊPERE PEYDA BIKIN Û BIXWÎNIN.
https://www.bernamegeh.org/2022/04/30/hejmara-heftemin-ya-kovara-bernamegeh-derket/

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Piştî ku em bi navê Nûneratiya ENKS li Ewropa beşdarî Kongreya yekem ya zimanê kurdî li Elmaniya , ya ku roja Şemiyê 27.06.2026 li bajarê Düsseldorf hate lidarxistin, me peyameke pîrozbahiyê arasteyî kongreyê kir.

Di heman demê de me nûçeyek li ser vê bûyerê bi zimanê kurdî û erebî belav…

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…

Rabhan Ramadan

Ji dilekî ku kûta bîna xwe diyarî Kurd û Kurdistanê kiriye, û ji lîstika hestên ku tije keser û evîn in, dîwana “Warê Rojê” ya helbestvan mamoste Sîmko Botanî tê; da ku ji me re helbestên ku bi şêwazekî wêjeyî yê bilind, şirîn û helbestkî hatine hûnandin, pêşkêş bike. Ew…