Çîroka ker lawê kerê

Ehmed Meter
Werger ji Erebî : Dr.Ebdilmecît Şêxo

Hebû  û nebû,li axirekî Erebî komeleyek ji keran hebûn, rojekê ji rojan   kerekî ji wan keran  di demek dirêj de xwerin nexwar, laşê wî jar bû, guhên wî sist û berxwarî bûn, hindik mabû ku ew ji ber jarbûnê bikeve xwerê.
Bavê kerê têgihîşt ku tendurûsta lawê xwe xeraptir dibe, ewî xwast têbighîne ku sedemên jarbûna lawê xwe çi ne,ewî bi tenê  bi lawê xwe re deng kir, ewî xwast rewşa derûnî  û tendurûstî yên lawê xwe bizanibe. Ewî  ji lawê xwe pirsî: Çi bi serê te hatiye kurê min ?

Min ji te re baştirîn ji cureyên cihê aniye û tu hîn naxwazî wê bixwî.
Bêje min çi bi serê te hatiye?
Xêre tu vê yekê bi serê  xwe dikî?
Tukesî tu bêhnteng kiriye?
Lawê kerê serê xwe rakir û bi bavê xwe re got:
Erê bavo…… Ew mirov in …..
Bavê kerê matmayî bû û bi lawê  xwe re got: Mirovan çi kirine?
Kurê kerê got: Ew kêrç û tinazên  xwe bi me dikin .
Bavê  pirs kir: Yanê çawa ?
Lawê kerê got: Tu nabînî , eger her  mirovek karekî xerap dike, bi wî re dibêjin:Kero!
Eger her kesek bi karekî xerap radibe, dîsan bi wî re dibêjin : Ey Kero! Yanê em rast  weha ne?
Ew bi bêhnqalingên xwe re dibêjin:Kerno!! ,lê em ne bêhnqaling in, bavo¬¬!
Em bi jîrbûn  û bê qelsî kar dikin, em têdighînin û em zanin jî  û hestên me jî hene. Li vir bavê kerê nizanî bû  çi ji lawê xwe re bêje û hêdî nema zanî,  çawa bersivên lawê xwe bide, ewî pir bi lez guhên xwe çep û rast  livandin  û ewî  dîsan bi lawê xwe re danûstandin kir û dixwast lawê xwe li gor hişmendiyê keran bawerkirin bide  û bi wî re  got:
Binêre lawê min ! Ew mirov in, Xweda ew afirandine û ew di ser hemû
Kesan re girtine, beriya ku ew ziyanê bi me bikin, ewan pir ziyan bi xwe kirine.
-Tu temaşe bike, te di hemû  jiyana xwe de dîtiye ku kerekî malê birayê xwe diziye?Te ev yeka jî bihîstiye?
-Te dîtiye kerek bê sedem kerên din îşkence dike, Ji ber ku ew tenê ji wî  jartirin yan jî gotinên wan li xweşiya wî ne hatine. ?
-Te dîtiye kerek bi kerên din re, têkeliyên riçperestî ji bo zayendên wan,  yan ziman û rengên wan  dike ?
-Te tucarî li ser civîna bilind ya keran bihîstiye,ku ew nizanin ji bo çi civiyane ?
-Te bihîstiye rojekê kerên Emêrîkî planên xwe  dîdinin ku ew  kerên  Ereban  bikujin ,taku ew cehên wan  ji xwe re bibin .
-Te caran  kerek dîtiye ku ew  bûyê  nokerê dewletên biyanî  û ew bi wan re planan li dijî  kerên welatê xwe çê dike?
-Te dîtiye kerek li ser bingeha malbetiyê cidabûnê dike navbera  xwedanên xwe  ?
-Bêguman û tiştekî  xwezayî ye, ku te tawanbarên wisa di cîhana keran de ne bihîstiye!!
-Lê mirov vê hişmendiyê ji xwezayî  de zanin û ew li gor wê jî  karên xwe baş dikin ? ji ber vê jî, ya lawê min!Ez  ji te dixwazim ku tu hişê xwe yê keritiyê serast bikî  û  biryarê xwe  bistînî  û ez ji te dixwazim ku tu  serê  min û yê dayika xwe  bilind bikî û tu herdem bimînî ker lawê kerê  û bihêle mirov çi li ser me dibêjin ,bila bêjin.
-EM SERBILIND IN  KU EM KER IN .
– EM VIRAN NAKIN.
-EM KESÎ NAKUJIN .
-EM DIZIYÊ NAKIN.
-.EM KESÎ JI NEDÎVE NAKUJIN.
-EM XEBERAN Û ÇÊRAN BI KESÎ RE NABÊJIN .
-EGER BIRÎNDAREK YAN KUŞTIYEK DI NAV ME DE HEBE ; EM JI ŞABÛNA RE SEMAYÊ NAKIN.
Lawê kerê  bi  gotinên bavê xwe dilxwaş bû ,  ewî dest bi xwarina cehê kir û di  ber xwerinê re bi bavê xwe re got: Ezê bimînim wek tu bi min re  dibêjî  û ezê xwe şehnaz û serbilind bibînim ku ez KER LAWÊ KERÊ ME.
Paşê, ezê bibim ax û ez nakevim nav agirê ku êzingên xwe ji mirov û keviran in …

X:Ehmed Meter helbestvanekî  Îraqî ye ,di sala 1954 an de ji dayik bûye, ew niha li Êngiltera dijî  û heft dîwanên wî hene, ew li seranserî welatên Ereban navdar e.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ehmed Tahir

Yarê ne xuya ye lo

Dilê min dêşê

Cih û war ziwa ye lo

Serê min dêşê

Milet jar û geda ye lo

Di zor û kêşê

Her yek ji hev cuda ye lo

Bê qad û bêşê

Rêber ne…

Dildar Sheko

Berî bi çend salan li Zanîngeha Rojava (di bîhnvedana havînê de) min dersa -Romana Cîhanî- dida. Bi gelemperî li ser zagon, pêdivî û şêweyê darijtin û amadekirina Romanê em radiwestiyan.

Nimûne:

1- Zagon; di darijtina Romanê de divêt yê nivîskar bê layen be da bikare rastiya serdema Rûdanê ji hemî aliyan ve…

EBDILBAQȊ ELȊ

Gelo çima desthilata dogmatîk gendel dibe?.

Çima kargêriya polîtîkî û aborî ya her desthilata ku rêbazeke bîrdozî digire têk diçe?.

bê gûman ev ne pirsin raporte ne,lêbelê ew pirsên bingehîn in ku me dixin pêşiya rastiya nexşeya siyasî û rastiya siyasî ya gel,û neteweyên ku bi kiryarên bîrdozî…

Adil Xelîl

Ji dûr hatin.

Bajarekî nenas, koçberin, dîsa xerîbin.

Her tişt wan diqewitîne,

Careke din wan bi dûr dixîne.

Mijek sitûr li wan rasthat

Ta bi qotê serê xwe

Di navde çûn

Mijek sitûr ew dorpêç kirin.

Çi mêrin, lehengin!

Bi hêvîyan…