Nivîsa wêjeyî wek navgînek e rûbirûbûnê

Rêber Hebûn

Hevçûyîna berve rizgarkirina xweserî tiştekî divê pêkwere eger rê teng bû di rûbirbûna sextebûnê û kesên wê, ji ber ku di saya zordariya desthilatiyên serkotker de, çare  li pêş civakê nîne ji bilî ku yek ji herdûkan bipejirîne, û ewa koletî an serhildanê.
Naxwe nivîsa wêjeyî vala nabe ji metirsiyên ku têne kûrahiyan, û mirova li ser ramandinê bi dîmenan ve dihêvojin, û hestên ku mirov bi zehemtiya rewş û tengbûna asoya çareseriyê, û herwiha libabûna di nav pêlên hestên wijdanî de ta bibin çirûsînek e heyî li çûna mirov berve rizgarîbûnê, ji ber ku tiştê tên e di rûbirbûna wî de ji hêza dadgehên  hêrekeriyê û samên wê ne, û wî dihêlin bêhtir bikeve di rûbirûbûna wana de,û di hundirê wî de alavên hevxistinê bilind dibin, ji ber ku hêzên guhertinê bi hemî şêweyên xwe ve û tevî êş û bêhêviyê li berxwe didin li rex amadebûn û berdewamiya berxwedaniyê ji bo dîtina cîhanek e baştir di warê sinc û bedewiyê de.

