Sembolê netewî

Nizar Yosif

M.Şêxo hunermendê lehing û astbilind, ku jiyana xwe, berjewendiyên malbata xwe, kesayetiya xwe, ji bû doza welatê xwe terxan kiribûn. Hunermendek mirov, xwedan helwest, bi siyanet û rêzbilindî nêzîkî xelkê xwe û welatê xwe dibû.  M. Şêxo Girêdayê doza welêt û xwedan prensîb bû, lewma gelek tengavî û zindan û binçavkirin ji aliyê hêzên ewlekarî ve didîtin. Ji bilî van, barê birçîbûn û hejarî jî hilgirtin, daku wan bîr û baweriyan û prensîbê xwe bi parêze, reviya, surgûn bî, lerizî, koçber bû, ta rêwîtiya wî li nava refên pêşmergeyên şoreşa başorê K,rawestiya.

 

Ev me dikêşîne ser babetê ku, di her serdemekê de, Hinek hunermend di dema xwe de, weku gulan geş dibin û bihnê direşînin, lê mixabin bi derbasbûna demê re weku xwe dimînin, xwe li gor demê nuh nakin, dema koçên xwe bardikin, hunerên wan jî kevin dibin,stiranek yan didu û yan qet tiştek balkêş li paş xwe nahêlin, hêdî hêdî bihna wan diçilmise.
Di vê rewşê de, hinek hunermend birçîbûnê gorî erk û xizmeta hunerê xwe dikin. Ewan hunermendan biryar dane, ku aliyê aborî û xweşiyên cîhanê bikin gorî hunerên xwe, û bêhtir balê bikşînin ser huner û afirînerînan. Bi gelemperî ew di encama xerckirina hemî pere/dravê xwe de, ji bo pêşxistina huner û projeyên xwe yên hunerî, di kêmtirîn mercên jiyanê de dijîn.
Lê digel bextreşiya jiyana wan, ew baldariya hunerî û armanca xwe ya bingehîn ji bîr nakin. Hunerên wan di bindariya gel û dozê de tê afirandin, bi gel ve parçûm dibe, ji ber ku perjewendiyên mirovan û civakê, êş û janan tînin ser zimên. Lewma ew hunermend bi hunerê xwe, bi her ayayî bi derdên wan ve girêdaye û dide nîşan û dayîne ber çavan, di heman demê de, gel wî diparêze û ew jî bi keda xwe ya hunerî, nûnertiya gel dike, jêre dibe saziman û nemir dimîne.
M. Şêxo di çêkirina awazan de, di hunerê pîşesaziya awazan de, gelek balkêşî û yekane ye, di hostaya lihevsiwarkirina çend meqaman di stiranekê de, gelek balkêş bû, bi şêwazek rehet ji meqam di guherîn, bêyî ku guhdarvan pê pêjndar (bihise) bibe û guhên wî pê bi êşin.  Di stiranên M.Şêxo de hosa diyar ku, evîn ne dildariya jinê tenê ye! Lê ew hezkirine û dilpiçûkatiya nêzîkbûnê ye, ji dîtinên mirovan û hestên wan re, bi awayeke spehî(Astetîkî), rêz û rûmetê ji hawîrdorê derdor re û dîtinek xweş ji jiyanê re.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…