Mîr Miqdad Medhet Bedirxan û 124 Saliya Rojnameya (Kurdistan)

Konê Reş

Mîr Miqdad Medhet Bedirxan di dawiya sala 1897an de ji ber nexweşiyê, ji Stenbolê çûye Qahîre û li wir ji bo pêşketina Kurdan di roja 22ê Nîsana 1898an de, anku berî 124 salan, yekemîn rojnameya bi zimanê Kurdî, bi navê (KURDISTAN) weşandîye û di nav rûpelên wê de wiha gazî û hawarî Kurdan kirîye û gotiye:
(Gelî Mîr û Axano! Kurmancno! qenc bizanin xwendin, ilm û merîfet li dinyayê û axretê rûyê mirov sipî dike. Niho zaroyên xwe fêr bikin ilm û merîfetan hûn bi xulaqetê xwe şûcai û cesûrin, heke hûn bibin xweyî ilm, hûnê ji dinyayê hemîyan xurtir û dewlemendtir bin..).

 

Mîr Miqdad Medhet Bedirxan, rojnameya KURDISTAN, (4) Misir/ Qahîre/1898.
  Rojnameya (Kurdistan): Rojnameyeke 15 rojî bû.. 31 hejmar jê hatine çap û belavkirin: Xwedî û berpirsyarê her 5 hejmarên pêşî ji 1-5 ku li Qahîre hatine çap û belavkirin (Mîr Miqdad Midhet Bedirxan) bû.. hejmarên mayî ji 6-31ê xwediyê wan birayê wî (Mîr Abdulrehman Bedirxan) bû, cihê weşandina wan ji 6-19 an li Cinêvê çap bûne, ji 23-20an jî careke din li Qahîra çap bûne, hejmara 24an li Londonê çap bûne, hejmarên 29-25 li Folkostonê û herdu hejmarên dawî li Cinêvê çap bûne; hejmara dawî (31) di roja 14ê Nîsana 1902an de çap bûye.
Mane gereke ku zana û nivîskarên kurd di kovar û rojnameyên xwe de, li ser weha  roj rawestin, ku di roja 22ê Nîsana/ 2022 (124) sal di ser weşana rojnameya wî KURDISTAN re derbas dibe, jînenîgarîya wî, rojnameyên wî bidin naskirin, da ku nifşên nû ji nêzîk ve wî, nasbikin û serwextî têkoşîn û xebatên wî bibin.
Mixabin, gelek navdarên me, mîna Mîr Miqdad Bedirxan hene me ew di ser guhên xwe re avêtine, wek ku pêdiviye, me guh li wan nekiriye wek: Mîr Celadet Bedirxan û herdû kovarên wî (Hawar û Ronahî) li Şamê, Dr. Kamîran Bedirxan, xwedî û berpirsyarê kovara (Roja Nû û Stêr) li Beyrûtê di navbera salên 1943 – 1946an de, Memdûh Selîm Beg Wanlî û Hemze Behê Miksî berpirsyarên Kovara (Jîn -1918) li Stembolê, Mewlana Rifet Zade xwedî û bepirsyarê Rojnameya (Serbestî – 1909) li Stembolê, ev mirov di sala 1930î de li Helebê çûye ber dilovanîya Xwedê û îro kesek gora wî nasnake, Mîr Sûreya Bedirxan, yê ku di sala 1908an û li Stembolê û sala 1917an de li Qahîre rojnameyek bi navê (Kurdistan) weşandîye. Û gelek mirovên din hene mîna: Mîr Abdulrezaq Bedirxan, Dr. Nûrî Dêrsimî, Dr. Nûredîn Zaza, Qedrî Beg Cemîl Paşa, Ekrem Beg Cemîl Paşa, Qedrî Can û weha bi dehan ji welatparêz û rewşenbîrên gelê Kurd, yên ku tev jiyana xwe di ber gelê xwe de xerckirine hene. Ji mafê waye jî, ku em wan bi bîr bînin û gurzên nêrgizan li ber serê wan deynin.
Erê bavo, kirîzeyên mezin, li pêş fêrkirina zimanê hene.. Li Bakurê Kurdistanê perwerde û hînkirin bi tirkî ye, li Başûr bi Erebî ye, li Rojhilat bi Farisî û li Rojava bi Erebî ye. Ji bo vê yekê zarokên me ji zimanê dayika xwe dûr dikevin, zimanê biyaniyan hîn dibin. Sebaretî kurdên Rojava û zimanê Kurdî; bi mixabînî dibêjim: Guhdana Partiyên Kurdên Binxetê bi zimanê kurdî gelekî qels û lawaz e.. Di warê pratîk de, zimanê kurdî di pileya dawî de ye..! Tev nivîsên wan bi zimanê erebî ne, pirrê axaftina wan bi zimanê erebî hatiye xemilandin.. Ez ne bawerim ku berpirsyarekî wan, zanibe bi kurdî bixwîne û binvîsîne.. Mixabin ku Kurdewariya rêxistinên Kurdên Rojava bi zimanê erebî ye..! Di vê derbarê de bi min xweş e bêjim: Ziman; berdewamiya hebûna mileta ye. Yê ku zimanê xwe jibîr bike, şevreşkî dibe, şev lê digere û êdî nema kare bi serbestî derbasî civaka welatiyên xwe bibe.
Qamişlo 16/4/2022

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Firyal Hemîd

Berbang bû kitikên demjimêrê di bêdengiya hundir de, bilind dibûn, pêre jî ew ramanên Wek girêkeke xirboqî lihev geryayî, ji hev venedibûn.

Gerek çi bikim?

Her ji xwe dipirsî û pirs jî bê bersiv dima.

Gelo wê veger biryareke rast be?

Zarok bi cih bûne, her…

Ebdilbaqȋ Elȋ

Di dȋrokȇ de hatiye zanȋn ku rȇjȋmȇn totalȋter gotara kȋnȇ li dijȋ rikberȇ xwe weke alav jibo reșkirina navȗdengȇ wan bikar tȋnin bi mebesta kontirolkirina wan yan rewakirina tepeserkirina wan, ȗ gotara kȋnê bi awayekî berçav bûye sedema gurkirina agirê zikreșiyê li dijî hin kom, gel û etnîkên bindest li…

Di / 31 / 10 / 2004an de xebatkarê hêja û helbestvanê ciwan heval (Ferhad Çelebî) Endamê komîta navendî ya partiya me bi bûyereke tirafîkê ew û Du birayên xwe koça dawî kirin.

Hevalê Ferhad helbestvan , çêroknivîs û rojnamevanekî çalak bû , bi dirêjahiya salan ji ciwaniya xwe de heya bi…

Fewaz Ebdê

Diyarî canê
Ebdussemed Dawud
**

Nema zanim ..
Ji ku dest pê bikim
û li ku rawestim!
Ji zeviyên genim ku bi dizîka navê te dibêjin?
Mîna ku hê tu neçûyî
û hîna tiliyên te bi simbilan dilîzin.
Tu dikenî, distirê û dibêjî:
“Nigê xwe li şînê xin,
wê bidin alî..
paleyî li bende şînê namîne!”

Yan ji çaxê ku em bi dû ewran diketin?
Me…