Û nivîs ewa pîrozkirina wateya hevxistinê ye û li derketina li hember fişarê desthilata serkotker ji takekesan re ye û, ewa nirxê herî bilind e berevajî nivîskarên desthilatê yên dibezin li pey pîrozkirina serokan û pesindayîna wan.
Wate ji karê mirovî re ewa parastina kiryarên baş e, beranberî zor û serkotkirina pêkbûyî di hemî rewşên jiyanê de, ji ber daxwaziya zordariyê ewa valakirina civakan ji xugirtiyên wêna ye ,  û ev jî dihêla ku cureyek e bive bê berhemdan û bê ser û berî  û belavbûnên ricîmên sincî tevlîhev bibin, wisa parçebûn dikeve hemî aliyên jiyanê, ji ber ku cotbûna gendelî û zordariyê civakê hûrhûrî dike û ev yeka desthilatdariya bavanî ji dema hatiye damezrandin pêkbîne, û sinc ji civakê hêdî hêdî rûdixîn e, ev yeka dihêle ku ev civak bindest bimîn e (civaka kurd li bakûrê kurdistanê û ricîmên Tirkî)  û herwiha pişaftin rolek e serek e dilîze ji bo giyana parçebûnê  cîgir bike, û xelkê ji nirxên xuristî qut bike,ta ku sinc bikeve xeteriyê.Wisa ricîma serdest berdewam hewil dide  ku şêweyên qirkirin û dûrkirina xwe zêde bike, carne cilê olî li xwe dike û carne netewî  bin navê parastina ol an netewê an dewletê, û rastiya xwe tenê hebûna xwe diparêzê bi dewamkirina nezanî û tirsê, û heyîna xwe bin gelek nav û dûrişman ve û bi hemî dezgehên ragihandinê xwe diparêze , ji ber ku raghandin jê re destikek e serek e ye , û mîna alavên hêvotin û bandorkirinê  ye ji hiş re, ta civak bimîn e di zîndanên wê de, û çare pêş  civakê kêm   bimîne, ya bi wê desthiladariyê re bikeve dan û standinê an têkeve di girtîgehên wêna de, û bikeve rewşa bêdengiyê heta dawiyê , helbet ew ricîm ji xwe re gelek xwefiroş rêxistin dike , ji ber ku ew tenê bê nerîn û helwest in , tenê desthilat destûrê dide wana ku  bêdeng bimînin yan biaxivin, û ev tişt dihêle ku pêşeroja hebûna wê ricîmê jî ne ewqas aram û cîgir be, bi sedemên aloziyên aborî , û tîjandina cemaweran, yên bi derbasbûna demê dibin êzing ji teqînekê re, bi valabûna ewqas di navbera mûçeya jiyana xelkê û dewlemendiya tofa gendel a ku  hemî hatinên aborî û pereya giştî di dest de ye,  ji ber ew tofa bi desthilatê re ketibû hevbendiyê , ji bo pere û semyanê hemî li cem de bimîne, ligel ku ew desthilat bi yên mîna xwe cîran dikeve hevbendiyê ta li hember gelên xwe rawestin , ji ber çi teqîn li cem wê an li cem cîranê wê biqewime , bandora xwe rasterast li hebûna wê dike wek desthilatdar, tê wateyê ku xala hevbeş di navbera van desthilatana tevî çiqas nakokî di nav wana de hebe  jî ewa dijminatiya gelan e û xwestekên wê ji demukrasî û dadmendiyê re, û van keleman ji civaka bavanî tên, û ew civak bê guman riwek e ji desthilatiya serkotker e, û wisa cîhanên wijdanî ji pirsgirêka bingehîn naqetin , bi rizgarkirina mirov ji zorkarî û wêrankirinê , û dûrxistinê ji mêjiya bavanî ve a ku ji rewş û reftarên zordar pêktê, û herwiha desthilatiyên serkotker bi van tiştan hebûna xwe dibînin , û dibin jêre destikek ji dewamkirina zor û bêcaniyê , dema mirov ji hizrê azadîbûn û sivîlbûnê dûrdixînin, ji bo berjewendiya bindestî û xirakirina civakê bicî bikin, tê wateyê ku desthilata gelemper şerê civakê dike, û rewanê pêşveçûn û ronakbîriyê armanc dike , û ewa di eynî demê şerê evînê  di navbera mêr û jinê de dike bi rêya reweştên bavanî û reftarên kevin, û herwiha dibe rêgir li pêş avakirina malbata a li ser evîn û xwestina xuristî de çêbûye, bi rêya bilindkirina nêrîtiyê a li hember evîn û azadiyê bi giştî radeweste, û ew desthilat  jî li ser azariya jinê  û dûrkirina wê ji mêr ve dijî, ta nêrîtî bibe riwê diyar ji zorkariyê û kokên wê yên dîrokî a cihê xwe di dîmena siyasî a rojhilata navîn de digre, wisa nêrîtî mîna sîstemekê (Îran-Turkiya-Îraq- Rûsiya-Efxanistan, Şîşan û her wisa….)  diyar dibe, ku reftarên tunekirina civakî saz dikin ,  û dibe ew desthilata bilind û peykaner a civakê dorpêç dike, wisa ew civak dûrî evîn û zanînê dikeve,û bi reftarên qatî ve tê dagirkirin, û bi taybet li rojhilatê de pirsgirêka cenga li hember evîn û azadiyan bêhtir diqewim e,  ji ber ku hebûna evînê nîşana mayîna malbat û civakê ye, lê şerê wê rastiya ricîmên serkotker a ku xwe daniye li ser singên civakê diyar  dibe ,bi rêya tunebûna hezkirinê di nav takekesan de di pirên şaneyên malbatê de , û hindikê wê xwe bi jiyana nûjen ve têr dike, an  xwe bi yeksaniya naverokî de bi rext dike, lê ji ber ku jiyana me ye a bi winabûna mafan ve dagirtî bûye ji sedema serdesbûna berjewendiya diravî ve ,em dibînin evîn dûr dibe, û takekesan ji civakê ve dûr dibin û  di koçberiyek e deronî de dijîn, û windabûn cihê xwe digre, di derbarê axaftina di navbera jin û mêr de li cîhana wijdanî de,û zehmetiya pejirandina jiyana azad û pêyketina li dû banga kûrahiyê, û ne kanîna çêkirina xurtbûnê di malbatê de, ji ber ku ji çanda evînê dûr in, lê xwendina tiştê li hundir de di şaxê dan û standin de bi demborînê re ta jiyana niha bê  nasîn û aloziyên wê bêne fehmkirin, ewa tiştekî gelek girîng e , ji bo berketina  dîmenên jiyanê û diyarde û şopa wêna li ser henas û reftar de, bi rêyek e felsefî kûr, ji bo bidestxistina kêliya bazdayî ê ku mirovê xewindar pê mijol dibe û lê vedigere, heta ku di hundirê henasê xwe de be, û li pêş vê hewildanê de hewildanek e bi derbaskirina tiştên yê mirov dijî bi hemî nalîna xwe ve di  demê tenahiyê de, dema timî daxwazê sîstem, dad û şadiyê dike, li cîhanek e tev de gurbûn û girtinhevî ye, wekî ku pêdiviye li ser afrêner ku li pey cîhanên hunerê bikeve  û bi gula li sirûşta bedew de hest bibe wekî çareseriyekê, dewsa şopandina derd û xemgîniyê, ji ber ku kêşeya heyînê bê çare ye, nepenî ye, û zaroktî melhemek e dijî koçberiyê ye, bi nîşana xwestina berdewam ji tiştê dembuhirtî re û ramandina bi wê, û herwiha jî pêgirtina ji naverokên mirovahiya rasteqîn e ve bi rêya hevbeşdariyê a nûnertiya bedewbûn, maf û xêrê dike, mîna nirxên pêdivî hebin  ji bo bên e diyarkirin ligel gerdûnek î bê giyan di nav de ezezî, nezanî û sûdgirtîbûn diyar dibe, yên  gelek lerzandin û cengan bi xwe re anîbûn e, û bê guman ku encamên wê azarîbûna perwer û tenahî û koçberiya wê naşî me dike , û pir gengeşeyên zehmet aşkere dike , ji ber ku li paş pesindana nimûnî de   jinê ye, li  dûriyên bedewî ji evîn û hebûnê ve diyar dibe, û ewa para rehî  ji civakê saz dike, û mêr di çarçova wê  civakê de bi aliyê mîkanîkî ve têkildar dibe, û zorenga siyasî hinek taybetiyan dabû xuristiya civakê bin saya kirdeyê pêkhatî di hejandina sîstema wê ya xwazayî de .

https://youtu.be/89Uh0ozaKuQ

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…